Wekîlên jin ên HDP'yî: Em ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin

Wekîlên jin ên HDP'ê bertek nîşanî gef xwarîna polîsan a li ser Ayşe Acar Başaran dan, wiha gotin: “Emê li dijî vê êrîşa li hemberî vîna bi milyonan û jina hîn bêhtir li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin.”

MEDÎNE MAMEDOLU

Navenda Nûçeyan - Komeke ku di bin parastina polîsan de hatin pêş avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), xwestin çelenkekî danin pêş avahiyê û daxuyaniyê bidin. Koma ji 3 kesan pêk tê û îdia dikin ku zarokên wan di nav PKK’ê de ne, bi alên dewleta Tirk daxuyanî dan çûn. Polîsên ku piştî kom çû avahiya partiyê dorpêç kirin, HDP'yiyên ku xwestin derbarê bûyerê de daxuyaniyê bidin jî asteng kirin. Polîsên ku bi gaza îsotê mudaxeleyî endamên partiyê kirin 6 kes binçav kirin û di bûyera hat jiyîn de gotina polîsêk ku "Ez ê te bi dîwar re bizmar bikim” li Wekîlê  HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran bi kar anî bû sedema bertekan. Wekîlên jin ên HDP'ê li ser provakasyona hat jiyîn û gotina gefwariya li hemberî Ayşe Acar Başaran nirxandin, diyar kirin ku tundiya mêr-dewletê careke din rûyê xwe yê rast ê nîşan daye. Jinan diyarkirin hewldana provokasyonê bi talîmata Wezareta Karên Hundir pêk hatiye û dan zanîn ku tifaqa AKP-MHP'ê her cara ku asê dimîne li dijî HDP'ê êrîş pêk tîne.

“Ew gotin ne gotinên erkdarên kamûyê ne, gotinên mafya û çeteyan e”

Wekîla HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr astengî û provokasyona li ber avahiyên partiyê nirxand, diyar kir ku piştî kesên ji bo provokasyonê hatine anîn nekarîn bigihêjin armanca xwe, polîs bi xwe ketine nava tevgerê. Dîlan Dirayet Taşdemîr, destnîşan kir ku polîsan êrîşî avahiya wan ya giştî kirine, xebatkarên partiyê derp kirine û wan binçav kirine û wiha axivî: “Gotinên gefxwarinê yên kesekî ku dibêje ez polîs im li dijî Seroka meclîsa me ya jin û wekîla Êlihê Ayşe Açar Başaran a ‘Ez ê te bi dîwar re bizmar bikim’ gotinên mafya û çeteyekî ne, ne ya karmendekî dewletê ye. Yên van gotinan tînin ziman di heman demê de îro îşkencekerên li qereqol, binçavan û girtîgehan in. Her cara ku tifaqa AKP-MHP’ê tengav dibe li dijî partiya me êrîşêk pêk tîne. Em ê li dijî vê êrîşa li hemberî vîna bi mîlyonan û jinan pêktê li ber xwe bidin.”

“Desthilat bi hedef nîşandanêdixwaze xwe fihîl bike”

Wekîla HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît ya bi şermezarkirina hewldana provokasyonê dest bi axaftina xwe kir, diyar kir ku  tifaqa AKP-MHP'ê ya ku nikare pêvajoyê bi rê ve bibe û bûye pirsgirêka navxweyî ya welat, bi bûyerên bi vî rengî hewl dide xwe bigihîne pêşerojê. Gulîstan Kiliç Koçyîgît axaftina xwe wiha domand: Dema ku hêza kirînê ya gel kêm bûye û hêrseke pir giran derketiye holê, em dibînin ku têgihîştinek heye ku bi paşguhkirina van nerazîbûn û hêrsan, bi pêlekek netewperestiyê partiya me marjînalîze dike hedef nîşan bide û xwe rewa bike. Divê em dest nîşan bikin ku ev yek bi tu awayî di dewleteke hiqûqî de pêk nayê. Li vir em dibînin ku zîhniyeteke çeteyan li ser kar e û ev provokasyon bi destê hêzan ve tê kirin. Divê em bi taybetî destnîşan bikin ku em vê yekê qebûl nakin û em ê li dijî vê derkevin.

“Hêza ku divê wekîlan biparêze, îro bûye kiryara vê sûcê”

Em dibînin ku ev zîhniyeta çetebûyî çawa dijminê jinan e û hewl dide jinan tûne bihesîbine. Em vê nêzîkatiya dijhiqûqî û xerab a li hemberî wekîlekî hatî hilbijartin şermezar dikin. Lê çi dibe bila bibe ew ê nikarîbin têkoşîna öe asteng bikin.  Îro feraseta ku cînayetên jinan narawestinê û ji peyaman Stenbolê vekişiyaye, tam jî îro feraseta ku tê pêşiya partiya me û wekîla me gef dixwo ye. Çavkaniya xwe ji wan digire. Hêza ku divê gel û wekîlan biparêzin, îro bûye kiryara vê sûcê. Bi awayekî pir eşkere û zelal sûc dikin. Lê em ê li dijî vê ferasetê berxwedana xwe bidomînin.”

“Bê ku provokasyon û astengiyan nas bike, dê têkoşîna jinan dê bidome”

Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari jî derbara bûyera hat jiyîn wiha axivî:

Îro bi hewldana provokasyonê ya li hemberî Navenda HDP'ê me careke din rûyê tundiya mêr û dewletê dît. Polîs, cesareta li ber çavê her kesî gef xwarîna berdevka jin a partiya me Ayşe Acar Başaran li xwe dît. Li hemberî êrişên li dijî destkeftiyên me yên ku me ji têkoşîna jinan a dehan salan girtiye û li hemberî aqilê dewletê ku îro jî Ayşe Acar Başaran hedef digre, bersiva me birêxistinbûna me ye. Bila zanibin Ayşe ne bi tenê ye, HDP ne bi tenê ye. Têkoşîna HDP'ê wekî têkoşîna me jinan bêyî ku provokasyon û astengî nasbike didome û dê bidome."