Perwîn Yûsif: Projeya me ya demokratîk û hevgirtina civaka me bersiva vê pêvajoya hesas e

Hevseroka Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif têkildarî gef û êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir.

ROJ HOZAN

Qamişlo-Dewleta tirk a dagirker careke din bi gef û kiryarên xwe êrîşî vîna gelê herêmê dike û dixwaze nexşeriya dagirkeriya xwe li ser hesabê vê civakê fireh bike. Niha di nav hewldanên pêkanîna gefên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye tevî ku şerekî dijwar li ser xaka Başûrê Kurdistanê dide meşandin. Dewleta tirk dixwaze ji tevlîheviya cîhanî û guherîna hevsengiyên li ser rûyê erdê xwedî qezence be û desthilatdariya xwe li her derê feriz bike. Her wiha li aliyekî din rojane bajar û gundewarên ku sivîl lê dijîn li aliyê Şehba, Kobanê, Til Temir topbaran dike. Têkildarî mijarê Hevseroka Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif gef û êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir.

“Xetera gefên dewleta tirk hene û dewletên cîhanê hemû piştgiriyê didin van binpêkirinan”

Perwîn Yûsif xeteriyên gefên dewleta tirk li ser herêmê nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Rewşa gefên dewleta tirk ger em şîrove bikin em ê bibînin ku ev ne cara yekem û ya dawî ye van gefan li herêma me dixwe rojane em rastî van êrîşan dewleta tirk tên. Ji despêka aloziya li Sûriye dewleta tirk destê xwe xistiyê de û bi hemû hewildanên xwe di kûrkirina vê aloziyê de dixebitî. Dewleta tirk rojane mûdaxeleya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye dike û bi riya çeteyên xwe xwest aramiya herêmên me têk bibe. Em nikarin bêjin xeteriya van gefan tune ye ji ber dewleta tirk di esasê xwe de ne li ser tu peymanê ye û cîhan hemû jî piştgiriyê ji binpêkirin û tehdîdên dewleta tirk re dike.  Ji sala 2012’an de dewleta tirk di riya sînorên Serêkaniyê re çete derbasî herêmên me dikirin tenê navê çeteyan dihatin guhertin lê hemû jî di bin sîwana dewleta tirk de dijminatiya gelê herêmê dikirin. Gelek belge û dikomentir hene bê çawa dewleta tirk çete derbas dikirin nav civaka me. Ez dixwazim bêjim ku xeteriya herî mezin li ser herêma me dewleta tirk. Herêmên me gelê wê birêxistinkirye, hemû pêkhatiyên wê hevgirtîne û hêza wê ya parastinê heye ji bo wê em her di wê amadekariya berxwedanê dene. Projeya me ya demokratîk rastteqîna bersiva vê pêvajoya hesas e û di nav pîvanên demokratîk de roj bi roj şaxên xwe fireh dike.”

Siyaseta dewleta tirk siyaseta qetilkirin, talankirin û koletiyê ye. 

Perwîn Yûsif bal kişand ser siyaseta qirkirinê ya ku dewleta tirk li ser civakan dide meşandin û wiha domand: “Dagirkirina hin herêmên me weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê dewleta tirk ve windakirineke mezin bû ji bo destkeftiyên gelan. Siyaseta dewleta tirk di herêmên dagirkirî de ne sîstemeke ku hemû pêkhate xwe tê de dibînin û ne sîstemeke ji îradeya jinê re ye, siyaseta qetilkirin, talankirin û koletiyê ye. Dema îro li ber çavên cîhanê rojane dizî û talanî her wiha guhertina demografî tê kirin bê ku tu kes dengê xwe bike helbet wê Erdogan xeyalên wî li ser axa me mezintir bibin. Ev hemû ne tenê ji bo me metirsî ne, ji bo tevahî cîhanê jî metirsiyeke ku careke din DAIŞ’ê xwe zindî bike û xîlafeta xwe vegerîne. Gelê me û civaka me her dem wê li hember van êrîşan li ber xwe bidin lê yên ku erk û berpirsyariya mezin dikeve ser milên wan rêxistinên navneteweyî ne û dewletên ku li ser vê axê xwe weke garantor dibînin. Ger rê li pêşiya DAIŞ’ê were girtin pêwîst e destpêkê rê li pêşiya dewleta tirk bê girtin. Pêwîst e sînor li pêşiya berjewendiyên dewleta tirk werin danîn. “

“Dewleta tirk dixwaze bi hevkariya xeta îxanetê şoreşa gelê me vala derxe”

Perwîn Yûsif hevkariya xeta îxanetê ji armanc û berjewendiyên dewleta tirk re şîrove kir û wiha pêde çû: “Dewleta tirk têkçûna xwe li çiyayên Kurdistanê bi hedefgirtina gelê sivîl derman dike û rê li pêşiya xeta îxanetê dide vekirin. Xeta îxanetê niha di dîroka Kurdistanê de dîsa bi hevkariya dewleta tirk xwe dide jiyîn. Dixwazin dîsa bi vê yekê şoreşa gelê me vala derxin ji bo wê ev hemû komsepteke bi hev re girêdayî ye û em nikarin ji hev qut bibînin. Ji bo wê êrîşên ku îro li ser Başûrê Kurdistanê tên kirin û hevdîtinên dewleta tirk bi welatên derve re hemû dikevin xizmeta dagirkeriyeke nû de. Ji bo wê kengî em dikarin bibêjin konsept vala wê derkevin dema yekitiya gelê Kurd were pêşxistin û rê li ber xeta îxanetê bê girtin. Pêwîst e bi sekna gelê şoreşger em hîn zêdetir xwe birêxistin bikin û bikaribin li hember şerê taybet ê ku tê meşandin hêza xwe xurt bikin em ê wê demê bikaribin êrîşên dewleta tirk vala derbixin û destkeftiyên xwe biparêzin. Jixwe erka mezin dîsa dikeve ser milên jinan ji ber çarenûsa me bi çarenûsa serkeftina projeya me ya demokratîk ve girêdayî ye. Gelê me soza xwe li ser axa xwe daye û wê ji hemû gef û êrîşan biparêze. Serkeftin a gelê me ye û binkeftin a komplokeran e.”