“Roja jinên cîhanê ji bo parastina destkeftiyan şansek e”

Derbarê hebûna jinên Mexribê ya di qada siyaset û navendên biryargirtinê de çalakvana mafên mirovan Leyla Emily da zanîn ku hilbijartin di asta hereman de bi nûneratiya jinan hatine kirin

HENAN HARIT

Mexrib - Di van salên dawî de jinên Mexribê li gor çend welatên cîran pêşketinên girîng jiyane, wan gelek destkeftiyên destûrî, qanûnî, siyasî û mafên mirovî bi dest xistine, bi ezmûnên xwe li herêmê pêşeng in. Tevî vê pêşketinê jî ji ber zihniyet û qalibên serdest a nesazkirina nirxên wekheviyê û nebûna pêkanîna zagonan, gelek astengî hene. Pêla Covid-19 heta çi radeyê bandor li mafê jinên Mexribê kiriye ku di pêvajoya şewba korona de ev sala sêyemîn e Roja Jinên Cîhanê pîroz dikin. Têkildarî rewşa jinên Mexrîbê, aktîvîsta mafên mirovan û seroka Komeleya Destên Azad Leyla Emily ji ajansa me re axivî

Leyla Emily rewşa jinên Mexribê di van salên dawî de wiha anî ziman: "Di van deh salên dawî de rewşa jinên Mexribê pêşketineke berbiçav tomar kiriye di encama hevgirtina ji gelek faktoran. Ya herî girîng jî mezinbûna tevgerên demokratîk û mafên mirovan e ku di têkoşîna tevgerên jinan de cih girtiye û hebûna wan a xurt di nav rêxistinên civaka sivîl de heye. Her wiha ya di Destûra Bingehîn a 2011'an de hate pejirandin tê de tê gotin ku Mexrib li ser prensîbên wekhevî, derfetên wekhev û dadmendiya civakî hatiye damezrandin. Di heman demê de di beşa xwe ya şeşan de destnîşan dike ku desthilatdarên giştî kar dikin da ku bikaribin şert û mercên giştîkirina cewhera rastîn a azadiya hemwelatiyan, wekheviya di navbera wan de û beşdarbûna wan a jiyana siyasî pêk bînin. Derbarê beşa 19'an de, ew piştrast dike ku jin û mêr bi wekhevî ji maf û azadiyên sivîl, siyasî, aborî, civakî, çandî û jîngehparêzî sûd werdigirin".

“Ji bo jinên Mexribê destkeftiyên girîng derket holê”

Leyla Emily diyar kir ku ji bilî daxwazên destûrê, Mexrîb jî tevlî gelek peymanên navneteweyî bûye û wiha domand: “Bi taybetî jî Konferansa Pekînê (CEDAW) ya li ser rakirina hemû cêwaziyên li dijî jinan ku tê de tê gotin ku pêşveçûna tam ji welatekî re û bextewariya zanistê û doza aşitiyê, hemû pêwîstiya xwe bi beşdariya jinan li ser bingehek wekhev li gel mêran di her warî de heye. Ji xwe Mexrib yek ji welatên erebî yê pêşîn bû ku vê peymanê erê kir. Di berdêla vê de, rêze reforman berdewam kirin û pêşdeçûna jinan kiryareke hikûmetê bû û komek tedbîr hatin girtin ku ji bo jinên Mexribê qezenca herî girîng derket holê. Ew jî qebûlkirina qanûnek ji bo parastina jinên Mexirbê ji tundiyê ye ku di sala 2018'an de hate pejirandin. Hebûna jinan di astên rêveberiyê de hatiye tomarkirin, sefîr û wezîrên jin ên berpirs li ser wezaretên serwerî yên wek Wezareta Darayî ku di destê mêran de bû, hene. Lê ev nayê wê wateyê ku em gihîştine armanca xwe. Li ser gihandina jinan ji bo cihên biryardanê, beşdarbûn kêm maye û pêşketina rewşa wê ya siyasî û aborî nebû sedema başkirina nûnertiya wê ya siyasî ji ber astengiyên qada siyasî, aborî û civakî û berdewamiya dîtina jinê ya weke hebûneke ne siyasî."

