"YPJ artêşa parastina hebûn, nirx, pîvan û nasnameya jinan e"

Fermandara YPJ`ê Selcan Efrîn bi wesîleya 8`ê Adarê Roja Jinên Cîhanê behsa rêxistinbûn û zayîna YPJ`e kir

BERÇEM CÛDÎ

Reqa - Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 4`ê Nîsana 2013`an de weke artêşa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat damezrandin. YPJ weke nasname û rêgezên ku xwe li ser birêxistin kir hişmendiya civakên Rojhilata Navîn û Cîhanî guhert û nasnameya jinên têkoşer eşkere kir. Şervanên YPJ`ê bi berxwedanî û têkoşîna xwe ji bo tevahî jinan bûn hêv, pêşeng û zayîn. Bi munasebeta Roja Jinên Cîhanê ajansa me li gel fermandara YPJ`ê Selcan Efrîn hevpeyvîn di çarçoveya rêxistinbûna YPJ`e de çêkir.

Hûn weke YPJ`ê parastina rewa bi taybetî ji bo jinan çawa dinirxînin?

Weke YPJ`ê ji aliyê parastina rewa ve, em bikaribin 8`ê Adarê bikin wesîleya parastina tevahî jinan. Parastina rewa mafê her zindiyê, mirov, jin û her civakê ye. Di roja me ya îro de ku êrîşên li ser mirovahiyê û bi taybetî yên li ser jinan zêde dibin, em neçar dimînin pergala xwe ya parastinê birêxistin bikin û bikaribin mafên jinan û mirovahiyê biparêzin. Parastin mafeke xwezayî û sosyolojîk ê mirovan e, bi taybetî jî di kesayeta jinan de mafekî rewa ye. Di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî YPJ`ê xwe li ser vê bingehê birêxistin kir û pergala xwe ya parastinê ava kir. Her wiha ji bo ku em bikarbin tevahî jinan bixin nava vê pergala parastinê û parastina mafên jinan di hundir û derve de dike. Her wiha ji bo ku em bikaribin nirxên mirovahiyê û jinan ên ji aliyê madî û manewî ve biparêzin li cihê ku maf, hebûn û rastiya mirovahiyê hebe, bêguman dê parastin jî hebe. Em jî weke YPJ`ê hewl didin xwedî li vê mîrateyê û parastina rastiyê derkevin. Ji ber ku em dikarin xwedî li çand û nirxên mirovahiyê bi riya parastina jinan derkevin ev yek erka me ya yekemîn e. Em hewl didin bi vê yekê re parastina rewa bikin malê tevahî jinan û mirovahiyê.

Misyona YPJ`ê di misogerkirina parastina rewa de di kîjan astê de ye?

Hejmara zêde di nava civakê de jin in her wiha yên xwedî rola sereke û bi hejmareke mezin beşdarî xebatan dibin dîsa jin in. Lê em dibînin ku ji derve de êrîşeke mezin li ser vê hebûnê û heqîqetê heye. Ji lewre divê ku em weke jin vê yekê bizanibin, ji bo ku em hebin pêwîst e di serî de em xwe biparêzin û xwedî li mafên xwe derkevin. Li ser vê bingehê em dixwazin hebûna jin a di nava civakê de bi wate bikin, xwedî li nasname û erka xwe ya demê derkevin. YPJ di parastina rewa de ji bo hemû jinan roleke bi vî rengî lîst û heta dawiyê jî li ber xwe da. Bi taybetî jî li dijî terora DAIŞ`ê ku ji aliyê tevahî cîhanê ve hatibû birêxistinkirin, YPJ`ê misyoneke girîng di parastina rewa de lîst û bi vîn, biryar û dilxwaziya xwe li dijî çeteyan şer kir û îsbat kir ku jin tu carî teslîmî terorê, îxanetê û bêrêgeziyê nabe. Şervanên YPJ`ê di parastina tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih girtin û di vî warî de fedakariyeke mezin nîşan dan.

 Girîngî û wateya artêşbûna jinan çi ye?

Li ser bingeha tecrubeyên ku di şerê li dijî DAIŞ`ê de hatin jiyîn, YPJ`ê xwe gihand asta atêşbûyîna jinan. Artêşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e ku bi tecrube û keda xwe gihîştin vê astê. Pêwîstî pê hat dîtin ku jin xwe ji aliyê leşkeriyê, şer, taktîk, fermandarî û pêşengiyê ve birêxistin bikin û xwe bigihîjînin asta artêşbûyînê. Me bi vî rengî biryara bûyîna artêşê girt, ji bo ku em bikaribin mafên mirovahiyê û jinan baştir biparêzin. Li cihekî ku êrîş, tunekirin û heta qirkirina fizîkî hebe divê ku jin xwe ji aliyê parastina rewa ve birêxistin bikin. Artêşa jinan YPJ bi tevlibûna hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Çerkez, Turkmen û hwd. ava bû. Ev jinên ji neteweyên cuda di heman çeperê de şer kirin û mil bi milê hev axa xwe parastin. Nasnameya YPJ`ê ya artêşbûna jinan li ser asta cîhanê jî bandora xwe çêkir. Ev yek jî baweriyeke xurt bi parastina rewa û parastina nirxên civakê da avakirin.

