"Jinên Urdunê di qada siyasî de hê li nîvê rê ne"

Ebla Ebû Elba banga pêwîstiya guhertina qanûnên cudaxwaz bi qanûnên hiqûqî kir ji bo pêşxistina rola jinên Urdunê di karê giştî de ku rê bide wan bigihîjin jiyana siyasî ya li gorî daxwazên xwe.

SİRA EL-DEMÛR

Urdun- Endama Komîteya Qraliyetê ji bo Nûjenkirina Sîstema Siyasî Ebla Ebû Elba piştrast kir ku jin hê jî di çareserkirina pirsgirêkan de bi astengiyan re rû bi rû ne û diyar kir ku tevlibûna jinên Urdunê ji bo qada siyasî hê di ‘di nîvê rê de’ ye û got ku beşdarbûna a di karên giştî de bi partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên civakî yên bajaran dest pê dike.

Sekretera Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan a Urdunê "Haşd" û endama Komîteya Qraliyetê ya Nûjenkirina Sîstema Siyasî Ebla Ebû Elba diyar kir ku beşdariya siyasî ya Jinên Urdunê hê jî ‘di nîvê rê de’ ye, ji ber kêmasiyên qanûnên fermî ji bo aktîfkirina tevlibûna rastîn a jinan di jiyana siyasî ya di hundurê Qraliyetê de pêdivî bi guhertinên din heye.

“Qanûnên Urdunê yên der barê jinan de hê jî cihêkar in divê werin guhertin”

Sekretera Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan a Urdunê "Haşd" û endama Komîteya Qraliyetê ya Nûjenkirina Sîstema Siyasî Ebla Ebû Elba daxwaza pêwîstiya guhertina qanûnên cudaxwaz bi qanûnên zagonî kir. Ji bo pêşxistina rola jinên Urdunê di karê giştî de û rê bide wan ku bigihîjin jiyana siyasî ya ku li gorî daxwazên xwe be û da zanîn ku welat di qonaxeke pir zû de ji hev belav bûye. Her wiha bo aktîfkirina beşdarbûna jinên Urdunê di jiyana giştî de tevî rûbirûbûna çend kêşeyan, çi bi riya zagona rêxistinkirina jiyana siyasî li Urdunê û qeyranên aborî yên li pey hev, zêdebarî adet û kevneşopiyên ku dibin astengiyên herî mezin li pêşiya hêza siyasî ya jinan.

Ebla Ebû Elba dît ku ev qonax hewce dike desthilatdarên Urdunê qanûnên rêziknameya jiyana partiyê bi pêş bixin û ‘pêşîniyek’ bidin wan da ku cureyek motîvasyon û cihêkariya erênî ji bo rola jinan di jiyana siyasî de bide wan. Ev yek tenê bi pêşkêşkirina prosedur û polîtîkayên fermî yên ‘hukmî’ dikare pêk were û bi hevkarî û piştgiriya saziyên alîkar ji bo bihêzkirina jinan, wekî saziyên perwerdeyê da ku derfetek têr ji bo beşdarbûna jinan bi rengekî li gorî rola wan a pêşeng peyda bike di civakan de.

“Jinên Urdinê di gelek qadan de bi pêş ketine”

Ebla Ebû Elba teqez kir ku jinên Urdunê di gelek qadan de bi pêş ketine, nemaze yên siyasî, ji dema ku welat di sala 1993'an de dest bi destûrkirina partiyan kir ku bi eşkereyî kar bikin. Heta qonaxa niha hebûna jinan di parlamentoyê de li ser bingeha kotayê bûye û hejmareke wan di navbera 13-17 jinan di parlamentoyê de ye ku bi awayekî demkî di riyeke rast de ye, tevî çavdêriyên li ser zagonan.

Her wiha wê amaje bi wê yekê kir ku ya rastbûna vê yekê îsbat dike, zagona şaredarî û meclisên parêzgehan e ku rêjeya ji sedî 20-25 ji bo meclisên hilbijartî ji jinan re diyar dike û heger ev rêje pêk neyê, rayedarên pêwendîdar dikarin jinan tayîn bikin. Heta ku rêjeya pêwîst pêk bînin ku ji sedî 25 herî zêde wek beşdariyê hatiye diyarkirin. Ebla Ebû Elba teqez kir ku ev yek têra wan nake ku daxwaza zêdekirina rêjeya beşdariya jinan di encûmenên parlamentoyê û şaredariyan de heta ji sedî 30 bikin. Li gorî ku Urdunê di konferansa Pekînê de îmze kir û ji aliyê peymanên navdewletî ve hat pejirandin. Lê ev yek tenê bi karkirina ji bo adabtekirina zagonên fermî û navdewletî bi dayîna derfetek mezintir ji bo jinên Urdunê ji bo beşdarbûna karên giştî û siyasî bi taybetî pêk tê.

Der barê rola jinan di jiyana siyasî de, Ebla Ebû Elba destnîşan kir ku divê hawirdorek ku rola jinan di nava xwe de dihewîne were dabînkirin û bi awayekî objektîf were dabeşkirin ku bibe du beş, yekem girêdayî saziya fermî û ya duyemîn saziyên civaka sivîl.

