“Li Efrînê dîrok û nirxên pîroz di bin navê îslamê de tên tunekirin”

Berdevka Yekitiya Jinên Êzidî Suad Hiso li ser kiryarên dijmirovî yên ku li dijî civaka Êzidî hatin kirin got: “Ruxmî ferman, qirkirin, tundî û kiryarên dijmirovî li ser civaka Êzdî tê kirin jî em nirxên xwe yên pîroz diparêzin."

ŞÊRÎN ELÎ

Şehba- Wekî tê zanîn ola herî kevnar di dîroka mirovahiyê de ola Êzdiyan e lê ev ol rastî 74 fermanan hatiye. Ruxmî gelek ferman û pişaftinan gelê Êzidî ola xwe winda nekirin berevajî wê diparêzin. Civaka Êzidî her dem di nava îşkence, kiryarên hov û qirkirinê de jiyane. Di kantona Efrînê de dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê 22 gundên Êzidiyan rûxandin û li şûna wê mizgeftan ava kirine. Li Efrînê çeteyên bi navê cur bi cur ên girêdayî dewleta tirk zarokên Êzidî bi zimanê tirkî û îslamê perwerde dikin û li ser wan ferz dikin. Her wiha dema ku dewleta tirk a dagirker êrîşî Şengalê kiribû zarokên Êzidî li pêşiya çavên dayikên wan qetil dikirin. Daxwaza wan ew e ku jinên Êzidî ji ol û çanda xwe ya resen dûr bixin. Der barê qirkirin û tundiya li ser civaka Êzidiyan, Berdevka Yekitiya Jinên Êzidî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Suad Hiso ji ajansa me re axivî.   

“Ola Êzidiyan oleke kevnar e”

Suad Hiso diyar kir ku gelê Êzidî her dem di qirkirin û îşkenceyan re derbas bûne û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Tundî û qirkirin ne tenê li ser jinên Êzidî hatiye meşandin her wiha li ser civaka Êzidî heya roja me ya îro jî tê meşandin. Dijmin her dem hewl dide Êzidiyan bi fermaneke nû di qirkirinan re derbas bike. Di Şengal, herêmên dagirkirî û tê de Efrîn li ser gelê Êzidiyan tundî û kiryarên dijmirovî tê kirin lê em van kiryaran bi tundî şermezar dikin. Civaka Êzidî her dem tê hedefgirtin û tu dewlet piştgiriya me nake. Armanca dewleta tirk a dagirker û hikumeta Iraqê ji lêkirina dîwarê şermê yê di navbera Şengal û Rojava de ew e ku her du civakan ji hev werin qutkirin. Dema ku terora DAIŞ’ê êrîşên hov li ser Şengalê pêk aniye bi riya gerîlayên serê çiya û YJA STAR’ê ji DAIŞ’ê hat paqijkirin. 74 fermanên nivîskî li ser civaka Êzidî derbas bûye lê mixabin bi sedan ferman nehatine nivîsandin. Ruxmî ferman, qirkirin, tundî û kiryarên dijmirovî li ser civaka Êzidî tê kirin jî heya roja me ya îro ol, çand, civak, ziman û nirxên xwe yên pîroz parastine. Gelê me yê Êzidî yê ku li Efrînê dijî rojane rastî gelek kiryarên hovane tê. Çeteyên dewleta tirk gundên Êzidiyan ji nirxên pîroz û dîroka bi hezaran salan rûxandin û li şûna wan mizgeft ava dikin û berê zarokên Êzidî didin mizgeftê.”

“Efrîn ji hemû pêkhate û olan pêk dihat lê niha tenê ola îslamê tê ferzkirin”

Suad Hiso di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser kiryarên dijmirovî li ser Êzidiyan ku li Efrîna dagirkirî tên kirin û wiha got: “Li Efrînê jinên Êzidî ji ber zextên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ji nirx û çanda xwe dûr ketine, di heman demê de berê zarokên Êzidiyan didin mizgeftan. Li Efrînê ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve guhertineke demografîk bi giştî hatiye çêkirin. Efrîn ji hemû pêkhate û olan pêk dihat lê niha oleke îslamî ya yekalî ji aliyê çeteyan ve derketiye holê. Gelê Êzidî li Efrînê nikare cejna çarşema sor bi rehetî li hev pîroz bikin. Em dixwazin vegerin Efrînê û li ser axa xwe ya bav û kalan bijîn. Ola pîroz a ku me bi hezaran salan ji tundiyê parastiye dijimin dixwaze qir bike. Em roja çarşema sor li hemû Kurd û Kurdistanê her wiha li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin.

“Birêxistinkirin ji bo me girîng e”

Suad Hiso di dawiya gotinên xwe de teqez kir ku dewleta tirk a faşîzm destê xwe di komkujiyan de heye û wiha domand: “Dewleta tirk dema êrîşek pêk tîne yekser kevneşopî û çanda herêmê hedef digre. Civaka Êzidî her dem di qetlîamê re derbas dibe û dewletên navneteweyî vê rastiyê başguh dikin. Hêviya hikumeta Iraqê ew e ku Şengalê vala bike û artêşên xwe yên ji pêkhateyên cur bi cur tê de bi cih bîne. Dema ku DAIŞ’ê êrîşên xwe yên qirêj bi ser gelê Şengalê ve anî, sê hezar jin ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin û dîlgirtin lê mixabin heya niha çarenûsa wan nediyar e. Bi riya rêxistinkirinê em ê dijminê hov têk bibin. Civaka Êzidî her dem di nava îşkence û kiryarên hov de dijîn, ji ber vê yekê pêwîst e em xwe bi pêş bixin û têkoşîna xwe bilind bikin.”