‘Kobanê di bin êrişên dewleta Tirk de salvegera rizgarbûnê pêşwazî dike’

Cîgira Encûmena Cîbicîkar ya kantona Firatê Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku bajarê Kobanê yê ku bû çavkaniya parastina mirovahiyê di bin xeteriya dagirkeriyê de ye û got: “Kobanê di bin êrişên dewleta Tirk de salvegera rizgarbûnê pêşwazî dike.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Pişî serkeftina berxwedana Kobanê ya ku 134 rojan berdewam kir di 26’ê Çileya 2015’an de, dewleta Tirk ku berê çeteyên DAIŞ da Kobanê ji 2015’an de bê navber gefan li Kobanê dixwe û bombebaran dike. Dewleta tirk rojane bi balefirên şer û yên bê mirov komkujiyan pêk tîne û çavkaniyên jiyanê wêran dike ku a niha di encama bombebarankirina stasyona kehrebeyê ya bajarê Kobanê, bajar tevî gundewarên wê bê kehrebe ye.

Bi boneya 9’emîn salvegera serkeftina berxwedana Kobanê ya li hember çeteyên DAIŞ Cîgira Encûmena Cîbicîkar ya kantona Firatê a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Xelîl, êrîşên ku li ser Kobanê pêk tên ji ajansa me re nirxand.

‘Êrîşa li ser Kobanê planeke topyekûn bû’

Mizgîn Xelîl di destpêka gotina xwe de bal kişand ser rastiya armancgirtina Kobanê di êrîşên 2014’an de û got: “Di 2014’an de çeteyên DAIŞ bi pilaneke topyekûn ku ji aliyê dewleta Tirk û alîgirên wî ve pêk hat, hatin birêxistinkirin û bûyera êrîşa li ser Kobanê pêk hat. Gelek sedemên pêkhatina êrîşa li ser Kobanê hene, weke tê zanîn Kobanê navenda şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye ku yekemîn bajar bû xwe bi temamî ji bindestiya rêjîma Bass rizgar kir û xweseriya xwe raghand. Lewra yekser Kobanê ket nava planên dewleta Tirk ku şerê wekaletê bi riya çeteyên DAIŞ rû da. Li beramberî vê komployê berxwedaneke mezin di Kobanê de çêbû. Mirov dikare bi şerê hebûn û tûnebûnê jî binav bike. Baweriya kesî tune bû ku wê li erdîngariyeke biçûk û bi derfetên kêm teroreke weke DAIŞ ku teknîkên herî pêşketî bikar anîn û ez heta dikarim bêjim çekên NATO bûn, têk biçe.”

‘Di Kobanê yekîtiyeke ku dijmin têk bibe ava bû’

Mizgîn Xelîl da zanîn ku berxwedana li Kobanê pêk hat bala her kesî kişand ku bibin parçeyek ji serkeftinê: “Bê guman di vê berxwedanê de hîn piştevanî jî xwe dan der, berxwedana ku li Kobanê pêk hat hêzên navdewletî neçar hîştin ku ew jî di hîn aliyan ve alîkariyê pêşkêş bikim. Ji ber hêza tekane ku dikaribû ji aliyê bejahî ve şerê DAIŞ bike û bi serbikeve, şervan û gelê Kurd bûn.  Ji warî xwedî derketina Kurdistanî ya li Kobanê, bi banga seferberiya ku Rêber Apo raghand  ji çar parçeyên Kurdistanê û dostên gelê Kurd mirovan berê xwe dan Kobanê û beşdarî şer bûn. Pêşeroja ku şervanên di Kobanê nîşan dan, bû sedema ku berxwedan bala her kesî bikîşîne û matmayî bimînin. Di Kobanê de rihê yekîtiya gelan û yekîtiya netewî hat avakirin ku mirov dikare bêje, mayîndekirina serkeftinan û avakirina welatan bi hevgirtinê pêk tê.”

