‘Yekitiya Gelê Kurd dikare Peymana Lozanê hilweşîne’

Endama Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Sara Reza destnîşan kir ku ji bo hilweşandian Peymana Lozanê jin xwedî rolek bi bandore û yekitiya me dikare vê peymanê hilweşine.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Di 24’ê Tirmeha sala 1923’an bi Peyman Lozanê Kurdistan hate parçekirin. Ev peyman ji 143 madeyan pêkdihat, di tu beşên vê peymanê de mafek ji bo siyaseta Kurdan nebû. Êrîş û dagirkeriya li ser Kurdan berdewamiya peymana Lozanê ye, dijminê Kurdan xwestin bi peymana Lozanê Kurdan tune bikin. Der barê hilweşandina peymana Lozanê û têkoşîna gel de Endama Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Sara Reza ji ajansa mere axivî.

‘Dijmin xwestiye bi rêya peymana Lozanê Kurdan qir bike’

Endama Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Sara Reza diyarkir ku bi Peymana Lozanê Kurdistan hate parçekirin, armanca vê peymanê tunekirina maf û nasnameya Kurdan bû û got: “Piştî 100 salan nekari Kurdan qir bike, berûvajî vê Kurdek nû û bi îradeyek bi hêz ji dayîk bû û di nav de jin jî pêşengtiyê  vê têkoşînê dikin. Me kariye li dijî vê peymana ku gelê Kurd parçe parçe kiriye rawestin û wisa hatiye kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmralî de dibin tecrîdek girankirî debe, ev hemû berdewamiya peymana Lozanê ye.”

‘Em dikarin bi berxwedana xwe peymana Lozanê hilweşînin’

Sara Reza destnîşan kir ku Kurd li beramberî van zextan berxwedana xwe berdewam kir. Em dikarin bi têkoşîn û berxwedaniya xwe vê peymanê hilweşînin û got: “Heta ku jin azad nebe wê ev Peyman ne hilweşe, di hemû parçeyên Kurdistanê û welatên derve ji bo hilweşandina payeman Lozanê  wê konfarans were li darxistin. Ev jî serkeftinek mezine û şikestina dijminê Kurdane.”

‘Ji bo hilweşîna peymana Lozanê jin xwedî rolek bi bandor e’

Sara Reza bibîrxist ku niha jin di hemû qadên jiyanê de pêşengtiyê dikin û ev jî wisa kiriye jin dîroka rast bizanin û got: “Ji bo hilweşandina Peymana Lozanê jin xwedî rolek bi bandor e. Daxwaza min ji partiyên Başûrê Kurdistanê ewe ku werin ba hev û bibin yek divê demê de yekgirtî pêwîste. Ji ber metirsiyek zêde li ser xaka me heye, ji ber vê jî yekdengî û yekitiya me wê bibe sedemê têkçûna peymana Lozanê.”