Ronak Mecîd: Divê li dijî dagirkeriyê jin yekbin

Endama desteye hevserokatiya Tevgera Azadiyê Ronak Mrcîd da diyarkirin ku ji hemû deman zêdetir divê jin xwe rêxistin bikin û li dijî dagirkeriyê yekbin.

TEWAR PÊNCEWÎNÎ

Silêmanî- Êrîşên dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê di şeva 17’ê Nîsanê de bi fermî destpêkir. Bi destpêkirina êrîşan re jin, hemwelatî, aliyên siyasî yên herêma Kurdîstan û çar aliyên Kurdistanê û Iraqê nerazîbûnên xwe dan nîşandan. Aliyên siyasî yên Iraqê yên weke tevgera Sadir, Tevgera Hikume, Rêxistina Bedir, hevpeymana Ezîm, serokê hevpeymana Nasir, serokomarê Iraqê, kesyetiyên siyasî, rewşenbîr û rojnamevan li beraberî êrîşan helwesta xwe diyarkirin û van êrîşan weke dagirkirina xaka Iraqê bi nav kirin. Aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê endamê serkirdeya YNK, Firaksyona Komal ya parlemena herêma Kurdistanê, hizbî Şîa ya Kurdistan, hizba Zehmetkêşam, Tevgera Goran, çavdêriyên siyasî û rewşenbir  û kesyetên din bi daxuyaniyan di medyayê de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk helwesta xwe diyar kirin û hevkariya PDK’ê weke îxanet bi nav kirin.

“Êrîşên dewleta Tirk di salvegera enfalê de destpê kir”

Endama desteya hevserokatiya Tevgera Azadiyê Ronak Mecîd jî di derbarê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê de ji ajansa me re axivî û got: “Weke di ragihandinan de behs dihat kirin 15’ê Nîsanê di salvegera enfalê de êrîşên dewleta Tirk destpê kir, armanc dagirkirina Kurdistan û qirkirina Kurdane. Êrîş ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ye, dewleta dagirker ya Tirk hebûna PKK’ê weke bihaneyekê bi kar tîne daku bikare were nava xaka herêma Kurdistanê. Dê hem Başûrê Kurdistanê hem jî Rojhilata Navîn ji van êrîşan zererê bibîne, ji lewra divê em hemû di ferqa vê debin û li gorî wê xwedî helwestbin.”

“Di hemû deman de jin dibin armanc”

Ronak Mecîd bi bîr xist ku yên herî zêde ji van êrîşan ziyanê bibîne jinin û wiha dom kir: “Ger em temaşeyî enfal, kîmyabarana Helepçe, komkojiya Dêrsimê û hemû komkojiyên din bikin emê bibibîn jin û zarok dibin qurbaniyên komkojiyan. Di hemû rewşên aborî, civakî, siyasî de jin dibin armanc, ji ber wê ez bang li hemû jinan dikim ku carek din nebin qurbaniyên destê dagirkeran û siyaseta xelet, bi navê hikumeta herêma Kurdistan ku PDK pêşengtî dike. Divê em ji bo parastina xwe, xaka xwe û zarokên xwe bibin yek û yek deng bin. Jinên partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê daku bibe xwedî jiyanek aram û azad divê rê nedin dagirkeriyê.”