“Li hemberî metisiyên heyî ti amadekariya desthilata Başûrê Kurdistanê nîne”

Cîgira hevserokatiya Tevgera Azadî Tara Hesên diyar kir ku desthilatdar ne xwedî hêza parastina civakê ne, ji bo wê divê gel ji derveyî desthilatdariyê xwe biparêze û divê jinên Rojavayê Kurdistanê ji bo xwe bikin mînak û xaka xwe biparêzin.

TEWAR PÊNCAWÎN

Silêmanî- Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Piştî êrîşa 20’ê Çileyê li ser girtîgeha Xuwêran a bajarê Hesekê, li Başûrê Kurdistanê 13’ Adarê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî serbazên firqeya 14 ya hêzên Iraqê li gund Gerdehar ê nêzî çiyayê Qereçox kirin. Piştî ragihandina berdevkê giştî yê hêzên leşkerî yê Iraqê, di operasyona hevbeş a li dijî terorê ya Iraqê û rêveberê asayîşa parêzgeha Silêmanî çeteyên DAIŞ’ê ku dixwestin êrîşek xwekujî pêk bînin girtin. Metirsiya çeteyên DAIŞ’ê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê weke hev in û yên ku ziyanê jê vê yeke bibînin dîsa gel e. Li Başûrê Kurdistanê hewl didin metirsî nîşanî hemwelatiyan nedin û wisa didin diyarkirin ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Başûrê Kurdistanê çênabin. Der barê vê mijarê de cîgira Hevserokatiya Tevgera Azadiyê Komeleya Kurdistan Tara Hesên ji ajansa me re axivî û da zanîn ku desthilatdar hewl didin bi riya ragihandinê rojevan çêdikin ku hemwelatiyan pê mijûl bikin û got: “Hemû karên dîplomasî û rêveberinê, hewldana parastina berjewendiyên şexsî ne weke bîrên neftê û bazirganiyê.”

“Li Başûrê Kurdistanê tu planek desthilatê ji bo dahatuyê tune ye”

Tara Hesên bi bîr xist ku li Başûrê Kurdistanê rêveberiya rojane heye û plana ji bo dahatuyê tune ye û got: “Ji bo hêzên hikûmetê girîng e dahatû û divê pêşbînî û plana parastina destkeftiyan hebe. Başûrê Kurdistanê deryayek e û her dem xwîn tê de rijayeye heta ku bûye xwedî destkeftî. Lê belê her roj valahî çêdibin û ev jî dibe zemînek ji bo çeteyên DAIŞ’ê ku her roj metirsiya zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê li ser bajar û gundên Başûrê Kurdistanê heye.”

Tara Hesên di berdewamiya axaftina xwe da zanîn ku bi qasî destilatdariya Herêma Federal hewl dide dengê azadîxwazan qut bike, ewqas hewl ji bo berpirsyariya xwe ya li beramberî terorîst, faşîzm çeteyên DAIŞ’ê nîşan nade û wiha domand: “Bi qasî ku desthilatdar li hemberî azadîxwazan Zexte dikin û wan davêjin girtîgehan, li dijî çeteyan tu tişt nakin. Duh Şengal bû, îro Rojavayê Kurdistanê ye, sibê wê Silêmanî û Hewlêr be. Me di sala 2014’an de li Hewlêrê dît ku dema çeteyên DAIŞ’ê nêzê Mexmûrê bûn wan hemû bajar hiştin, ji ber siyaset û desthilatdariya xwe amadekariyeke wan a wisa tunebû ku biparêzin û her wiha civak jî ne di amadekariyek wisa de ye ku dema rastî metirsiyek wisa were xwe biparêze.”

“Divê jin ji derveyî desthilatdariyê fêrî xweparastinê bibin”

Tara Hesên der barê çareseriya ji bo Başûrê Kurdistanê û li bendênebûna desthilatdariyê de wiha got: “Divê bendewariya gel ji desthilatdariyê tunebe ku wê me biparêze, ji ber vê desthilatdarî çiqas Kerkuk, Daqoq, Şengal û Mexmûrê parast, ewqas dikare Hewlêr, Silêmanî û Dihokê biparêze. Ji ber wê divê ew hêzên ku bi xwe opozisyon in xwedî proje û bi rastî ji dil bin. Divê gel ji derveyî zîhniyeta desthiladariyê di aliyê fikrî, fizîkî û pêşîlêgirtinê de xwe bi pêş bixe. Ev jî bi taybetî divê jin xwe bi pêş bixin. Em weke jin divê ji jinên Rojavayê Kurdistanê ezmûn bigrin û zanista jinan fêr bibin, bila jinên Şengalê beriya ku karesat rûbidin ji bo xwe bikin mînak û em bi xwe ji bo parastina xwe amade bin.”