Konferansa Jinan a Herêma Behra Reş hat lidarxistin

Nuray Bedîrkurum a piştî Konferansa Jinan a Herêma Behra Reş ku ji aliyê HDP'ê ve hat lidarxistin daxuyanî da, wiha got: “Barê têkoşîna jinan li ser milên me ye û dê Rêya 3’yemîn a ji bo komareke demokratîk jî bi perspektîfa jinan ava bikin.”

Enqere - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Konferansa Jinan a Herêmê li Behra Reş li dar xist. Beriya Konferansa Jinan a Navendî, Konferansa Jinan a Herêmê ya ewil bi dirûşma “Em di azadiyê de bi israr û di têkoşînê de bibiryar in” li Behra Reş hat lidarxistin. Di konferansê de li gel rêxistinên bajêr û navçeyan, Hevberdevka Herêmê ya HDP’ê Nûray Bedîrkurum, endama Meclisa Partiyê (PM) ya HDP’ê Nûrcan Karasu, Hevseroka HDP’a Samsunê Fatoş Çelîk û Nûnera Artvînê Denîz Yalçin jî amade bûn.  Nûray Bedîrkurum a axaftina destpêkê ya konferansê kir, wiha axivî: “Barê têkoşîna jinan li ser milên me ye û dê Rêya 3’yemîn a ji bo komareke demokratîk jî bi perspektîfa jinan ava bikin.”

Pirsgirêkên xweser yên herêmê wê bên tespît kirin

Di civînê de li gel krîzên qeyranên welat, her wiha pirsgirêk û pêdiviyên xweser yên herêmê jî hatin nîqaşkirin û hat gotin ku divê têkildarî mijarên penaber, karkerên demsalî û jinan de jî xebatên baştir bên kirin. Hat destnîşankirin ku profîla penaberan a rojhilat û rojavayên herêmê ji hev cuda ne û girîngiya têkiliyên bi jinên li nava dixebitin re jî hate vegotin.