Rêveberên jin: Bi êrîşên li ser Zirganê rêxistina jinan hedef digrin

Ji ber êrîşên li ser navçeya Zirganê, helwest û berxwedana sivîlan Rêvebera Kongra Star Delal Mehmûd û Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Rîm Cewher gotin ku êrîşên li ser navçeya Zirganê hêz û rêxistinbûyîna jinan hedef digrin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji herêmên ku herî zêde bi êrîşên dagirkeriya tirk re bi riya bejahî û hewayî rû bi rû dimînin e. Li vir sivîl bi her awayî, bi afirandina rê û rêbazên parastinê li dijî êrîşan li ber xwe didin. Navçeya Zirganê ya girêdayî Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî du sal û nîv e bi êrîşên dagirkeriyê re rû bi rû dimîne, bi hezaran top li ser gund û navçeyê hatine barandin her wiha bi dehan sivîl ku di navbera wan de jin û zarok hene jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Der barê nirxandina armanca êrîşan Rêvebera Kongra Star Delal Mehmûd û Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Rîm Cewher ji me re axivîn.

"Êrîşên li ser Zirganê rêxistina jin hedef digre"

Delal Mehmûd behsa êrîşan kir û got ku ew di asta yekemîn de tevgera jinan û rêxistinbûyîna wê hedef digre û wiha domand: "Di êrîşên ku li dijî herêmên me rû didin, sivîlan dikin hedef û dibin qurbaniya topên dagirkeran. Her wiha di asta yekemîn de jî tevger û rêxistina jinan hedef digre û armanca dewleta tirk a dagirker ew e ku bihêle ev rêxistin gavan paşve biavêje. Di heman wextê de dagirker zirarê didin xwezayê hem jî mirovan. Ne kevir, dar û ne jî mirov ji topên dagirkeran xilas bûne lê hemû jî dîsa li ber xwe didin. Di heman wextê saziyên xizmetguzarî ku xizmeta civakê dikin topbaran dike ku ev yek jî dikeve rêza sûcên şer. Di van binpêkirinên ku dike de armanc jê ew e ku pêleke koçberiyê çêbibe navçe û gundewar vala bibin. Dewleta tirk bi hemû hêz û teknîka xwe nikare berxwedana sivîlan li Zirganê bihejîne, ji ber îro xelikê li vir wekî xelekekê ne û dest dane hev her wiha girêdana wan bi axa xwe re zêde bûye. Her çaxa ku rêxistina me dikin hedef, em bêtir bi îsrar dibin ku rêxistina xwe mezin bikin û jinan biparêzin."

"Hebûna hêzên garantor li vir şeklî ne"

Delal Mehmûd der barê bêdengiya hêzên garantor li herêmê û hebûna wan wekî şeklî pênase kir û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Rojane, li vir Zirganê Hêzên Rûsî dewriyeyên xwe diavêjin lê mixabin hebûna wan li vir şeklî ye û li gorî erka xwe tevangerin. Daxwaza me jî ew e ku li gorî erka ji bo wê derbasî herêmê bûne tevbigerin û êrîşên li ser sivîlan bidin rawestandin. Li vir xwîn dirêje, zarok tên qetilkirin, jin dibin qurbanî divê ku êdî ev tişt were rawestandin."

"Hêza xwe ji me û em jî hêza xwe ji gel digrin"

Li aliyekî din jî Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşa Jin) Rîm Cewher jî der barê hefegirtina navendên ewlekariyê de ev tişt anî ziman: "Dewleta tirk ne tenê sivîl navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî kirin hedef. Armanc ji êrîşên dagirkeriyê û topên bê ser û ber gel bitirse û dest ji axa xwe berde lê ya ku xuya dibe vîna gel ji planên wiha mezintir e. Çiqasî êrîş dijwar be ne em û ne jî gelê me ji vir derdikevin. Dagirker ji jina şoreşger a ku di şer de li dijî wan şer dike, jinên di asayîşê de hêzê didin gelê xwe û sivîlan diparêzin her wiha ji jina perwerdekirî, ditirse û hewl dide ku wê bişkîne. Em jî 24 saet li cem gelê xwe ne, hêza xwe ji me û em jî hêza xwe ji hebûna wan digrin. Her wiha dema birîndar çêdibin em bi wan re radikin û li kêleka wan disekinin. Şervan li xeta agir, endamên hêzên ewlekariya hundirîn di navçeyê û sivîl jî di taxan de li ber xwe didin. Dagirker çi jî bikin em natirsin û em ê li ber xwe bidin."