Derbarê pirsgirêkên ku nahêlin jin bigihêjin parastin û baştirkirina rewşa xwe de jî Leyla Emily diyar kir ku pirsgirêk bi pêkanîna qanûnên li ser erdê ve girêdayî ye, wekî yasaya tundutujiyê. Leyla Emily eşkere kir ku tevgerên femînîst li Mexribê banga guhertineke berfireh a kodê dikin û wiha berdewam kir: “Derbarê gelek mijarên ku malbatan ên weke zewaca zarokên keç û bal kişand ser wê yeke ku zewaca zarokên keç di navbera 16 û 18 salî de hîna jî pirsgirêkek serekeye. Daxwaz hene ku zagona tawanan were guhertin, nemaze di derbarê pirsgirêkên jinan de, ji bo rakirina cezayên li ser tecawizkar û kesên ku her tiştê girêdayî bazirganiya mirovan di nav refên jin û zarokan de dikin.  Di ronahiya pîrozkirina roja jinên cîhanê de divê destkeftiyên ku bi dest xistine bên xurtkirin, ev tê wê maneyê ku ji jinan zêdetir xebat tê xwestin."

“Her roj roja jinan e”

Leyla Emily wiha dom kir: “Hemû rojên salê weke roja jinan dihesibîne. Jin dayîk, xwişk, hevjîn û heval e, ji ber ku jiyanê dide zarokan, lewma jî divê her roj were pîrozkirin û li benda roja heştê Adarê nemîne ku behsa pirsgirêkên jinan bikin. Roja jinên cîhanê bo sala sêyem li ser hev tê, di pêvajoya berdewamiya pandemiya koronayê de, ku jiyana jinan li seranserê cîhanê serûbin kiriye; jin bêhtir nemaze di dema karantînayê de zirar dîtin, ku bandorek mezin li ser jinên Mexribê û hem jî li ser jinên cîhanê kir, ji ber ku rûniştina mêr bi demjimêrên dirêj li malê bû sedema belavbûna şîdet û nakokiyê di navbera jin û mêran de. Pandemiya koronayê bê hevsengiya ku jinên Mexribê û Ereb tê de dijîn nîşanî me da û ev yek jî ferz dike ku divê qanûnên ji bo jinan zêdetir parastinê dikin hebin li gel aktîfkirina wan bi awayekî rast li ser erdê, û guhertina zîhniyeta baviksalar û rêzgirtina rûmeta mirovan".

“Tevgerên jinan li Mexribê di pêkanîna erkên xwe de serkeftîne”

Cîgira Sekretera Giştî ya Komeleya Mexribê Hana EL-Muelif da zanîn ku li Mexribê û li cîhanê giştî, diyar dibe ku jinan wek her carê barê herî mezin hilgirtiye û wiha domand: “Zehmetiya gihîştina xizmetên di nav de saziyên dadwerî û xizmetên civakî jiyane û her wiha şîdeta nav malê û hevjînan û şîdeta li dijî jinan li qada giştî û li ser înternetê zêde bûye. Ji ber vê qeyranê tevgera femînîst û civaka sivîl divê pêşniyarên siyasetê pêşkêş bikin da ku armanca wan ew be di demek nêzîk de, di çarçoveya bersivek bilez a hukûmetê de ku kêmkirina bandorên pandemiya Covid-19 li ser jinan  digir nav xwe û rê dide wan ku bi zirara herî kêm ji wê xilas bibe. Lê ji bo ku ev bersiv bi bandor be, divê pêşdarazî û pîvanên kûr ên civakî yên ku li dijî jinên Mexribê di qada giştî û taybet de cihêkariyê dikin, li ber çavan were girtin.”

 Hana EL-Muelif di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevgerên jinan li Mexribê di pêkanîna erkên xwe de bi serdikeve û ji ber hebûna xwe ya erdnîgarî, çînayetî an jî bijartinên xwe yên îdeolojîk nêzî tevgerên protestoyî yên gelerî ne. Hana El-Muelif bilêv kir ku ya herî jêhatî ye ku ramana femînîst a Mexrîbê nû bike ku di qadê de bibe meyla feminist, bi gotineke din ji bo guhertina statûya jinan bi stratejiya xebata bi jinan re, ev seferberiyek nû ye.