Eyşe Efendî: Hatina Rêber Apo ya Kobanê zayîneke nû bû

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî têkildarî salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî pêkanîn got: "Me destên xwe ji bo pirojeyên seroketî hildan û binîşana serkeftinê sozê xwe da. Çawa ku Rêber Apo bi gelê xwe re soz da, gel jî bi Rêberê xwe re soz da. Em leşkerên Rêber Apo û şehîdên xwe ne, heta ku em hebin emê li berxwe bidin."

 

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15`ê Sibata 1999`an di encama komployeke navnetewî de het girt û ji wê demê ve di bin şert û mercên tecrîdê de li gireva Îmraliyê dimîne.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 1979`an dema derbazî Rojavayê Kurdistanê dibe despêkê diçe gundê Pelûrê yê 5 km dikeve Rojavayê Kobanê. Ji Kobanê ya li ser wî bingehî xwe rêxistin kirî û di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de bi hêza xwe ya îradî navê Keleha Berxwedanê lê hat kirin dest bi kar û xebatên rêxistinî dike. Di 20 salên xebatên di Sûriyê de dayî meşandin de perwerdê dike bingeha hemû xebatan. Li ser wê civaka ji her tiştî bêpar hatî hiştin û dibin pencên qirkirinê de dinaliya ji nû de ji xewa mirinê şiyar kir û bi sebrek mezin ew bi perwerdê ser hev de anî ku niha dikarin li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê şerek bê hempa bidin. Komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî meşandin 23 salan li peyî xwe dihêle û derbasî sala 24`an dibe. Di vê çarçoveyê de ajansa me nêrîn û nirxandina hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî li mala ku Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan despêkê lê bûyî mêvan a li gundê Pelûrê girt.
"Kurd ber bi tunebûnê ve diçûn"
Eyşe Efendî di destpêka axaftina xwe de behsa pêvajoya naskirina Tevgera Azadiya Kurdistanê kir û got: "Beriya derbasbûna Rêber Apo ya Rojavayê Kurdistanê, tu kesî Tevgera Azadiyê nas nedikir. Wê demê zêdetir partiyên siyasî hebûn, bi taybet jî partiya mala Berzanî dihat naskirin. Girêdana me weke civak jî heta astekê bi netewa me re hebû, em wê demê xwendekar bûn me digot divê ku em xwedî li ziman û çanda xwe derkevin, her wiha pêwîste em cejna Newrozê pîroz bikin. Me weke malbat jî di 1980`î de Apocî nas kir. Cara yekemîn ku Rêber Apo tê Kobanê, derbasî gundê Elpelûrê û bi taybet mala Ebdî yê dermanfiroş dibe. Min bi xwe Rêber Apo nedît, lê li gor kesên ew dîtin û bi taybet jî xwediyên malê digotin ku cilên seroketî li gor kesên pêre cudatir bûn. Her kesî jê re digot Apo, ji ber vê şêniyên gund jî jêre dibêjin Apo."
"Hatina Rêber Apo ya Kobanê mîladeke nû bû"
Eyşe Efendî destnîşan kir ku bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelan zayîneke nû bû û got: "Pişt re Rêber Apo derbasî Kobanê dibe û li maleke din dimîne. Xwediya wê malê ji min re behs dikir û digot ku Rêber Apo çend rojan li cem wan lê wan nizanbû ku kî ye. Tenê xwarin çêdikirin û vexwarin çêdikirin. Piştî ku seroketî ji Kobanê derdikeve, kesên ku Apo dîtin weke komekê ava dikin. Ev kom li ser bingehê Apocîyetê û doza Kurdan xwebirêxstin dike. Li ser vê bingehê êdî tevlêbûn çêdibû, civîn dihatin çêkirin û rêxistina Apociyetê mezintir dibe. Bi wê demê de civaka Kurd ber bi tunebûnê ve diçû, her wiha ziman, çand û nasname asîmele dibû. Dîroka gelê Kurd ji şer, serhildan û qirkirinan hatibûn winda kirin. Bi giştî rastiya gelê Kurd di tarîtiyê de hatibû veşartin, ji lewra hatina Rêber Apo û destpêkirina vê serhildanê zayîn, mîlad û hêviyeke nû bû."
"Rêber Apo birçîbûna me ya azadiyê têr kir"
Eyşe Efendî di domandina axaftina xwe de wiha bal kişand ser bandorbûna gel: "Dema ku Rêber Apo gel li derdora xwe kom dikir ji wan re digot ku riya min destpê kiriye şehadet, girtîgeh, birçîbûn, tîbûn, şer û hwd tê de heye. Li aliyekî din jî Rêber Apo digot tevî hemû şert  û mercên dijwar baweriya min heye ku emê gihêjin armanca xwe. Gel birçî û tiyê azadiyê bûn, ew ji bo xwedîderketina li nasnameya xwe amede bûn, lê serokekî ku ew bi rêve bibin û riya azadiyê nîşanî wan bide tune bû. Ji lewra bi serhildana Apociyetê re gel bi eşqeke mezin beşdar bû. Pirtûk, piroje û analîzên ku rêber Apo ji bo me pêkêş kirin, têre me yê jiyankirina sedsalekê dike. Ev demeke dirêje ku em perspektîfan ji rêberê xwe nagirin, lê ji ber ku seroketî ewqas lêkolîn û tesbît ji me re hîşt, têkoşîna me heta vê rojê dewam dike."
Eyşe Efendî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo her ku diçe kûr dibe. Her wiha em jî roj bi roj rêberê xwe baştir fam dikin û têdighêjin ku ji me çi dixweze. Mixabin me heta niha nikarbû mentiqê ku rêber Apo pê difkire nas bikin, tê bîra min Rêber Apo gotibû ku divê li her herêmekê 50 milîs xwebirêxistin bikin. Dema ku em niha bi vê perspektîfê difikirin em dighêjin encama ku Rêber Apo behsa Hêzên Parastina Cewherî dikir. Komploya ku li ser Rêber Apo hat meşandin, li ser tevahî gelê Kurd bû. Hêzên komploger hesab dikirin ku wê bi girtina seroketî re ev şoreş têk biçe û weke serhildanên Kurdan yên berê bibe." 
"Têkoşîna me ranaweste"
Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî di dawiya axaftina xwe de li ser komployê ev nirxandin kir: "Lê tevî komploya ku hat çêkirin,  tiştên ku Rêber Apo di pirtûkên xwe de ji me re pêkêş kir hîşt ku gel li ser lingê xwe bisekine û raneweste. Di dema girtina Rêber Apo de li welatên Awropa, Rojhilata Navîn û kurdistanê bi milyonan Kurd rabûn ser piyan ku kesî nizanbûn Kurd li wan deveran dijîn. Ji ber vê dîrok û rastiya gelê Kurd ji nû ve derket holê û ket rojeva cîhanê. Ji lewra hemû Kurdan nîşaneyên nasnameya xwe bi xwe de kirin, destên xwe ji bo pirojeyên seroketî hildan û bi tiliyên serkeftinê sozê xwe dan. Çawa ku Rêber Apo bi gelê xwe re soz da, gel jî bi rêberê xwe re soz dan, xwe bi şehîdan re kirin yek ku bi sedan kes agir berdan bedena xwe û çalakiyên fedayî pêk anîn. Em leşkerên Rêber Apo û şehîdên xwe ne, heta ku em hebin emê li berxwe bidin."