”Me çawa dawî li DAIŞ’ê anî, em ê dawî li faşîzma dewleta tirk jî bînin”

Berdevka Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl êrîş û lihevkirinên li ser Kurdistanê nirxand û got: "Çawa ku me dawî li DAIŞ’ê anî, em ê dawî li faşîzma dewleta tirk û hevkarên wî jî bînin.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Êrîşên hêzên komploger û hegomon ku bi serkêşiya dewleta tirk li ser gelê Kurd û pêkhateyên azadîxwaz pêk tên, her ku diçe dijwartir dibin. Gelê Kurd li ser bingeha bîrdoziya rêberê xwe Abdullah Ocalan li her çar parçeyên Kurdistanê li gorî pêvajoyê li ser piyan e û xwedî li destkeftiyên xwe derdikeve. Der barê êrîşên ku bi awayê hemwext li her çar aliyên Kurdistanê û li ser hebûn û azadiya tevahî pêkhateyên heremê tê pêkanîn, me bi berdevka Koordînasyona Kongra Star Mîzgîn Xelîl re guftugo kir.

*Li tevahî Kurdistanê êrîşên dijwar hene lê li gorî xweseriya her parçeyê rêbaz tê guhertin. Herî zêde êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê ketine rojevê, nirxandina we li ser wî şerî çi ye?

Êrîşên Dewleta tirk bênavber li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê rojane diqewimin. Ev êrîş li ser bingeha tunekirin û qirkirina hebûna gelê Kurd tên meşandin. Em di destpêkê de rewşa Başûrê Kurdistanê binirxînin. Li ser xaka Başûrê Kurdistanê plan û lihevkirinên gelek qirêj tên kirin, bi serkêşiya dewleta tirk, hevkariya PDK’ê û perspektîfên hêzên hegemon êrîşeke mezin li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê hatiye destpêkirin. Ev ne êrîşa yekemîn e ku dewleta tirk bi heman rêbazî dest bi hemleyên leşkerî dike. Wan di 15"ê Nîsanê de ragihandin ku hemleyek li Zap, Metîna û Avaşînê dest pê kiriye. Li ser bingeha tesfiyekirin û jiholêrakirina Tevgera Azadiya Kurdistanê ya niha dewleta tirk bi madeyên kîmyewî, balafirên şer û hemû cureyên çekan bênavber êrîşî xakên Başûrê Kurdistanê dike. Ev gav jî piştî hevdîtina Mesrûr Berzanî û Erdogan pêk hat. Jixwe malbata Berzanî xwedî dîrokeke ku bi îxaneta xwe ya li hemberî neteweya xwe dagirtî ye. Ji lewre em ji vê hevkariyê matmayî namînin. Li aliyê din artêşa Iraqê bi zextên PDK’ê û dewleta tirk dîwar di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de lêdike. Ev lihevkirin û rewşa ku li Başûrê Kurdistanê tê jiyîn diyar dike ku êrîşeke topyekûn li hemberî Kurdan heye.

*Êrîşên li ser xakên Başûrê Kurdistanê ji yên li ser Bakur û Rojava cuda nîn in. Hûn rewşa van herdu parçeyan di kîjan astê de dibînin?

Rewşa Bakurê Kurdistanê ji ya Başûr ne cudatir e. Rejîma dewleta tirk zexteke mezin li ser gelên wê deverê dide meşandin. Weke tê zanîn jî bi hezaran kesên azadîxwaz û yên li dijî desthilatdariya AKP/MHP’ê serî hildan hatine girtin. Ew girtî bi tu şêwazî jî teslîm nebûn, li ber xwe didin û çalakiyên greva birçîbûnê jî lidar dixin. Ew çalakî rojevek xurt ava dikin ku me dît bi pêşengiya Leyla Guven, Ayşe Gokan û hwd rastiya Tirkiyeyê derket holê. Asta têkoşînê li Bakurê Kurdistanê di lûtkeyê de ye, bi qasî vê yekê jî ew bi dorpêç û zextên dewleta tirk re rû bi rû dimînin. Dewleta tirk alozî û qeyranan ji aliyê aborî, siyasî, diblomatîk û hwd. ve dijî lê ji bo ku ew van mijaran binixumîne dixwaze bi van êrîşan rojeva li Tirkiyeyê biguherîne.