‘Jinên Kurd pêşengiya tunekirina DAIŞ’ê kirin’

Mizgîn Xelîl di domandina axaftina xwe de bal kişand ser rol û beşdarbûna jinan ya di nava şerê li hember DAIŞ û got: “Têkoşîna ku jinan di berxwedana Kobanê de raber kirin, roleke girîng di danasîna şoreşa Rojava û Kobanê de lîst. Tê zanîn di asta cîhanê de her tim pirsgirên netewî, aborî, ewlehî û hwd sereke tên dîtin, lê pirsgirên girêdayî jin het tim hatine paşguh kirin. Li Rojavayê Kurdistanê jî ev cudabûn xwe da der ku di asta yekemîn de pirsgirêka azadiya jin ket rojevê û xebatên cur be cur hatin meşandin. Me têkoşîna xwe li ser bingehê azadiya jin birêxistinkirin ku heta jin azad nebe, civak azad nabe û Netewa Demokratîk jî pêk nayê. Ji ber vê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jin birêket û ev yek jî bû sedema pêşengiya jinan ya di nava berxwedana Kobanê de jî. Ji pêşengên şerê Kobanê Rêvan Rojava û Arîn Mîrkan ku bi rêbazên fedayî bi sedan çete cezakirin, rengekî nû yê şer derxist holê. Ji ber vê jinên di berxwedana Kobanê de şer kirin, di asta navdewletî de bûn sembol û weke pêşeng hatin destgirtin. Kobanê bi vî awayî hatin rizgarkirin, bi qehremanî û fedaytiya şervan û hevgirtina Kurdistanî.”

‘Di encama êrîşên dewleta tirk de xeteriya zindîbûna DAIŞ heye’

Mizgîn Xelîl behsa êrîşên dewleta tirk yên li Kobanê kir û xeteriyên li ser herêmê wiha bilêv kir: “Kobanê ne tenê ya gelê wê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kobanê êdî navdewletî ye. Kobanê bû çavkaniya rizgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojhilata Navîn û mirovahiyê ji terora DAIŞ. Berxwedana Kobanê bû bingeha tunekirina xeteriyên DAIŞ, ji ber vê em dibêjin hemû mirovahî deyndarên vê berxwedanê û bajarî ne. Şerkirina li dijî çeteyên DAIŞ bi armanca tunekirina terorê û  bidestxistina jiyaneke aram û bi ewle ji bo hemû pêkhate û netewan bû. Lewra em ji bo raya giştî û mirovahiyê dêbjin; li bajarê ku bû sitûna tunekirina DAIŞ û parastina we ye, îroj careke din Kobanê bi xeteriya dagirkeriya dewleta tirk re rû bi rû yê ku ev yek jî bi xwe re jinû ve zindîkirina çeteyên DAIŞ tîne. Dewleta tirk bi rengekî dijwar seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike û di van êrîşan de gelek rêbazên şer jî bikar tîne.”

‘Stratejiya me ya bingehîn parastina destkeftî û nirxên berxwedana Kobanê ye’

Cîgira Encûmena Cîbicîkar ya kantona Firatê Mizgîn Xelîl di dawiya nirxandina xwe de got ku ew di demeke ku rojên xwe yên serkeftinê dijîn, tên bombebarankirin: “Weke bajarê Kobanê jî, em salvegera serkeftina berxwedan Kobanê di bin bombebarana dewleta tirk de pêşwaz dikin. Dewleta tirk rojane bi balefirên şer û yên bê mirov welatiyên herêmê qetil dike, binesaziyê wêran dike û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji derfetên jiyanê bê par dihêle. Mixabin ku bajarekî weke Kobanê ku ji ber tevahî mirovahiyê şer kir û berdêlên giranbiha da, îro di reweşeke bi vî rengî de bijî. Ji bo vê em di 9’emîn salvegera berxwedana Kobanê de teqez dikin ku stratejiya me ya bingehîn parastina destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Her wisa emê weke Rêveberî, jin, gel û pêkhateyên herêmê hemû rojên xwe veguherînin rojên parastina nirxên berxwedana Kobanê. Banga me ji bo gelan heye ku em careke din bi rihê seferberiya ji bo Kobanê li dijî dagirkeriya tirk têbikoşin û serkeftneke mayînde bi dest bixin.”