Aisha Kawadrî: Li Cezayîrê rêjeya jinan di saziyên biryardayînê de kêm bûye

Aisha Kawadrî di wê baweriyêdeye ku sepandina prensîba kotayê ji aliyê Cezayîrê ve, bû sedem ku ew tevlî du ji sê parên welatên cîhanê bibe ku kotayên hilbijartinan pêk anîne, da ku ev hevsengiya hêzê rast bike û rêjeya jinên hilbijartî zêde bike. Li 84 welatan, yanî ji sedî 44 ji cîhanê, ev kota xwedî hêzeke qanûnê ye.

NECWA RAHIM
Cezayîr- Têgihîştina civakî ya li ser hêza jinan a ji bo beşdarbûna biryarên giştî neyînî ye û kêm dimîne, ne tenê li Cezayirê lê li tevahiya cîhanê jî. Rêgezên civakî û çandî û qalibên zayendî yên ku jinan di qada taybet de dihêlin, hertim bandorê li tevlîbûna wana tam û bi bandor a di biryargirtinê de kiriye.
Parêzer û çalakvan Aisha Kawadrî di wê baweriyêdeye ku rola jinan a di biryargirtinê de dikare bi ser bikeve, lewra alîkariya wan dike ku nûnertiya sazî û dezgehan bikin, wan bêtir berfirehtir dike û dilxwaztir dike ku perspektîfa zayendî di nav polîtîkayên giştî û pratîkên sazûmaniyê de bi cih bikin. Li ser vê mijarê wê got ku tevî pêşketina berbiçav di hêjmara jinan de di cihên biryardayînê de bi awayekî giştî de hê jî jin di hemû astên biryardanê de li hemû herêmên cîhanê kêm tên temsîlkirin û hêjmara jinên hatine hilbijartin hêdî hêdî zêde dibe.
Parêzer û çalakvan Aisha Kawadrî ji ajansa me re wiha nerînên xwe parve kirin: "Jin hê jî bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin ku nahêlin ew bi heman şert û mercan beşdarî pêvajoyên biryardayînê yên li ser asta herêmî û neteweyî bibin. parvekirina newekhev a kar û barên malê yên bê heqdest û kêmbûna çavkaniyan (mirovî, aborî û dem), kêmbûna binesaziyê û xizmetên giştî yên li gorî pêdiviyên jinan, rewşa wan a pîşeyî ya metirsîdar, mûçeyên newekhev, kêm gihandina parastina civakî û hwd. ev hemû faktorên tevlîbûna tevahî û bi bandor a jinan di qada giştî de ne.”
“Rêjeya nûnertiya jinan li Cezayîrê ji sala 2007’an ve kêm bûye”
Aisha Kawadrî diyar kir ku rêjeya Nûnertiya jinan di Meclisa reveber de a li Cezayîrê ji sala 2007'an ve li beramberî rêjeya nûnertiya jinan di hiğlbijartinên qsanûnî yên ku di Hizêrana bûrîde çêbûn, gelekî kême. Aisha Kawadrî armanca bi çarçoveya zagonî û siyasî ya beşdarbûn û nûneratiya jinan di qada giştî de kir, bi riya erkên navneteweyî yên têkildarî nûnertiya jinan di biryardanê de û wiha got: "Cezayîrê gelek peymanên navneteweyî îmze kiriye ku armanca wan başkirina beşdarbûn û nûnertiya jinan di jiyana giştî de ye. Wek Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî, Peymana Navneteweyî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî û Peymana Mafên Siyasî yên Jinan. Ji derveyî peymana rakirina hemû cudahiyên li dijî jinan, CEDAW’ê.”
“Li Cezayîrê girîngî ji beşdarbûna jinan re tê nîşandayîn”
Aisha kawadrî diyar kir ku armanca stratejiya îmzekirina van peymanan ew e ku beşdariya wekhev a jin û mêran di biryardayînê de were kirin û nûnertiya jinan di jiyana giştî de û beşdarbûna wan di pêşxistina siyasetên giştî de zêdetir bibe. Parêzer Aisha Kawadrî pesnê Cezayîrê da ku di guhertinên vê dawiyê yên qanûna hilbijartinê de çarçoveya normatîf a neteweyî xêz kiriye û girîngî dide beşdarbûna jinan di dezgehên hilbijartî de ji bo rûbirûbûna kêşeyên heyî û rêdana beşdarbûna bi bandor a ji bo wekheviyê ji sala 2008’an ve bi riya tevlikirina qanûnek nû ku li gorî wê dewlet soz dide ji bo pêşxistina mafên siyasî yên jinan bixebite. Wê anî ziman ku sîstema kotayê hevaheng e bi berçavgirtina newekheviya di gihandina jinan ji postên hilbijartinê û zehmetiyên taybet ên ku ew di gihandina cihên biryardanê de rû bi rû dimînin.
Sepandina prensîba kotayê
Di heman demê de Aisha Kawadrî di wê baweriyê de ye ku sepandina prensîba kotayê ji aliyê Cezayîrê ve, bû sedem ku ew tevli du ji sê parên welatên cîhanê bibe ku kotayên hilbijartinan pêk anîne, da ku ev hevsengiya hêzê rast bike û rêjeya jinên hilbijartî zêde bike. Li 84 welatan yanî ji sedî 44 ji cîhanê, ev kota xwedî hêzeke qanûnê ye.
Aisha Kawadrî bal kişand ser zehmetiyên ku jin di giheştina meqamên biryardanê de rû bi rû dimînin û got ku ew aloz û nezelal in, nemaze piştî encamên vê dawiyê yên hilbijartinên herêmî ji ber nerazîbûna jinan ji beşdariya di proseya hilbijartinan de, çi bi namzed û çi bi dengdayînê. Zagona Bingehîn a Pergala Hilbijartinê ya ku Adara borî hat qebûlkirin ew e ku hejmara kursiyên partiyê dê ji jinan re veqetînin zêde kir û her lîsteyek ku ew ji bo hilbijartinên herêmî pêşkêş dikin (benda 176) an zagondanînê (191) herî kêm ji sedî 50 ji jinan vedihewîne. Lê belê tu xalek ji bo misogerkirina beşdarbûna bi bandor a jinan di encûmenên hilbijartî de nehatiye dayîn da ku dengdêr li gorî sîstema lîsteya vekirî dengê xwe bidin kesên ku ji lîsteyê hildibijêrin.