Jinên HDP'î riya xwe ya têkoşînê xêz kirin

Meclisa Jinan a HDP'ê, encamnameya 4'emîn Konferansa Asayî ya Jinan a ku bi şîara "Em di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bi biryar in" li dar xistibû, ji raya giştî re ragihand.

Enqere- 4'emîn Konferansa Asayî ya Jinan a ku Meclisa Jinan a HDP'ê bi şîara "Em di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bi biryar in" li dar xistibû, piştî nîqaşên giran bi dawî bû. Meclisê encamnameya konferansê ragihand.

Di konferansa ku li Odeya Endezyarên Înşaetê ya Şaxa Enqereyê hat lidarxistin de 300 delege amade bûn, li ser geşedanên siyasî yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê, polîtîkayên tecrîdê û bandora wan a li ser civakê hatin nîqaşkirin.

"Di polîtîkayên înkarê de israr dikin"

Di encamnameya konferansê de bal hat kişandin ku li tevahiya cîhanê texrîbata pergala mêrê serdest û kapîtalîst dayî avakirin di qada siyasî, aborî, ekolojîk û cîvakî de qeyranên kûrtir bûye û wiha hat gotin: “Şerê ku navenda wê Rojhilata Navîn û Kurdistan e piştî ku Rûsyayê Ûkrayna dagir kir, ket qonaxeke din. Ev şer ji aliyê desthilatdarên cîhanê û herêmî li dijî fikrên têkoşîna azadiya jinan tê meşandin.” Di encamnamayê de hat destnîşankirin ku li erdnîgariya ku em dijîn tifaqa faşîşt a AKP-MHP’ê li dijî hemû hêzên muxalif zextan zêde dike. Dîsa ji bo ku emrê desthilatdariya xwe dirêj bike li dijî civakê û jinan di siyaseta bêçareseriyê de israr dike. Di pirsgirêka Kurd de çareseriya demokratîk bi polîtîkayên înkar, tunekirin û bişaftinê tune dihesibîne.

“Em serhildana xwe mezin dikin

Di encamnameya konferansê ku hat diyarkirin jin li her qadê li ber xwe didin û xwe bi rêxistin dikin de, wiha hat gotin: "Em li dijî rejîma otorîter a mafê me xesb dike, li her qadê li ber xwe didin. Em xwe bi rêxistin dikin û serhildana xwe mezin dikin” û ev îfadeyên jêrîn hatin rêzkirin:

* Em hewl didin bibin dengê jinên bi tundiya mêr-dewletê hatine qetilkirin. Em li salonên dadgehan, li qad û kolanan dest ji daxwazên xwe yên “Ne edaleta mêr, edaleta rastîn” bernadin. 

*Ji bo Peymana Stenbolê ya hat feshkirin, dîsa çalak bibe û têkeve meriyetê em têkoşîna xwe mezin dikin. 

* Yek ji destkeftiyên têkoşîna jinan a herî girîng pergala hevserokatiyê ye. Em li dijî êrîşên nûnertiya pergala Hevserokatiyê, rêgezên xwe û hişmendiya qeyûm a vîna me tune dihesibîne têdikoşin.

* Em li dijî kesên ku kepçeyan li xwezaya me, çem û daristanên me dixin û dîroka me wêran dikin, têkoşîna xwe ya ekolojîk berdewam dikin û dengê xwe bilind dikin. 

* Em li dijî kesên ku li mal, kargerî û hemû qadên jiyanê keda me dixwin û her roj bêtir me xizan dikin, me bêcih û war dihêlin, me bê pêşeroj dihêlin; em dibêjin “ked a me ye, siberoj ya me ye” û jiyana nû ava dikin.

* Em li dijî kesên ku li ser nasname, beden û cudahiyên me, li ser terza jiyana me, me ji hev cuda dikin, em dibin yek û têkoşîna xwe xurt dikin. 

* Em li dijî koçberiya bi zorê û dorpêçê, li dijî şer û dagirkeriyê têkoşîna xwe mezin dikin. Em têkoşîn û piştevaniya jinan a enternasyonal xurt dikin.

* Em dibin dengê jinên di doza Gezî û Kobanê de hatin girtin. Em dibin dengê, Emîne Şenyaşar, Gulistan Doku û hemû jinên ji bo nobeda edaletê têdikoşin. 

* Em li dijî aqilê dewletê yê êrîşî gorên me û cenazeyên me dike derdikevin. Em li dijî aqilê dewletê yê dixwaze me bêhiş û bîr bihêle dengê xwe bilind dikin.

Di encamnameya biryarê de hat diyarkirin ku jin 2 rojan serpêhatiyên xwe yên têkoşînê axivîne, hat destnîşankirin ku jin dê "siyaseta riya sêyemîn" berfireh bikin, têkoşîna aştiyê bidin, li dijî xizankirina jinan bisekinin û li hemberî şerê taybet rawestin. Biryarên ku di di encamnameya konferansê de hatin girtin wiha ne:

“* Di bin banê Meclisa Jinan a HDP’ê de dê Komîsyona Ekolojiyê ya Jinan bê avakirin

* Li dijî xizaniya jinan û kedxwariya jinan dê têkoşîn bidome  

* Li dijî şer, dagirkerî û polîtîkayên şerê taybet dê têkoşîn bê mezinkirin û xurtkirin 

* Dê piştevaniya ji bo jinên penaber û koçer bê mezinkirin 

* Dê Meclisên Jinên Ciwan bên avakirin 

* Dê akademiyên jinên siyasetmedar bên avakirin 

* Dê polîtîkayên astengdaran ên xweser û adil bên bipêşxistin  

* Biryar hat dayîn ku pergala hevserokatiyê ku alternatîfa jiyana azad û wekhev e bê bipêşxistin. 

* Ji bo têkoşîna hevpar dê li dijî faşîzmê, têkoşîna jinan bê mezinkirin, 

* Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de dê destkeftiyên jinan bên parastin, 

* Ji bo azadiya jinên girtî yên siyasî ku parastina rewa dikin dê têkoşîn bê bipêşxistin.”