“Qutkirina dengê azadîxwazan wê di dawî de volkanek çêbike”

Behdînan herêma bêdengkirina dengê azadîxwazan e, çalakvan Jiyan Yasîn diyar kir ku li herêma Behdînanê çalakvanên ku dengê xwe derdixin bêyî ku werin dadgehkirin, wan davêjin girtîgehan.

TEWAR PÊNCAWÎNÎ

Silêmanî- Başûrê Kurdistanê ji ber desthilatdariyê bûye herêmek tijî gendelî, pêşîlêgirtina mafên mirovan û qeyranan. Her ku diçe rewşa siyasî, aborî û civakî ber bi xirabûnê ve diçe û her dengê ku ji bo azadiyê bilind dibe tê qutkirin. Bi dehan kes ji ber azadiya fikrî û dengê wan hatiye qutkirin û xistine girtîgehê ji derveyî zagonên dadweriyê bi salan cezayê girtigehê li wan sepandine. Ev rewşe li seranserî Başûrê Kurdistanê qewimiye li herêma Behdînan Dihok, Zaxo, Şêladizê, Biradost, Barzan û hinek deverên dibin qewimiye. Di van herêman de gelek çalakvan, rojnamevan û mamoste hatine girtin û cezayê girtîgehê li ser wan hatiye sepandin, di nava wan de Bêrîvan Eyub ku dayika 5 zarokan e û ev zêdeyî 16 mehan e girtiye.

Çalakvana bajarê Dihokê Jiyan Asîn ji ajansa me re axivî û diyar kir ku rewşa herêma Kurdistanê di aliyê aborî, siyasî û civakî ve di paşkêşanê de ye ji ber partiya desthilatdar nikare pirsgirêkan çareser bike û got: “Çalakvan, bi taybetî çalakvanên jin bi qasî pêwîst e dengê wan li herêma Behdînan nîn e, çalakvan dema ku azad in ku xelê şiyar nekin wê bandorê li ser partiya desthilatdar a herêmê nekin, bi vê yekê jî wisa dike ku xelk tenê nerazîbûna xwe bide diyarkirin ne li qadin be.”

“Kuştina jinan bi çekên Eşîrê û zextên li ser dadgehê vedişêrin”

Jiyan Yasîn da zanîn ku qutkirina dengê azadiya fikr û raman, li herêma Behdînanê bi taybetî ji bo jinan zêdetir e û wiha domand: “Bandora aliyê siyasî, civakî û aqilê mêrsalarî li ser jinan çêbûye, ji ber wê ye dengê jinan azad nabe, ne li Behdînan û Kurdistanê li cîhanê jî aştî pêk nayê. Ji ber aqilê jinan xwedî aqilek aştîxwazane ye, daxwaza me jî ew e ku jin xwe bigihîjînin navendên biryardanê û bibin dengê jinan û çareseriyek ji vê rewşê re bibinîn. Wisa bi aqilê xelkê lîstine ku bingeha kuştina, bi çeka êşîriye û bêdeng dikin yan jî zextan li dadgehê dikin û kesûkaran bêdeng dikin da ku bikarin kujer rizgar bikin. Bi vî awayî kuştina jinan vedişêrin û xelkê Dihokê bi taybetî jinan weke metirsî li ser xwe nabînin.”

“Li Behdînanê çalakvan nikarin karê xwe bikin”

Jiyan Yasîn bi bîr xist ku li Behdînanê yek ji çalakvanên jin Bêrîvan Eyubî ya dayika pênc zarokan e bi tometa ku beşdarî xwepêşandanên li Dihokê bûye zêdetirî 16 meh in bêyî ku were dadgehkirin hatiye girtin, di 6’ Adarê de piştî du caran paşvexistina dadgehkirin, dadgehê biryar da ku du salan girtî bimîne û wiha got: “Bêrîvan jineke azad a Dihokê ye û di sala borî de ji ber dengê azad hat girtin. Ev jî bûye sedema hilweşandina malbata wê. Bêrîvan dayika pênc zarokan e û bûye xalek reş di nava çavên dadgeh û hikumeta herêmê de. Divê hikûmeta herêmê bizane ev rewş zêdetir dirêj nabe ger bi vî awayî nêzî gel bibe wê rewş hîn xetertir bibe, ji ber qutkirina dengê azad wê her di dawiyê de volkanek çêbibe.”