YPJ xwe li ser çi rêgezan birêxstin dike û roleke çawa di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de dilîze?

Civak û bi taybetî jî jin piştrast in ji ber ku hêza wan a parastinê heye her wiha bandorê li gel kir ku ew jî xwe di nava pergala parastinê de birêxistin bikin. YPJ`e baweriyeke mezin di nava gelê xwe de ava kir, ev yek di nava Rojhilata Navîn û cîhanê de jî bû model û sembol. Ji ber vê cihên ku serhildan lê çêdibin, di destpêkê de jin pêşengiya wê serhildanê dikin. Êdî bi jinan re paradîgmaya rabûn û serhildana ji bo mafên xwe hatiye rûniştandin. Hişmendiya parastina rewa, hem bi civakê re hem bi jinan re bi pêş ketiye. Ev yek gelek girîng e, ji ber ku heta mirov hişmendiya parastina rewa bi mirovan re ava neke, birêxistinkirin jî pêk nayê. Sazkirina YPJ`ê rol û bandoreke bi vî rengî ava kir. Ji bo vê me xwe bi rêxistin kir û zagonên xwe yên bingehîn diyar kir da ku em bikaribin vê yekê di nava civakê de mayînde bikin.
Rêgez armanc û daxwazan diyar dike ku mirov bikaribe xwedî li nasnameya xwe derkeve. Di destpêkê de YPJ hêzeke dilxwazî ye, jin ji bo xwe, civak û gel bi vîna xwe beşdarî artêşê dibin. Ji bo ku bikaribin zêdetir pêşengiyê ji civakê re bike, di asta fedayîtiyê de têkoşîna xwe dide meşandin û şer dike. Hezkirina xwe ji welat, gel, civak û hebûna xwe re. Rastiya nêrîna yên ku digotin jin nikarin şer bikin, nikarin di tu cihan de bibin xwedî nêrîn û biryar. Eşkere bû ku jin dikarin ji hemû aliyan ve rola xwe bilîzin û berpirsyariya civaka xwe bi cih bînin. Bi jinan re hezkirina ax û welat, girêdana bi azadiyê re û hêza xwenaskirinê çêbû, bi taybetî jî di beşa parastina rewa de. Dilxwaziya YPJ`ê ya ji bo artêşbûnê û parastina rewa ji bo hemû jinan di vê astê de bi pêş ket û bû tecrubeyekî mezin. Ji bo vê êdî kes nikare vîna YPJ`ê û jinan bişkîne.

Têkoşîna YPJ`ê çi guhertin di warê hişmendiya civakê de ava kir?

Her ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rêxistin, hebûn û hêza jinan bi pêş dikeve, em dibînin ku êrîşên dagirkeriyê dijwar û zêdetir dibin. Pergala ku dibêje jin di tu rûpelên dîrokê de tune ne, îro jinan xwe baş li hemberî vê pergal û hişmendiyê birêxistin kirine û di asta artêşbûnê de têdikoşin. Di sedsala 21`emîn de jî herî zêde êrîş li ser jinan hatin kirin lê YPJ`ê hemû cureyên şer û qirkirina li dijî jinan vala derxist. Ji bo vê jî ev pergal tirseke mezin ji vîn û hêza jin dijî. Heger em bala xwe bidin êrîşan, em ê bibînin ku ji mêr zêdetir jin bi hemû rêbazên şer re rû bi rû dimînin. Ji ber ku heger jin xwe di tevahî qadên jiyanê de, bi taybet jî di warê parastinê de birêxistin bikin, dikarin dawî li pergala dagirkerî û faşîzmê bînin.

Peyama YPJ`ê ji bo 8`ê Adarê çi ye?

Gelek hewldan tên kirin ku YPJ ji bo jinan nebe model, ji ber ku pergala serdest naxwaze jin bi pêş bikevin û li ser wan xeterê ava bikin. Di vê çarçoveyê de banga me weke YPJ ew e ku jin bi erka xwe ya demê û civakî rabin. Hemû jinên ku di qadan de li dijî desthilatdarî û dagirkeriyê şer dikin, xwe ji aliyê parastinê ve birêxistin bikin û vê hişmendiyê di xwe de ava bikin. Em hêvîdar in ku tevahî jin pergala parastinê bi yek destî bi YPJ`ê re li hundir û derve xurtir bikin, êrîşan têk bibin û vala derxin. Careke din bi wesîleya 8`ê Adarê em hêvî dikin û bawer in jî ku jin her roj biherikin qadan û mafên xwe daxwaz bikin. Em bi vê boneyê têkoşîna jinan bilindtir dikin û li hemû cîhanê belav dikin. Her wiha têkoşîna jinan bibe bingeha azadî û sererastkirina civakê. Em peyameke bi vî rengî ji bo hemû jinan pêşkêş dikin û em bawer in ku dê 8`ê Adarê bibe wesîleya hevgirtina têkoşîna jinan.