Tara Hisên: Jin dikarin berê siyaseta heyî biguherinin

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên derbarê giringiya Konferansa Jinên Iraqê ya Navneteweyî ya li Bexdayê hat lidarxistin axivî, wiha got: “Ger em jin bikarîn kar û xebatên xwe jî weke armancên xwe bidin meşandin, em ê berê siyaseta heyî biguherin.”

EVÎN ZENDA

Bexda- Di 30’ê Tîrmehê de li bajarê Bexda yê paytexta Iraqê, bi pêşengtiya komeleya jinên Iraqê, Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî TAJÊ û kesayetên jinên Iraqê konfaransa navnetewî ya jinên Iraqê ya derbarê qirkirina jinên Êzidî de bi dirûşama ‘Bi Vîna azad a Jinê em li hemberî jînosayda Şengalê têdikoşin’ hate lidaxistin. Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên a derbarê giringiya Konferasa Navneteweyî ya jinên Iraqê û rewşa heyî de ji ajansa me re axivî, diyar kirin ku tenê projeya Netewa Demokratik dikare dawiya ferman û qirkirina civakê bîne û azadiya jin û civakê misoger bike.

“Jinên Êzidî bi keda xwe hêviya siberojên azad didin me’

Tara Hisên di despêka gotinên xwe de da diyar kirin di pêvakoyekî wiha dîrokî de û di demeke wiha ku ev heşt sale li ser fermanê derbaz bûye de çêkirina vê konferansa navneteweyî ya jin xwedî giringiyeke pir mezine û wiha axaftina xwe domand: “Dema li ser civaka Êzidî û jinên Êzidî ferman û qirkirin hate meşandin ji herdeverê gelek tevgerên jinan, sazî û dezgehên cuda yên jin li hember rabûn, ev tiştekî pir başe ku heya roja îro jî ev jin tekoşîn dikin. Lê li vir ya em jêre dibin şahid û pê bandor dibin keda jina Êzidî bi xwe ye. Li vir jina Êzidî xwe bi xwe ji bo dengê xwe bigihîne cîhanê di nava karê û xebat de ye. Jinên Êzidî di warê siyasî de, warê leşkerî, edebî, diplomasî û gelek warên cuda de pêşengtî ji civaka xwe re dike. Em li vir dibînin ku jinên Êzidî ne tenê qurban in, îro pêşengin. Di dîrokê de hertim li ser civaka me şer koçberî û talan hate kirin lê jinên Êzidî bi keda xwe hêviyên siberojên azad didin me. Di vê konferansê de ji aliyekê ve me çîroka jina Êzidî ya ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de rastî hovitiyên hatiye guhdar kir, ji aliyê din de jî me jineke din ya Êzidî dît ku Fermandara YJŞ’ê bû ku qala tekoşîn û rêyên azadiya civaka xwe dike. Di konferansê de ne tenê ji bo civaka Êzidî ji bo bi giştî Iraq û Başurê Kurdistan peyamên pir girîng hatin dayîn. Divê jin vê konferansê weke rêya pêşdebirina kar û xebatên xwe bibînin. Konferanseke pir girîng bû. Li gel hev kombûna jinan, bi hevre hestên xwe parvekirin, nêrîn û pirojeyên xwe parvekirin xwedî giringiyek pir mezin bû.”

“Hemû jinan bi heman baweriyê piştgirî dan jinên Êzidî”

Tara Hisên di berdewamiya gotinên xwe de giringiya kar û xebatên jinan yên bi hevre anî ziman û wiha got: “Em jî weke jinên Başûrê Kurdistanê biryardariya xwe danî holê ku em jî çi erka bikeve ser milê me pêkbînin. Em ê ji bo li Başûrê Kurdistan û Iraqê bikaribin pergaleke demokratik bidin avakirin, bi hevre yek temam bikin. Îro li vir jinên ji bawerî, fikir û partiyên cuda berê xwe dabûn vê konferansê hemû jinan bi heman baweriyê piştgirî dan jinên Êzidî. Ev encam jî dide diyar kirin ku hatina gel hev ya jinan çiqas ji bo me girîng e.  Ji bo em bikarin tekoşîna xwe bihêztir bikin, divê kar û xebatên xwe hêj zêdetir bikin.”

