“Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin”

Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Dersim Dag, wiha got: “Desthilata ku hewl dide xebatên Meclisa me bi binçavkirin, girtin û zextan têk bibe, îro vê civîna me bersiva herî mezin ji bo wan e.

Enqere- Meclîsa Ciwanên HDP'ê beriya konferansa mezin a dê di 6-7'ê Hezîranê de bê lidarxistin, li avahiya partiyê civiyan. Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Dersim Dag a axaftina vekirinê kir, li ser rojeva Tirkiyeyê û xeta têkoşînê ya ciwanan axivî. 

Dersim Dag destnîşan kir ku demek dirêje Meclîsa Ciwanan a HDP'ê biryarên Meclisbûnê xistiye meriyetê û ev biryar derbase jiyanê kirine û wiha got: “Em civîna ewil a Meclisa Ciwanan a Navendî li dar dixin. Bi rastî ez ji hevalên me yên ku ev demek dirêj em bi hev re rê meşiyan û têkoşîn dan, di qadên nû yên xebatê van de serkeftinê dixwazim.”

“Rêxistinbûyîna me bersiva heri mezin e”

Dersim Dag da zanîn ku li dijî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ev demeke dirêj e bi awayekî sîstematîk çalakiyên binçavkirin, girtin û revandin pêktê û wiha avixî: “Me mînaka vê ya dawî li Amedê hefteyek berê dît 10 hevalên me ku endamên Meclisa me ne bi awayek dijhiqûqî hatin girtin. Em li vir silavên xwe ji wan re dişînin. Desthilata ku hewl dide xebatên Meclîsa me bi binçavkirin, girtin û zextan têk bibe, îro vê civîna me bersiva herî mezin ji bo wan e. Em ê rêxistinbûna xwe belav bikin û bersiva herî baş bi vî awayî bidin îktidarê.” 

“Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin”

Dersim Dag diyar kir ku êrişên sîstematîk ên îktidarê li ser endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê heye û wiha axivî: “Di demên dawî de êrişên zêde li ser xwendekarên zanîngehan jî pêk tê. Herî dawî xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê û xwendekarên ODTU’yê bi awayek dijhiqûqî hatin binçavkirin. Armanca van zext û binçavkirinan ew e ku rêxistinbûyîn û xebatên ciwanan û xwendekaran lawaz bikin û têk bibin. Em baş dizanin ku wê endamên Meclisa me û ciwanên rêxistinên din serî li ber gef, zext û binçavkirin û girtinên vê îktidarê serî netewînin. Me têkoşîn û ruhê Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, Mazlum Dogan, Alî Çîçek û gelek cangoriyên din dewr girtiye û em ê viya heta dawî bidomînin. Em li vir carek din destnîşan dikin ku em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin.”

“Dê ciwan bêhtir bi rêxistin bibin”

Ciwan dê li ber van êrişan serî netewînin. Ciwan dê xwe bi xwe hilberînin û xwe hişmend bikin û dê her tiştî bi xwe bikin. Em ê hin bêtir xwe bi rêxistin bikin û wê berxwedana me bi ser bikeve. Em ê her rêxistin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Serkeftin wê ya me be. Wek ku ciwan her tim dibêjin, ray may ji bo AKP’ê tune ne. Ciwan dê îradeya xwe nîşan bidin.”