Dagirkeriya dewleta tirk a li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li ber çavan e. Ji bilî kiryarên dewleta tirk ên li ser herêmên dagirkirî, ew rojane êrîşên bi hemû rêbazan li deverên cuda pêk tîne. A niha gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di amborgeyeke çend alî de dijî. Li aliyekî rejîma Sûriyeyê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê xistine bin dorpêçê ku ew dever ji hemû pêwîstiyên jiyanî û tendirustî bêpar mane. Li aliyekî din jî ava çemê Firatê ye ku zêdetirî salek e dewleta tirk qut kiriye. Li rex ambargo û dorpêça heyî, êrîşên çekdarî yên dewleta tirk bênavber berdewam dikin. Bi topbaran, balafirên şer ên bê mirov, obîs û hwd. herêmên li ser sînor, Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê hedef digre.

*Hemû hêzên serdest stratijî û siyaseta xwe li gorî bidawîbûna hevpeymana Lozanê bi kar tînin. Hûn di nava vê atmosferê de rewşa li Kurdistanê bi çi rengî tînin ziman?

Çend roj berê dewleta tirk bi balafireke bê mirov sê şervanên YPJ’ê hedef girtin. YPJ di asta cîhanî de xwedî nasname ye û pêşengiya tunekirina DAIŞ’ê kir. Em vê bûyerê weke êrîşa li hemberî vîn û hêza xwe digrin dest. Bersiva me ya li hember vê êrîşê ew e ku em bi van rêbazan tune nabin, berovajî vîn û têkoşîna me bilindtir dibe û daxwaza me ya tolhildanê zêdetir dibe. Piştî vê êrîşê bi çend rojan, navenda bajarê Kobanê bi dijwarî hat topbarankirin û tevgera balafirên bê mirov jî ranediwestiya. Dewleta tirk bi rejîma Sûriyeyê, PDK`ê û gelek hêzên navneteweyî re li hev kiriye û ew di nava hewldana qirkirina gelê Kurd de ye. Dijwarbûna asta êrîşan di hemdema nêzikbûna bidawîbûna sedsala hevpeymana Lozanê pêk tên. Di her sedsalê de hêzek dibe serdest, ji bo vê jî hemû hêz hewl didin di sedsala nû de bibin hêza mezin. Dewleta tirk jî di vê hewldanê de ye û êrîşên xwe dijwar kiriye.

*Helwest û sekna we di vê qonaxa ku hûn weke "man û nemanê" bi nav dikin de çi ye?

Ev serdem û statuya ku em weke Kurd di nava de dijîn, ne weke dema borî ye. Serhildan û raperînên ku di dîroka gelê Kurd de derketin pêş bi tesfiye û tunekirinê re rû bi rû man. Lê di vê sedsalê de Kurd xwe bi bîrdoziya Rêber Apo û projeya Neteweya Demokratîk birêxistin dikin. Em niha di qonaxa hebûn û tunebûnê de ne, ji lewre em ji bo parastina nasname û hebûna xwe têdikoşin. Me hebûna xwe di cîhanê de diyar kiriye, em ê bê maf û statû ji vê pêvajoyê dernekevin. Em ê qebûl nekin û ranewestin heta ku mafên me Kurdan û mafên hemû pêkhateyên li herêmê di sedsala nû de werin dayîn. Her çendî êrîş û îxanet hebe jî em ê ranewestin, çawa ku me dawî li DAIŞ’ê anî, em ê dawî li faşîzma dewleta tirk û hevkarên wî jî bînin.