“PDK ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî rê ji dagirkeran re xweş dike”

Hevseroka Tevgera Azadî Şehên Mehemed di derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de got: “Divê her kes li hemberî rewşê xwedî helwest bin û rê nedin xaka Kurdistanê were dagirkirin.”

ŞINYAR BAYÎZ

Silêmanî - Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ê 26’ê Adarê bi daxuyaniyekê pilanên berfireh yên êrîşa hevbeş ya dewleta Tirk û PDK’ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê aşkira kir. Li gora daxuyaniyê wê êrîş di 15’ê Nîsanê de destpê bikira. Di 15’ê Nîsanê de serokê hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê Mesrur Barzanî li gel Erdogan û Hakan Fîdan civiya, piştî vê civînê êrîşên ser Başûrê Kurdistanê destpê kir. Cihê balkêşiyê ye bi aşkira di oparasyona vê carê de PDK raste rast di êrîşa dewleta Tirk de cihê xwe digre û pêşmerge li beramberî gerilayên azadiya Kurdistanê didin şerkirin.

Medyaya PDK’ê di derbarê vê civîna ku ji ber êrîşên dagirkirina xaka Kurdistanê bû, weke li ser gaza xwezayî civiyane dabûn nîşandan. Êrîşa hevbeş ya dewleta Tirk û PDK di şeva 17’ê Nîsanê de li ser sînorê Amediyê û Şêladizê destpêkir. Çiyayê Kurejaro yê Şêladazê, Metîna û herêmên Bala hatin bombaran kirin.

“Tirkiye dest ji êrîşên dagirkeriyê bernade”

Hevseroka Tevgera Azadiya Komela Kurdistanê Şehên Mehemed di derbarê êrîşên dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê de ji ajansa me re axivî û bi bîr xist ku Dewleta Tirk hertim êrîş dike û got: “Binemala Barzan heta niha bi veşartî alîkariya êrîşên dewleta Tirk dikir, lê belê niha raste rast û bi aşkerayî alikariya dewleta Tirk dike. Ne tenê alikariya êrîşên dagirkeriyê dike, di hemû aliyên talankirina dewlemendiya xwezayî û wêrankirina Başûrê Kurdistanê de alîkariyê dike. Nebûna xwedî helwest a mala Barzanî li beramberî pêşwazîkirina wan û êrîşên dewleta Tirk lewaziya desthilata hikumeta herêma Kurdistanê nîşa dike. Ji ber binemala Barzan li ser navê hikumeta herêma Kurdistanê serdanan dike. Herçendî ku KCK da diyar kirin ku bila PDK hevkariya dagirkeran neke ji cihê xwe di êrîşa beramberî Kurdan de girt. Divê tu caran ji bîra me neçe dîroka binemala Barzan hemû îxanet û hevkarîkirina dagirkerane. PDK ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî rê ji dagirkeran re xweş dike. ”

“Divê li dijî van êrîşan xelkê Başûr bêdeng nemîne”

Şehên Mehemed da zanîn ku divê gelê Başûr li beramberî êrîşan bêdeng nemîne û wiha dom kir: “Ya giring ewe ku binemala Barzan bêdeng nebe, ji ber li gel dijminên xaka Kurdistanê û dewlemendiya xwezayî û hemû destkeftiyan dixe metirsiyê. Hikumet û parlemena herêma Kurdistanê bê helwest û bêdenge li beramberî êrîşên ser Başûrê Kurdistanê, divê aliyên siyasî xwedî helwestek cidî be. Xelkê Başûrê Kurdistanê herçendî xwedî helwestin jî lê belê divê hîn zêdetir li beramberî van êrîşên dewleta Tirk helwesta xwe nîşan bidin û rê nedin dagirkeriyê. Ji dîrokê ve jin xwedî rolin û li beramberî dagirkeriyê pêşengtî kirine. Ji bo wê divê nîha jin dengê xw ebilind bikin û helwesta xwe nîşan bidin. Bi dengê jinan wê ev dagirkerî bi dawî bibe û dagirker têk biçin.”