“PDK xaza xwezayî ya Kurdistanê talan dike”

Aborînas Gulele Sedîq destnîşan kir ku PDK’ê xaza xwezayî ya Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe talan dike û got: “Tiştên ku PDK’ê dike ji bo berjewendiya takekesî û malbata wî bi xwe ye, ne ji bo berjewendiya gel e."

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî - Kurdistan di aliyê gaza xwezayî de welatek dewlemend e, lê belê ev gaza xwezayî ji aliyê binemala rêveber ve talan dibe. Yê ku jê bê par dimîne gel e. Piştî firotina neftê raste rast dûrî Iraqê  ji aliyê herêm ve hevpeymaniya 50 salan ya di navbera PDK û Erdoxan de û ji Tirkiye ne şandina pareyê neftê qeyrana aborî destpêkir û muçeyê muçexwara bû  nîv muçe û bazarên herêmê lewaz bûn, niha jî behsa peymana li ser kaxezê dikin.

“Aboriya ku ji neftê tê girtin diçe kompanyayên tirkan”

Aborînas Gulele Sedîq derbarê peymana PDK ya li ser gaza xwezayî ji ajansa me NUJINHA re axivî û da diyarkirin ku ev ya PDK dike tenê ji bo berjewendiyê partî û desthilata xwe ye û ev yek ji berjewendiyê gel dûr e û wiha got: “Her cûrê peymanan ku di navbera dû welatan de tê îmzakirin karek siyasî û aboriye, lê belê ew peymana 50 salî ya di navbera dewleta Tirk û PDK’ê de hatiye imzekirin piraniya wê ji bo gel, Kurdistan û aboriya Kurdistanê zirar e. Ger em nêzikbûna dewleta Iraqê û Herêma Kurdistanê ya gaza xwezayî bigrin dest, divê dewleta Iraqê bi rêya Somo nêzî peymana neftê bibe û xizmetê ji peymanê re bike. Lê belê herêma Kurdistanê ew peymana ku imza kiriye piraniya peran diçe kompanyayên tirkan. Ev jî herê zêde ziyan gihandiye aborî û çavkaniyên xwezaya herêma Kurdistanê û heta peyman di dîroka Kurd hebe wê bi vî awayî ziyan bigihe netewa Kurd.”

“Aboriya serbixwe rewşa aboriya herêma Kurdistanê xira kiriye”

Gulele Sadiq da diyarkirin ku serbixwebûna aboriyê ji sala 2014’an ve destpê kir, lê mixabin ev biryara parlemena herêma Kurdistanê ziyanek mezin gihand neft û xaza xwezayî. Sedemê vê yekê jî nebûna yasayek temam a li Iraqê ye. Piştî pêvajoya azadiya Iraqê bandorek mezin kir û navek li ser siyaseta dewleta Iraqê hebû, ger ev bandor nebûya, bê guman hikumeta navendî ya Iraqê, hikumeta herêma Kurdistanê qebûl nake. Ji ber wê bi rêyên din hikumeta herêma Kurdistanê darayiya hikumeta herêma Kurdistanê dabîn bikin. Serbixwebûna aboriyê rewşa aboriya herêma Kurdistanê hîn xiratir kiriye. Bê guman dewletên din weke karekê gef li hikumeta Iraqê dikin ku êdî alîkariya herêmê nekin.”

“Ji berjewendiyên gel dûr e”

Aborînas Gulale Sadîq bi bîr xist ku siyaseta rêveberiya dewleta Iraqê di aliyê xaza xwezayî û gendeliyan de di astek xirab de ye. Lê belê bi hemû ew xirabiya rewşa aborî dest ji muçeydayîna fermanberan neberdaye, li herêma Kurdistanê di hebûna rewşek biçûk ya siyasî de muçeyê fermanberan dibire û di her firsendekê de dest didane li ser mafê xelkê û wiha dom kir: “Peymana xaza xwezayî ji ber lewaziya partiyên din yên herêma Kurdistanê wisa kiriye ku PDK bi xaza xwezayî bi leyîze. Tiştên ku PDK dike ji derveyî berjewendiyê malbatî û kesî tu berjewendiyek din nîne û ji berjewendiyên gel dûr e.”

“Divê li hemberî vê helwest hebe”

Aborînas Gulale Sadiq da zanîn ku imzekirina peymanê ya di navbera PDK û dewleta Tirk de tenê dewleta Tirk bi hêz dike û got: “Li hevkirina ku PDK li gel dewleta Tirk kirye ji derveyî xaza xwezayî ya herêmê dewleta Tirk bi hêz kiriye û bûye sedemek ji bo bihêzkirina vê delwetê di aliyê siyasî û serbazî de, ev jî ne tenê ji bo dewleta Tirk e, her li hevkirinek ne di berjewendiyê gel de ye. Divê bisekinin ji ber bikaranîna wê li dijî netewêye ji ber da ku rola Kurdan tune nebe. Ji ber ku parlemena Iraqê û herêma Kurdistanê lewaz bûye kesên di parlemena desthilatê de, divê berpirsiyartiya xwe bi cih bîne. Bi taybet divê li herêma Kurdistanê partiyên ji derveyî PDK’ê ku bê helwestiya parlemenê divê dengê wan li beramberî van pilanan hebe û pêşî li van pilanan bigrin. PDK li gora berjewendiyên xwe tevdigere, namînin benda biryarên parlemenê. Ger hikumeta Iraqê xwedî siyasetek ya xwe bûya, tu hêz û aliyek ne dikarîn sînoran derbaz bikin û destdirêjiyê li siyaseta dewletê bike.”