Katalin Novak ji bo serokatiya Macaristanê hat hilbijartin

Katalin Novak a ku bi piraniya dengan ji bo serokatiya Macaristanê hat hilbijartin dê 5 salên dinê welat bi rêve bibe.

Navenda Nûçeyan – Bi civînekê li parlemana Macaristanê hilbijartinên ji bo serokatiya welat çêbûn. Di hilbijartinan de Wezîra Malbat, Ciwan û Peywendiyên Navdewletî ya Macaristanê Katalin Novak bi piraniya dengan hat hilbijartin. Yekem seroka jin a Macaristanê Katalin Novak wê 5 salên dinê welat bi rêve bibe.

Siyasetmendara Macarî Katalin Novak, 44 salî ye û endama partiya Fidesz a Yekîtiya Sivîl a Macarîstanê ye. Berê di hikûmeta çaremîn a Orban de ji 2020 heta 2021 wekî Wezîrê Karûbarên Malbatê xebitiye.