"Dewleta tirk hewl dide Kembera Tirkî li seranserî sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê çêbike"

Endama Rêveberiya Kongra Star a navçeya Til Temirê Madlên El-Ibêd der barê gefên êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rastiya "Herêma Ewle" a ku Erdogan behsa wê dike û piştî Kembera Ereb hewldana çêkirina zinareke tirkî de nirxandin kir.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Dewleta tirk her cara ku tengav dibe û dixwaze krîzên xwe yên hundirîn derxe derveyî welat, gefa êrîşan li herêman dixwe. Ji Sûriyeyê bigre heya Lîbya, Efganistan û Ermenistanê heya Başûrê Kurdistanê tevî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her wiha piştî girtina çiraya kesk ji Emerîka û Rûsyayê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin, niha dewleta tirk dixwaze hinek herêmên din tevlî xaka Tirkiyeyê bike. Ji lewre di van herêmên hatine dagirkirin de bûyerên derexlaqî, revandin, tecawzikirin û guhertina demografiya herêmê her wiha êdî şûnwarên wê jî hatine dizîn û ber bi welatên din ve tên şandin. Di salên navbera 1965 heya 1976'an de rejîma Baasê polîtîkaya Kembera Ereb pêk dianî û malbatên Kurd nêzî 10 heya 15 km yên li seranserî sînorê Rojava bi Bakurê Kurdistanê, dûr xistin û mexmûriyên ku ji aliyê Reqa û herêmên Ereban anîn lê bi cih kirin. Têkildarî vê mijarê Endama Rêveberiya Kongra Star a navçeya Til Temir a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Madlên El-Ibêd axivî.

"Bi hinceta "Herêma Ewle" dixwaze xwe di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mayînde bike

Madlên El-Ibêd got ku êrîş û binpêkirinên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dema dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ve ranewestiyane û wiha domand: "Ruxmî ku êrîş û binpêkirinên wê nesekinîn, guhertina demografiya herêmê berdewam dike û herêmê di warê şûnwarî û dîrokî de diguherîne lê dîsa jî dewleta tirk a dagirker hewl da plana êrîşeke nû dest pê bike. Ruxmî ku ewqas polîtîkayên qirêj bi riya çeteyên xwe dide meşandin jî dixwaze xaka Sûriyeyê parçe bike û bêtir xwe di axa Sûriyeyê de mayînde bike û vê axa dagirkirî tevlî Tirkiyeyê bike. Ev yek jî bi hinceta "Herêma Ewle" ya ku Erodgan behsa wê dike ye. Bêguman ger erêkirineke navdewletî nebûya, dewleta tirk tevî çeteyên xwe nikaribû destên xwe dirêjî herêmê bikira û binpêkirinan bidomanda. Eşkere li ser çapemeniyê diyar dibe ku li herêmên dagirkirî çi diqewime û gelên ku li wir mane bi çi binpêkirinan re rû bi rû dimînin. Çima ewqas bêdengî li hemberî vê yekê heye? Em ji bêdengiya cîhanê matmayî dimînin. Çima hêzên navdewletî şirîkên dewleta tirk in di xwînrijandina gelê Sûriyeyê de?"

"Divê her kes pirs bike ka dewleta tirk kê di hundirê "Herêmên Ewle" de dihewîne?"

Madlên El-Ibêd da payin ku bi şer krîz bi dawî nabin pêwîstiya herêmê bi çareseriyeke siyasî heye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Gelê Sûriyeyê bi hemû neteweyên xwe, zêdetirî 10 sal in di nav şer de dijî êdî sivîl ji xwînrijandinê westiyan. Divê ku êdî çareseriyeke siyasî hebe, hemû aliyan razî bike û ya girîng ji derdê civakê re bibe derman û şer raweste. Bêguman, em bi hezaran sal li ser vê axê dijîn û tu carî jî hêzên me êrîşî sînorê Tirkiyeyê nekirine. Lê Erdogan bi hinceta "Herêma Ewle" û parastina ewlehiya sînorê xwe xwest di hundirê xaka Sûriyeyê de bi taybetî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xwe kûr bike. Taybet ev herêmên ewle wekî Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê ji bo bicihkirina çeteyên xwe girtine da ku wan ji destê xwe bernede û di her êrîşê de wan bi kar bîne. Çima herêma me berê ne ewle bû, heya ku Erdogan xwestiye herêmeke ewle ava bike? Dewleta tirk kê di hundirê "Herêmên Ewle" de dihewîne? Divê ku mirov û her kes vê pirsê ji xwe bike û rastiya herêma ewle lêkolîn bike. Di van herêman de çeteyên dewleta tirk hene piranî ji Sûriye û yên welatên din jî di nav wan de hene. Li aliyekî din jî li ser hesabê xelkê Sûriyeyê aboriya Tirkiyeyê jî xurt dike."

"Berê Kembera Ereb û niha jî Zinareke Tirkî li herêmê ava dibe"

Madlên El-Ibêd behsa Kembera Ereb kir û ev yek anî ziman: "Rejîma Baas a ku di sala 1965'an de dest bi bicihkirina mexmûriyên ku ji herêma Reqa û Tebqayê li seranserî sînorê Rojava bi Bakurê Kurdistanê re kir. Di wê polîtîkayê de ku bi sedan malbatên Kurd koçber kirin û li herêmê guhertineke demografî pêk anîn. Kembera Ereb guhertina yekemîn a demografiya herêmê ji aliyê rejîma Baasê ve ye û dûrxistina gelê Kurd ji sînorên Bakurê Kurdistanê ye. Niha jî dewleta tirk zêdetirî 30 km. ji xaka me dagir kiriye û demografiya herêmê daye guhertin. Ev polîtîka bi taybetî ji bo têkbirina gelê Kurd e lê dewleta tirk ferqa Kurd, Ereb û Aşûriyan ji hev nake. Dîrok careke din xwe dubare dike û dewleta tirk hewl dide Zinareke Tirkî ava bike. Hinceta Erdogan hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê PKK'ê li herêmê ye lê ev herêm a gel e û bi hezaran sal e gel li ser vê axê dijî. Niha jî li herêmên dagirkirî li şûna gelê resen çete bi cih kirine. Berê Kembera Ereb û niha jî Zinareke Tirkî li herêmê ava dibe."

"Bi şer tiştek naçe serî divê çareseriyeke siyasî hebe"

Madlên El-Ibêd bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Divê ku rêxistinên hiqûqî û mirovî li vê meseleyê cidî binêrin û lêkolîn bikin û ji vê dagirkeriyê re çareseriyeke bibînin. Bêguman, çareseriyeke siyasî li gorî berjewendiyên hemû aliyan û bi taybetî hemû neteweyan wê baştir be ku her dem xwîn birêje. Ji ber ku ger çareseriyeke siyasî tunebe bi şer tiştek naçe serî."