Hebûna jinên Lubnanî di qada siyasî de 2

Tevî hewildanên namzedên jin ên serbixwe û nûnerên civaka sivîl ku namzedên jin ji bo nûnertiyê di parlemana Lubnanê de derxînin, ew rola jinê ya rastîn temsîl nake.

SÛZAN EBÛ SAÎD

Beyrûd - Ji bo jinan ne hêsan e ku bikevin parlamentoya Lubnanê, tevî hewl didin namzedên jin bi dest bixin da ku bighêjin nûnertiya parlamentoyê. Piraniya jinên ku karîbûn derbasî parlamentoyê bibin, tenê hejmareke di lîsteyên desthilatdariyê de bûn ku pesnê hebûna kesayetên jin didin. Namzedên jin ji bo hilbijartinên parlamentoya Lubnanê soz didin ku qanûnan biguherînin û mafên jinan bidin dîtin.

Serhildana dawî ya li Lubnanê weke "Şoreşa 17’ê Cotmehê" tê zanîn hebûna jinan di cihê biriyardanê de xurt kir û di navbera hêzên desthilatdar û mêrên ku beşdarî şoreşê bûn de bendeke bênavber ava kir. Ev şoreş hewl dide bi guhertinên bi riya hilbijartinên parlamentoyê xwe xurt bike. Çalakvan dibêjin ku hejmara zêde ya namzedên jin yek ji destkeftên vê şoreşê ye. Bi armanca guhertinê sererastkirina yasayên nedadperwer û biçûkxistina rola jinan di rastiya siyasî ya Lubnanê de. Şoreş hêvî dike ku bigihêje hejmara herî mezin a jinan, ji ber ku jin piraniyan civaka wê ne, ango nêzîkî  ji sedî 53 ji xelkê Lubnanê ne, bêyî hejmartina penaberan. Ger di vê kapasîteyê de bên temsîl kirin ew ê karibin kîtleyek femînîst ragihînin ku bikare li gorî guherîna qanûnên têkildarî jinan û mafê wan tevbigere.

"Qanûn ne temam e û mekanîzmayên sepandinê jê kêm e"

Parêzer û çalakvana siyasî û civakî Rania Ghaith, namzeda navçeyên Chouf û Aley di lîsteya "Ji bo Guhertinê em bûn yek" berendame got: "Ev cara duyemîn e piştî sala 2018'an ez ji bo hilbijartinan dibim namzed. Her çend berê ez neketim parlamentoyê ji ber ku min duyemîn rêjeya herî mezin a hilbijartinan girtibû. Di berdêla wê de li herêmê û di dîroka hilbijartinên parlamentoyê de herî zêde deng ji bo jinekê hatiye tomarkirin. Vê mijarê ez ji namzetiyê dûrnexistim di hilbijartinên îsal de. Xebata têkoşînê ya ku min ji biçukatiya xwe ve dest pê kiriye, mîna gelek hêzên guhertinê yên li welêt berdewam e. Jin pêkhateya bingehîn a civakê ye û destûra Lubnanê mafê wekheviyê di maf û erkan de ji aliyê din ve em di civakê de kêmagahiyê di derbarê mafan de dibînin. Jin ne zêdebariyeke di parlamentoyê ye, ew parlamentere û hay ji xem û pirsgirêkên welat heye û xwedî şiyana pêwîst a berpirsiyariyê ye.”

Derbarê kotaya jinan de jî Rania Ghaith amaje bi wê yekê kir ku ew li dijî hizra kotayê ye, ji ber ku  rêjeya namzediya jinan mafek e ku mafê kesî jî nîne kursî û meqam ji wan re diyar bike û wiha domand: “Ez ê dengê erê bidim wê ger ez bigihim Civata Nûneran, bi armanca piştgirîkirina jinên şareza û heta handana jinên girêdayî partiyan da ku wêrek bin û bi raya xwe serbixwe bin. Her diçe êşên jinan ji ber zagonên ne adilane yên hatine derxistin kurteyek ji serpêhatî, dosya û dozên rastîn e ku her roj di vî warî de piştrast dike ku qanûn ne temam e. Di heman demê de mekanîzmayên sepandinê yên ku bi awayekî ne cidî tên meşandin jî kêm e. Ez dixwazim balê bikişînim ser wê yekê ku yek ji teqînên herî mezin di dîrokê de li Lubnanê pêk hat û ji ber sînordarkirina desthilata dadwerî berpirs nehatin dadgehkirin. Ez daxwaza avakirina nemerkezîbûna îdarî dikim ku dibe sedema cudabûna me ji desthilatdariya navendî û serdestiya partiyên niha yên desthilatdar. Ew riyeke têkoşînê ye ji rojên dibistan û zanîngehê ve heya tevlîbûna min ji refên şoreşgera 17’ê Cotmehê re. Ez bi xwe di çend çeperan de rastî êrîşan hatim û bi riya xebata xwe, beşdarî azadkirina gelek girtiyan bûme. Ez kesayetek serbixwe me, di serî de bi mafê xwe yê hemwelatîbûnê bawer im û pêvajoya kombûyî dikare pêşerojek nû ji welat û hemû beşên civakê re biafirîne. Ez bi hêza xwe ya çêkirina siyasetek nû ji bo welatê xwe bawer im. Min ji sala 2011'an ve ev biryar girtiye û di nav komeke di lîsteyê de bername û nêrîneke min a siyasî heye. Armanca me hemûyan ew e ku bîr û meyla ji bo xizmeta welatê xwe bikin yek. Ev xewneke rast e û ez bi îhtîmala pêkanîna wê bawer im ku bigihêjin gel, daxwazên wan pêk bînin û tirsa wan ji holê rake."

Berbijara kursiya sunniyan li ser lîsteya “Em Guhertin in” li Seyda, endezyara makînîkî Hanîe Zetarî jî derbarê sedema namzediya xwe ji bo parlamentoyê got: "Tiştê ku min teşwîq kir ev e ku ev parlamento bi rola xwe bi awayekî aktîv ranabe. Min dît ku hêza min heye ez vê dijwariyê deynim pêşiya xwe û di wê de bi ser bikevim, her çend hewcedariya wê bi gelek xebat hebe jî pêwîst e mirov nêzîkî xelkê bibe û guh bide nêrînên wan ku min bi karê xwe ev yek kiriye. Ger çêbû û ez bûm nûnera netewekê, ez dixwazim di destpêkê de bi du mijaran rabim; ew jî sererastkirina qanûnên neheq yên girêdayî jinan ne bi awayekî kevneşopî, ya duyemîn jî cezakirina hukumetê û şopandina karê wê bi awayekî baldar e. Ez ê hewl bidim bi wan re di nav danûstandinê de bim. Ez ê li ser sedem û qanûna ku gihandina wan ji tiştên ku dixwazin re hêsan bike bigerim. Nebûna qanûnê dibe sedema ku mirov negihêjin mafên xwe, ji lewra pêdivî bi guhertin û erêkirinê heye. Ji ber vê yekê niyeta min heye ku li ser rêveberî, şefafiyet û mafê bidestxistina agahiyan, hem jî nenavendîkirina îdarî û peydakirina hikûmeta elektronîk bixebitim ji bo hêsankirina danûstandinan ji bo mirovan û kêmkirina gendeliyê."