“Barê hişyarî, rênîşandan û banga tevlibûna jiyana giştî li ser milên me ye”

Têkildarî saziyên fermî jî îşaret bi wê yekê kir ku divê ew ji bo paqijkirina qanûnên cihêkariyê yên li dijî jinan bixebitin û di şûna wan de peyvên ku wekheviyê destnîşan dikin deynin û ev prosedur dikeve ser milên Meclisa Neteweyî.

Li ser rola saziyên civaka sivîl û sendîkayên karker û mafên mirovan, Ebla Ebû Elba diyar kir ku barê hişyarî, rênîşandan û banga tevlibûna jiyana giştî li ser milên wan e, ji ber ku ev ne vebijarkek e lê mafek bidestxistî ye ku jin bikarin berevaniya mafên xwe yên aborî, civakî û siyasî yên di destûra Urdunê de hatine diyarkirin bikin. Divê jin di jiyana siyasî de xwe bi awayekî ku hişyarî û ezmûnên xwe bilind bike birêxistin bikin. Gelek caran bal li ser beşdarbûna jinan di jiyana siyasî de weke nûneratiyeke têkildar di hikûmet û parlamentoyê de, dûrî beşdariya wan di aliyên din de tê kişandin.

Ebla Ebû Elba diyar kir ku tevlibûna jinan a rastî bi hejmara jinên ku ji bo hilbijartinên parlamentoyê yan şaredariyan namzed bûne yan jî beşdarî proseya hilbijartinê bûne di warê dengdanê de yan jî beşdariya wan di sendîkayên pîşeyî de û di aliyê aborî de tê kurtkirin.

“Jin hê jî li meclisê di çareserkirina pirsgirêkan de rastî astengiyan tên”

Ji bo ezmûneke şexsî ya li ser asta siyasî, Ebla Ebû Elba got ku ji bo jin di jiyana siyasî de mezin bibin divê di çarçoveyên din ên civakî de tevbigerin da ku bingehên xebata tîmê û rêbazên diyalogê fêr bibin. Parlamenterên jin di mijarên ku di meclisê de tên kirin de hê jî gelek zehmetiyan dikşînin. Sedema vê yekê digihîje windakirina ezmûna wan a di jiyana giştî de ku bêhevsengiyek mezin çêdike û wiha got: "Em li bendê ne ku jin ji ber girêdana qanûn û rêgezên jiyana partî û siyasî bi hev re beşdar bibin.”

“Guhertina çanda cudakar berpirsyariya her du zayendan e”

Li ser çanda cihêkariyê ya ku di civakan de serdest e û bandoreke neyînî li jinan û pêkanîna rola wan û civakê dike, Ebla Ebû Elba da zanîn ku guhertina wê çandê berpirsyariyeke hevpar di navbera zayendan de ye û pêwîstî bi pêşxistina mufredat û zagonan heye ku derfet û nêrîneke berfirehtir li ser reftarên gel li hemberî guherîn û vekirîbûnê ku gelek caran vê rolê digre peyda bikin.

Ebla Ebû Elba bang kir ku ji nakokiyên daîmî û nîqaşên li ser rola jinan di çarçoveya têgeha çanda civakê de ji aliyê sazî û qanûnên fermî ve hatiye ferzkirin, rizgar bibin û bang li jinan kir ku mafên xwe nas bikin û rola xwe dûrî çanda cudaxwaz a serdest binirxînin.

Ebla Ebû Elba teqezî li ser pêwîstiya guhertina benda 6’an ya destûra Urdunê kir ku tê de dibêje Urdunî li pêşberî zagonê wekhev in, bêyî cudahî di navbera wan de di maf û erkan de, tevî ku ew ji aliyê nijad, ziman û olê de ji hev cuda ne û bang li tevgera jinên Urdunê kir ku ji bo sererastkirina vê bendê bi zêdekirina peyva "Jin û Urdunî, yan jin û mêrên Urdunî, yan jî jin û mêr li pêşberî qanûnê wekhev in" bixebitin.

Ebla Ebû Elba kî ye?

Siyasetmedara Urdunî-Filistînî, Ebla Ebû Elba, di sala 1950 de li Filistînê ji dayik bûye û ji Tebaxa 2010'an vir ve sekretera yekem a Partiya Demokrat a Urdunê ya çepgir e. Jina duyemîn e ku serokatiya partiyeke Urdunê dike di dîroka jiyana partiyên li welat de. Her wiha wê asta cîgirê berê di Meclisa Nûneran a Urdunê de, "Parlemento" ji hilbijartinên qanûnî yên ku Urdunê di dawiya 2010'an de şahidî kir, girtiye.

Di heman demê de ew endama Komîteya Qraliyetê ye ji bo Nûjenkirina Sîstema Siyasî ya ku di 10’ê Hezîran 2021'ê de hat damezrandin. Ji bo amadekirina qanûna nû ya hilbijartinan û pêşnûmeqanûnek nû ji bo partiyên siyasî û nirxandina guhertinên destûrî yên ku bi qanûnî ve girêdayî ne, zêdebarî bihêzkirina jin û ciwanan û lêkolînkirina riyên handana beşdarbûna wan di jiyana hizbî û parlamentoyê de.