Rûken Ehmed: Destkeftiyên Şoreşa jinê li ber metirsiyên mezin in

Endama Komîteya Têkilî û Hevgirtinên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed diyar kir ku destkeftiyên şoreşa jinê rastî metirsiyên cidî ne û tekez kir ku tenê bi têkoşîna siyasî û rêxistinkirî wê bên mîsogerkirin.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Di qonaxa nû ya Sûriyeyê de, destkeftiyên ku jinan bi salan bi têkoşîn û berxwedanê bi dest xistine, rastî gelek pirsgirêkan û metirsiyan tên. Ji ber vê yekê, parastina destkeftiyên şoreşa jinê tenê daxwazek nîne, her wiha dibe yek ji mijarên sereke yên pêşeroja jinan û avakirina Sûriyeyeke demokratîk.

Di vê çarçoveyê de, Endama Komîteya Têkilî û Hevgirtinên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed, derbarê xeteriyên li ser destkeftiyên jinan û pêwîstiya parastina wan de, ji ajansa me re nirxand.

Rûken Ehmed bi bîr xist ku jinan di Şoreşa Rojava de gelek destkeftî bi dest xistine û wiha got: “Şoreşa Jinê bûye şoreşeke sembolîk di asta cîhanê de. Li Rojhilatê Kurdistanê gelek şoreş hatine çêkirin, lê cudahiya Şoreşa Rojava ew bû ku di hundirê wê de gelek şoreşên cuda bi hev re hatine meşandin. Di encama vê şoreşê de jinan di gelek qadên cuda de destkeftiyên girîng bi dest xistin, ji sîstema hevserokatiyê û xweseriya jinan di avakirina qad û rêxistinên taybetî yên jinan de, heta pêşketinên di warên mafê jinan yê yasayî, hiqûqî û civakî de. Eger beşdarî û têkoşîna jinan di vê şoreşê de nebûya, bingeha vê şoreşê dê bi valahiyeke mezin re rû bi rû bimaya.”

‘Rola jinan di şoreşên dîrokê de sereke bû’

Rûken Ehmed da zanîn ku di gelek şoreşên dîrokî de jinan roleke serek lîstine û wiha domand: “Di warê dîrok, zanist û jînolojiyê de, em dikarin ji ezmûnên têkoşîna jinan a li ser asta cîhanê sûd werbigirin, da ku em ji wan ezmûnan re bingehekê ava bikin û bibin hêvî ji bo têkoşîna jinan a îro û pêşerojê. Di gelek şoreşên ku di dîrokê de hatine çêkirin de, jinan di warên wekî şer, avakirina sîstemên nû û biryargirtinê de roleke sereke û beşdariyeke çalak lîstin. Lê belê; di gelek caran de piştî dawîbûna şoreşan, jin ji qada biryargirtina siyasî dûr ketine û dîsa bê rol hatine hiştin.”

‘Hemû qadên jiyanê ji bo jinan vekirî bûn’

Rûken Ehmed anî ziman ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salan li ser bingeha azadiya jinan, demokrasiyê û biratiya gelan hatiye jiyîn û hemû qadên jiyanê ji bo jinan vekirî bûn. Rûken Ehmed destnîşan kir ku lê di rewşa dawî de, ev destkeftî û sîstem rastî metirsiyên cidî hatine û êrîş li ser azadiya jinan, demokrasiyê û biratiya gelan hatine kirin û wiha pê de çû: “Armanca van êrîşan ew e ku van destkeftiyan ji holê rakin û jinan ji rola wan a siyasî û civakî dûr bixin. Ji ber vê yekê, sîstema ku bi salan hatiye avakirin, niha di warê siyasî û hiqûqî de rastî metirsiyên mezin tê.”

‘Dixwaze Sûriyeyê bi sîstemeke îslamî birêve bibe’

Rûken Ehmed destnîşan kir ku hikûmeta demkî bi pêkanîna sîstemeke îslamî maf û îradeya jinan binpê dike û wiha berdewam kir: “Jinên Sûriyeyê di vê şoreşê de gihîştine asteke hişmendî û siyasî ya bilind. Lê piştî hatina hikûmeta demkî, rewşeke neyînî li ser jinan hatiye ferzkirin. Ev hikûmet bi hişmendiyeke selefî, cîhadî û radîkal nêzî jinan dibe û dixwaze Sûriyeyê li gorî sîstemeke îslamî birêve bibe. Ezmûnên li gelek welatên ku sîstemên îslamî lê hatine pêkanîn, nîşan didin ku yek ji gavên destpêkê yên van sîsteman, destdirêjîkirina li ser destkeftiyên jinan û sînordarkirina îradeya wan e. Nêzî du sal in ku hikûmeta demkî hatiye li ser desthilata Sûriyeyê û maf û îradeya jinan rastî binpêkirinan tên.”

‘Hikûmeta demkî jinan ji hemû qadên jiyanê dûr dixe’

Rûken Ehmed tekez kir ku hemû jinên Sûriyeyê rastî xeteriyên cidî tên û wiha got: “Ne tenê jinên Rojavayê Kurdistanê rastî xeteriyan tên, her wiha hemû jinên Sûriyeyê bi van xeteriyan re rû bi rû ne. Li gelek deverên hundirê Sûriyeyê jin rastî revandin, destdirêjî û kuştinê hatine. Di heman demê de hikûmeta demkî bi awayên cuda jinan ji hemû qadên jiyanê dûr dixe, her wiha maf û rola wan sînordar dike.”