“Peymana 9’ê Cotmehê, ji bo encam kirina ferman 3’ê Tebaxa 2014’an ye”

Tara Hisên nava nirxandinên xwe de giringî da li ser peymana 9’ê Cotmehê û da diyar kirin pilan û pirojeyên ji derveyî vîna civakê tên çêkirin ji bo qirkirin û tûnekirina civakê ye û wiha axivî: “Weke tê zanîn Barzanî, Kazimî û Erdoxan li gel hev kombûn û bi hev re peymanek imza kirin. Ger em vê peymanê rast bixwînin em ê bizanin ku ev pilan ji bo bi encam kirina fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ne. Li her devera cîhanê dema ji derveyî vîna civakê li ser civakekê biryar bê dayîn, ev biryar ne di berjewendiya civakê de ye. Ji bo vê ye ku civaka Êzidî vê peymanê napejirîne û jinên Êzidî jî dijî vê peymanê ne. Ji ber nêrîn û vina wan ne hatiye esas girtin. Dixwazin li ser vê peymanê bazirganiyê bikin. Li ser xwîna şehîdên vê civakê li ser keda vê civakê bazirganiyê dikin.”

“Tirkiye ji bo xeyalên xwe yên Osmaniyê pêkbîne, gel û baweriyan qir dike”

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên bal kişand li ser dagirkeriya Dewleta Tirk û armanca wê ya êrişên li ser Başurê Kurdistan, Iraq û Şengalê jî û wiha nirxand: “Cihê şanaziyê ye ku jinên Êzidî, dayikên Êzidî, kal, pîr û ciwanên Êzidî tu caran vê yekê ne pejirandin, hertim helwesta xwe dan diyar kirin. Tevahî mirovên azadîxwaz û mirovên demokrat hertim dane diyar kirin ku Dewleta Tirk tu caran cudahî naxe nava civak Êzidî, Ereb, misilman, Kakayî û Feyîlî û ew dixwaze xeyalên xwe yên Osmaniya nû pêkbîne. Dewleta Tirk dixwaze beriya sedsaliya peymana Lozanê temam bibe di Iraqê de wilayeta Musil û di Suriyê de wilayeta Helebê bi dest bixe. Mixabin Dewleta Tirk her roj li ser axa Şengalê, Başurê Kurdistanê û Çiyayên Azad dagirkerî dike û her roj pêşengên civakê Şehîd dixîne lê hewar û gaziyên civakê belav nebûn. Ji ber Hikûmeta Iraqê û Başurê Kurdistanê iradeyek wan nîne, niştiman, ax, dewlemendiyên vî welatî û gelên xwe firotîne. Fermana ser Şengalê jî ne ji xwede bû, ji ber ev civak firotin pilan û listokên qirêj dan meşadin ku civaka Êzidî hate qirkirin.”

“Ger gelê me li dijî êrişan rabibe tu hêz nikarê wan tune bike”

Tara Hisên di berdewamiya nirxandinên xwe de giringiya hêza civakê bi van hevokan pênase kir: “Me berê jî got ji bo Dewleta Tirk ferqa gel û netewan nîne, ji bo wê li Zaxoyê komkujî li ser gelê Ereb pêk anî. Her êrişê ku li ser gel dikin, weke hicet dibêjin PKK’ê li wire lê tevahî cihan dizane ku PKK tenê dîwareke li pêşberî dagirkeran e. Çima piştî  Komkujiya Zaxoyê ji aliyê herkesê ve helwest hate dayîn? Ji ber gelê Ereb rabûn ser xwe, ev jî tê wateya ku gel li beramberî desthilatdar û dagirkeran rabin desthilatdar nikarin tiştekê bikin, rewşa niha van kêliyan li Iraqê tê jiyîn jî hemane. Lê helwestên ku ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hatî dayîn jî ne têrkere, ji ber tenê li ser gotinan dimîne weke pratikî tu gavên bi bandor nehatiye avêtin. Bexda ji ber navenda siyaseta Rojhilata Navîn e pir giring e. Niha Tirkiye bi daxwazeke mezin dixwaze destê xwe bêxe nava van xwepêşandanên ku li Bexda tên kirin.”

