Leyla Omer bû Şaredara bajarê Silêmaniyê

Leyla Omer weke şaredara bajarê Silêmaniyê hat hilbijartin ku bi vê yeke cara yekê ye jinek dibe şaredara Silêmaniyê.

Silêmanî - Wezareta Şarewanî û Geştûgozariya Silêmaniyê Leyla Omer weke seroka şaredariyê hilbijart. Leyla Omer a berî niha Cîgira Waliyê Silêmaniyê bû bi vê peyîwirê bû yekem jina dibe şaredara bajarê Silêmaniyê ye.
Sala 1980’an bajarê Silêmaniyê bûye xwedî şaredarî, ji wê demê heya niha 50 şaredar hatine erkdarkirin ku heya niha cara yekê ye jinek dibe şaredara vî bajarî.