Rûken Ehmed diyar kir ku di 29’ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikûmeta demkî de peymanek hat îmzekirin û wiha bibîr xist: “Ew peyman ne di rewşek aram de hatiye îmzekirin ku bi rastî zemînek ji bo çareseriyên siyasî ava bike. Belê, ew peyman di şert û mercên taybet de hat îmzekirin, ji bo ku careke din em rastî qirkirineke din neyên. Di wê demê de pêwîst bû gelek hûrgulî bi awayekî berfireh bên nîqaşkirin, ji ber vê yekê îro em bi gelek astengiyan re rû bi rû ne.”

Rûken Ehmed bi van gotinan berdewam kir: “Eger pêvajoya entegrasyonê bi rêbazekî demokratîk neyê meşandin, jin dê careke din rastî hişmendiya mêrperest, olperest û netewperest bê. Di hemû biryar, tayînkirin û pêkanînên ku tên kirin de, rol û hebûna mêran zêdetir tê hilbijartin, ev yek bandoreke neyînî li ser beşdariya jinan dike.”

‘Xwesteka me sîstemeke ne navendî ye’

Rûken Ehmed bal kişand ser qanûnên ku di sala 2014’an de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin derxistin û armanca wan parastina mafê jinan û malbatê bû û wiha got: “Di sala 2014’an de, Rêveberiya Xweser qanûnên ku mafê jinan û malbatê diparêzin derxistin. Lê qanûn û destûrên ku ji aliyê hikûmeta demkî ve hatine derxistin, li ser bingeheke îslamî hatine amadekirin û ev yek nikare rol, maf û hebûna jinan misoger bike. Xwesteka me tucarî ne parçe kirina Sûriyeyê di warê siyasî de bû. Lê xwesteka me sîstemeke ne navendî ye, ji ber ku di van 15 salên dawî de taybetmendiyên herêmê ew bû, ev yek jî mafê jin û pêkhateyan parastibû.”

‘Pêwîst e destûr were guhertin’

Rûken Ehmed li ser girîngiya parastina mafê jinan di destûrê de axivî û wiha got: “Ji ber ku sazî, hikûmet û destgehên fermî xwe dispêrin yasayê da ku kar û erkên xwe pêk bînin. Eger yasa rê bide tundiyê û cudahiyê di navbera zayendan de, ev yek dikare bibe sedema xeterên mezin ji bo jinan. Lê heta niha tu qanûnek ku bi awayekî rast mafê jinan biparêze tune ye. Di dema rejîma Baasê de jî rewş bi heman awayî bû û îro jî ev rewş tê dubarekirin. Ji ber vê yekê, metirsî li ser destkeftiyên jinan heye û pêwîst e maf û destkeftiyên jinan di qanûn û destûrê de bi awayekî zelal bê parastin.”

Rûken Ehmed tekez kir li ser rola jinan di parlamentoyê de û wiha berdewam kir: “ Pêwîst e di parlamentoyê de jî, rêjeya temsîla jinan were bilindkirin. Eger rêjeya jinan di parlamentoyê de zêde bibe, ew dikarin bi awayekî çêtir maf û daxwazên jinan temsîl bikin û di pêvajoya biryardanê de roleke çalaktir bilîzin.”

Rûken Ehmed anî ziman ku taybetmendiya sîstema me ku jin û mêr bi hev re di cihê biryarê de bin û wiha bilêv kir: “Em niha ketine qonaxeke parastina destkeftiyên jinan. Rastî, parastina destkeftiyên ku hatine bi destxistin ji destxistina wan zehmettir e. Ji ber ku em niha bi dewleteke ku xwedî sîstemeke cuda ye re dijîn û di heman demê de bi hev re pêvajoyeke siyasî û civakî dimeşînin. Sîstema ku me berê ava kiribû, taybetmendiyên xwe hebû û di civakê de jî hatibû qebûlkirin. Di civakê de, azadî û beşdariya jinan di biryardanê de wekî bingeh hatibû dîtin. Mêr êdî nikaribû bi tena serê xwe biryar bide û jinan ji biryardanê dûr bixe.”

‘Di vê pêvajoyê de gelek zehmetî û pirsgirêkên mezin hene’

Rûken Ehmed diyar kir ku hikûmet sîstema hevserokatiyê qebûl nake û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Hikumeta demkî sîstema hevserokatiyê qebûl nake û beşdariya jinan di astên cuda yên biryardanê de bi awayekî têr napejirîne. Ji ber vê yekê em ketine qonaxeke nû, pêwîst e em têkoşîna siyasî û fikrî ya xwe bi dewletê re bidomînin. Helbet wê di vê pêvajoyê de gelek zehmetî û pirsgirêkên mezin hebin. Armanc ew e ku têkoşîn bi rêxistinkirin û hêza jinan were domandin û di pêvajoya siyasî ya îro de, jinên Sûriyeyê cih bigirin. Pêwîst e deng, nêrîn û daxwazên jinan bi awayekî zelal û bibandor bên nîşandan.”