Rîhan Loqo: Çeteyên DAIŞ'ê rûyê dewleta tirk ê rastî ne

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, Rîhan Loqo êrîşên DAIŞ'ê yên li Hesekê wiha nirxand: "Dewleta tirk bi riya çeteyên DAIŞ'ê dixwaze projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser û ewlehiya herêmê têk bibe."

AVÊSTA HESEN
Qamişlo-Di 20'ê Çileyê de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî girtîgeha Xwêran a ku 5 hezar çeteyên DAIŞ'ê yên di operasyona QSD'ê ya ku di rizgarkirina Baxozê ya bajarê Dêre Zorê di sala 2018'an de hatibûn girtin dihewîne. Çeteyên DAIŞ'ê bi riya vê êrîşê xwestin çeteyên di girtîgehê de derxin û xîlafeta xwe ya goya Îslamî li gorî nêrîna xwe îlan bikin, bi alîkariya dewleta tirk. Li hemberî vê êrîşî bersivên xurt ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Asayîşa jin ve hatin û heta vê deqeyê berdewam dikin. Der barê mijarê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, Rihan Loqo axivî.  
 “DAIŞ û dewleta tirk yek in”
Rîhan Loqo da zanîn ku şerekî bêsînor li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin her wiha diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê rûyê dewleta tirk ê duyemîn in û wiha got: “Em berxwedana hêzên xwe QSD'ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Asayîşa Jin ên ku şev û roj di nava germahî û sermahiyê de parastina me û destkeftiyên me dikin, silav dikin. Di dirêjahiya 10 salan de şerekî dîplomasî, siyasî, leşkerî û aborî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat meşandin. Çeteyên DAIŞ'ê di sala 2013'an de xwe li Sûriye û Iraqê aktîf kirin û bi taybetî li ser bajarê Serêkaniyê êrîşek dijwar pêk anîn. Di heman wextê de di sala 2014'an de êrîşî bajarê Kobanê kirin. Di şerê çeteyên DAIŞ'ê de derket holê ku dewleta tirk bi awayekî fêrmî alîkariya wan dike. Em dikarin bêjin ku çeteyên DAIŞ'ê rûyê dewleta tirk ên rastî ne."
"Dixwazin Rêveberiya Xweser têk bibin"
Rihan Loqo di berdewamiya gotinên xwe de destnîşan kir ku armanca êrîşan têkbirina Rêveberiya Xweser e û wiha domand: "Bi êrîşkirina çeteyên DAIŞ'ê re derket holê ku armanca wan a esasî ew e ku nasnameya gelan qir bikin. Her wiha dixwazin ewlehî û aramiya ku di nava herêman de hatiye rûniştandin were xirabkirin da ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi aramî nejîn. Em dibînin her sal dewleta tirk, bi hevkariya çeteyên DAIŞ'ê bi şêwazên cuda êrîşî herêmên me, berpirsyar û pêşengên civaka me dike. Di vê salê de jî dewleta tirk bi plan û komployek xwest çeteyên ku di girtîgehê de ne rizgar bike. Di girtîgeha Xwêran de 5 hezar çete hene û ev komplo û plan ji aliyê dewleta tirk û îstîxbarata rejîma Baasê ve hatiye amadekirin. Bi vê komployê dixwazin, îradeya gel û projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser têk bibin. Lê armanca wan nagihîje serî, ji ber ku hêzên me li dijî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke mezin raber dikin."
"Em ê destkeftiyên xwe biparêzin"
Rihan Loqo herî dawî diyar kir ku ew ê destkeftiyên xwe li hember hemû êrîşan biparêzin û wiha bi dawî kir: "Projeya me li ser bingeha wekhevî, azadî û demokrasiyê hatiye avakirin. Gelê me bi dehan salan e hatiye perwerdekirin û gelê azadîxwaz tu car rê li ber kesên wiha venake ku aramiya bajarên me têk bibin. Gelê me bênavber têdikoşe û komploya dijmin dê tu car bi ser nekeve. Bangawaziya me ji tevahî gelê me re heye ku rêxistin, hevgirtin û yekitiya welatê xwe biparêzin. Her wiha em ê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û rê nadin dijmin fitneyê di navbera me de çêbike. Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin."