Konferansa Jinên HDP’ê: Jinan bernama dema nû çêkirin

Meclisa Jinan a HDP’ê di 4’emîn Konferansa xwe de rê û rêbazên dema nû nîqaş kirin û biriyara bilindkirina têkoşînê dan.

Navenda Nûçeyan - Meclisa Jinan a Partiya Demorkatîk a Gelan 4’emîn Konferansa Asayî bi dirûşma "Em di azadiyê de bi israr in, d têkoşînê de bi biryar in" ku du rojan dom kir bidawî bû. Konferansa li Odeya Endezyarên Înşaetê a Şaxa Enqereyê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, endamên Meclisa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz, Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr û gelek jinên pêkhateyên HDP'ê, aktîvîstên TJA'yê û Dayikên Aştiyê di nav de 300 delege tev li konferansê bûn. Wêneyê girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tugluk, wêneyê Denîz Poyraz û gelek pankartên din û her wiha pankarta "Jin jiyan azadî" ya bi 18 zimanan hatibû nivîsandin li eywana konferansê hatibû daliqandin.

Jinan di nîqaşên xwe de biryar girt ku têkoşîna xwe ya rêxistnkirî li dijî zextan û êrişan mezin bikintir bikin û biryar hat dayîn ku dê jin têkoşîna xwe mezin bikin û bi awayek mezin bi ser bikevin.

Biryarên di konferansê de hatin girtin hat qebûlkirin û jinan bi berzkirina dirûşma "Jin jiyan azadî" konferansê qedandin. Dê encamnameya konferansê di rojên pêşiya me de bi raya giştî re bê parvekirin.