Seroka Baskên Jinan a CHP’ê: Aştiya mayînde divê bi hiqûq û demokrasiyê bê xurtkirin
Seroka Baskên Jinan a CHP’ê Çîgdem Ozturan Kurt, pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û qanûna çarçoveyê nirxand û diyar kir ku divê aştiya mayînde bi hiqûq, demokrasî û welatiya wekhev bê xurtkirin.
EKÎN STÊRK
Amed – Seroka Baskên Jinan a CHP’ê ya bajarê Amedê Çîgdem Ozturan Kurt, derbarê ‘Qanûna Çarçoveyê’ û pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de nirxandin kir. Çîgdem Ozturan Kurt diyar kir ku ji bo aştiyek mayînde divê garantiyên qanûnî, siyaseta demokratîk û lihevkirina civakî bê xurtkirin û da zanîn ku di vê pêvajoyê de divê dengê jinan bêtir bê bihîstin û rê li ber bikaranîna Kurdî ya di hemû qadên jiyanê de bê vekirin.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku bi banga 27’ê Sibatê dest pê kir, piştî gavên cûrbecûr ên ku di du salên borî de hatine avêtin, ket qonaxek nû. Piştî gavê ber bi danîna çekan ve, avakirina komîsyonek di Parlamentoyê de û danûstandinên ku hatine kirin, ‘Qanûna Çarçoveyê’ ku tê payîn çarçoveya qanûnî ya pêvajoyê biafirîne, ket rojevê. Piştî qebûlkirina vê rêziknameya qanûnî ya di Parlamentoyê de ku wek astek krîtîk ji bo aştiyeke mayînde û çareseriyeke demokratîk tê hesibandin, pêvajo ket qonaxek nû.
Seroka Baskên Jinan a CHP’ê ya Bajarê Amedê Çîgdem Ozturan Kurt derbarê qanûna çarçoveyê û qonaxa piştî vê ya pêvajoyê de nirxandin kir.
‘Nêzîkatiya CHP’ê zelal û eşkere ye’
Çîgdem Ozturan Kurt diyar kir ku nêzîkatiya CHP’ê ya ji bo pêvajoyê zelal û eşkere ye û wiha got: “Bêdengbûna çekan, xurtkirina siyaseta demokratîk û meşandina pêvajoya çareseriyê ji aliyê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê ve bi awayek zelal û mutabaqata civakî pir girîng e. Hêviya welatiyên ku li herêmê, bi taybet îên li Amedê dijîn, ew e ku di nava aştî û aramiyê de bijîn.”
‘Divê aştî bi qanûnan bê xurtkirin’
Çîgdem Ozturan Kurt, da zanîn ku ev pêvajo dê rê li ber siyaseta demokratîk veke û dê ji bo pêşketina aborî bi sûd be û bal kişand ser girîngiya zemîna qanûnî ji bo aştiya mayînde. Çîgdem wiha got: “Peyama bingehîn a ku dikare bê dayîn ev e: Divê aştî bi qanûnê bê xurtkirin û bi demokrasiyê bê mayîndekirin. Qanûna Çarçoveyê dê piştrast bike ku pêvajo ne li ser kesan e, li ser bingeha qanûnê ye. Ji bo xurtkirina şefafî, bawerî û lihevkirina civakî ev gavek baş e. Em di vî warî de gavan diavêjin û em bawer dikin ku em ê di aştiyê de pêşve biçin.”
‘Pêwîstî bi edalet û welatîbûna wekhev heye’
Çîgdem Ozturan Kurt destnîşan kir ku jin di, nav komên ku herî zêde ji pêvajoyên pevçûnan bandor dibin de ne û diyar kir ku hêviyên bingehîn ên jinan edalet û welatîbûna wekhev e. Çîdem wiha domand: “Yek ji bendewariyên herî girîng ên jinan, pêkanîna edaletê û welatîbûna wekhev e. Em dixwazin zarokên me jiyanek aramtir û ewletir bijîn. Ez bawer dikim ku divê derbasî pêvajoyek berfirehtir û demokratîktir bibe. Ez dixwazim şert û mercên ku ciwan bikaribin hêviyên xwe li bajarên xwe û welatê xwe xwedî bikin bê avakirin.”
‘Divê xalên ji bo jinan hebin’
Çîgdem Ozturan Kurt da zanîn ku di qanûna çarçoveyê de kêmasiyên girîng hene û destnîşan kir ku rêzikname ji bo jinan xalên taybet nagire nav xwe. Çîgdem Ozturan Kurt destnîşan kir kudi vê pêvajoyê de divê balê bidin ser nêrîn û daxwazên jinan û wiha got: “Ez difikirim ku li welat ji ber jin xistine plana duyem, divê bêtir li jinan bê guhdarîkirin û fêmkirin. Bê guman, kêmasiyên qanûnê hene, lê dikarin bên çareserkirin. Kêmasî dikarin bên temamkirin; ev mijarên ku dikarin bên nîqaşkirin in. Em ê pêvajoyê bişopînin û bibînin. Berî her tiştî, ez dixwazim der barê jinan de lêkolînên berfirehtir bên kirin.”
‘Divê kurdî di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn’
Çîgdem Ozturan Kurt bal kişand ser di qanûna çarçoveyê de nebûna ti xalekê derbarê statuya zimanê Kurdî de, diyar kir ku divê Kurdî di hemû aliyên jiyanê de bê bikaranîn û got: “Ez bawer dikim ku divê em teqez bikaribin Kurdî li her derê bikar bînin. Bîlesebeb negotine, ‘Ziman mirovek e.’ Ez alîgirê wê me ku Kurdî li her derê bê bikaranîn. Ez difikirim ku dê ji bo vê yekê xebat bên kirin. Divê aştî bi qanûnê bê xurtkirin û bi demokrasiyê mayînde bibe.”