Divê Iraq projeya ku me diyar kir pêkbîne”

Tara Hisên rêyên çareseriyên yên ku di konferansê de ji bo tevahî civakan hatine gotubêj kirin jî wiha anî ziman: “Me di Konferansê de jî weke komîteya amadekar ya konferansê pirojeyek weke çareserî nîşan dabû. Em di wê baweriyê de ne ku yekane rêya aştî, aramî, azadiya rêgez û netew enceq di çarçoveya pirojeya Netewa Demokratîkde pêk were. Iraq îro an jî sibe mecbûre ku vê pirojeyê pêkbîne. Ji ber pergala ku niha li Iraq û Başurê Kurdistanê tê meşandin pêdiviyên civakê pêknayîne tenê li gor berjewandiya desthilatdaran e.”

“Ew nikarin civakan biparêzin”

Tara Hisên di berdewamiya gotinên xwe de qala guftugoya xwe û Pêşmergeyekê PDK’ê yê ku di fermanê de Şengal di nava lepên çeteyên de hişt kir û wiha got: “Min carekê Pêşmergeyekê PDK’ê dît ku di fermanê de li Şengal û Musil pêşmergetî dikir, pêşmerge wîha got: ‘Ez ne mecburim ku xwe ji bo Êzidiyan bikujim’ min got çima tu wiha difikirî, ew jî got:  ‘Ji ber ez Misilmanim ger bêm kuştin jî Şehîd nabim.’ Ev gotin asta perwerdeya hêzên desthilatdar ya Herêma Başurê Kurdistanê û zihniyeta wan dide nişandan. Ev hêz nikarin pêkhateyan biparêzin, nikarin bawerî û netew biparêzin ji ber xwedî zihniyeteke wiha ne.”

“Yên dijberiya vê projeyên dikin dagirker û îxanetkarin”             

Tara Hisên da diyar kirin ku li beramberî vê ferasetê modela parastina cewherî çareseriye û wiha domand: “Ji bo hemû pêkhateyan divê em hemû xwedî parastina cewherî bin. Ger îro civaka Êzidî parastina xwe avakiribe, ger îro pergala rêveberiya xweser avakiribe û parastina jin avakirine ji bo nebe qurbanê van ferasetan e. Di vê Hikûmeta Iraqê û ya Başurê Kurdistanê û tevahî hêzên navneteweyî piştgirî bidin civaka Êzidî û ne li pêşiya wê bibin asteng, divê vê projeyê bi fermî erê bikin. Yên dijberî li vê modelê bike îxanetkar û dagirker e. Tenê civaka Êzidî pêdiviyên xwe, rêya çareseriya pirsgirêkên tên jiyîn dizane û ji ber vê dibê tevahî cîhanê rêz jêre bigre. Ji derveyî civaka Êzidî mafê tu hêzeke din nîne ku li ser Şengalê biryar bidin.”

Çareseriya Iraqê modela Netewa demokratik e”

Tara Hisên di berdewamiya axaftina xwe de da diyar kirin ku projeya netewa Demokatik rêya çareseriya tevahî civakane û wiha bilêv kir: “Azadiya civaka Êzidî azadiya me ya hemû ya ne, em nikarin bêyî yek azad bibin. Ger Şengal azad nebe jî Silêmanî û heta Kerkuk jî azad nabe. Ji bo wê em bang li tevahî hêzên Iraqê, li tevahî hêzên Azadîxwaz dikin ku bila em hemû destê xwe bidin hev ku em bikaribin dawiya ferman û dagirkeriyê bînin. Ji bo em bikaribin dawiya komkujiyan bînin, ji bo jin êdî neyên qetil kirin û kole kirin em hemû bibin yek û li ser projeya Netewa Demokratik jiyanek wekhev û azad avabikin. Enceq em bi pergaleke nû vê yekê pêkbînin. Dê ev model jî azadiya tevahî civakên ku di Iraqê de jiyan dike bîne.”           

“Jin dikare berê siyaseta heyî biguhere”              

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên di dawiya axaftinaxwe de diyar kirin ku hêza jin dikare berê siyaseta heyî biguherîne û giringiya kar û xebatên jinan wiha pênase kir: “Weke jinên Kurd divê berî hertiştî em yekitiya xwe avabikin û piştre ji bo pêşengtî ji tevahî netewa Kurd re bikin divê weke jinên kurd em kongera xwe ya navneteweyî pêkbînin. Em weke jinên Kurd bi vê projeyê dikarin destê xwe bidin tevahî jinên Rojhilata navîn. Ez di wê baweriyê de me ku ger em jin bikarîn kar û xebatên xwe jî weke armancên xwe bidin meşandin, em ê berê siyaseta heyî biguherin.”