Huda Alyan: Jinên Filistînî di meqamên biryardanê de hebûn û cesareta xwe îspat kirine

Ji jinên siyasetmendarên Filistînê Huda Alyan hêz û cesareta jinan ji qada civakî heta xebatên dîplomasî û endeziyariyê nirxand û got: “Jinên Filistînî yên weke sembola têkoşînê tên zanîn di meqamên biryardanê de hebûn û cesareta xwe îspat kirine.

NEXEM KARACA

Xeza – Jinên Filistînî di dîroka welatê xwe de weke sembola têkoşînê hatine dîtin, heta niha jî hem di nava welatên ereban de hem jî di navnetewî de vê statoya xwe parastine. Li ser vî mîrasî di hemû warên jiyan û xebatê yên weke aborî, civakî, mafên mirovan û hiqûqî de cihê xwe girtine. Seroka Komeleya Çalakiyên Jinan a Amadebûna Jin û Zarokan Huda Alyan têkildarî rola jinên Filistînî di nava xebatên civakî de nirxandinên giring kir.

“Di navendên biriyargirtinê de pêşdîtinên jinan bihêzin”

Huda Alyan da zanîn ku ji siyasetê heta aborî û xebatên civakî jinan xwe di gelek waran de rêxistin kirine û wiha domand: "Rola jinên Filistînî di têkoşîna welat de giringe. Ji lewra pêşengiya wê di hemû astên neteweyî, siyasî û civakî de derketiye holê. Di her warî de ev daye nîşandan. Ji dadgerî, bijîjşkî heta endezyariyê jin gihîştine navendên biryargirtinê. Digel  ku dayik û perwerdekara nifşan e, nîvê civakê ye û nîvê din jî mezin dike dikare di navendên biriyargirtinê de jî stratejîk bifikire û bi pêşdîtinên xwe xebatên giring pêş bixe.”

“Di xebatê de rêxistinbûna jinan giringe”

Li ser ferqa di navbera jinên rêxistinkirî û nerêxistinkirî de, jî Huda Alyan ev nirxandin kir: "Jina Filistînî ya rêxistinkirî ji jina nerêxistinkirî cuda ye. Jina rêxistinkirî kariye kariyera xwe temam bike û bidomîne, beşdarî hemû aliyên jiyanê bibe û di navbera kar û mala xwe de li hev bike, ango di karên xwe yên malê de bi wekhevî plan û pîvanan datîne. Ema jina bê rêxistin, ew jina malê ye ku nifşek ciwan û jinan mezin dike û ji bo bilindkirina asta malbatê û parastina hebûna wê tenê dixebite.”

“Bi guherînên heyî re xwe nû dike û hêza afrînere”

Huda Alyan bal kişand ser wê yekê ku rewşa îro ji rewşa berî 20 salan cudatir e, ji ber ku kêşeyên mezin, guhertinên civakî û herêmî û veguhertinên siyasî yên weke dagîrkerî û dubendî li pêşiya jinan hene û wiha berdewam kir: “Li gel van hemûyan jî jina Filistînî fêr bû ku ew hêza ku civak li ser disekine bibîne û bibe alîkar. Karibû kêşeyên ku ji civaka Filistînî re xerîb in derbas bike. Ji ber ku tundutujî vê dawiyê zêde bûye, di nav de tundî, kuştin û sûcdarkirina jinên Filistînî û binpêkirina mafên wan ku li gelek deveran hatine helandin. Tevî vê yekê jî, ev astengî bi hêz û cesareta xwe derbas kir û gihişt cihên biryardanê yên pêşketî.”

“Di qada dîmplomasiyê de bi cesaret tevgeriyane”

Huda Alyan amaje bi wê yekê kir ku jinên Filistînî xwe gihandine saziyên ewlekariya navneteweyî yên wekî Konseya Ewlekariyê û Meclisa Zagonsaz, Netewî û Cîbicîkar û karîbûn di asta herî jor a dadweran de cih bigirin û wiha domand: "Ez ji wan Samîha Xelîl û Dr.Henan Eşrawî bi bîr tînim, yên ku di komîteya cîbicîkar de kursiyek hêja bi dest xistin û li Neteweyên Yekgirtî nûneratiya xwe ji bo parastina mafên gelê Filistînê di hemû civînên navneteweyî de bi dest xistin. Her wiha gelek sefîrên jin ên Filistînî hene ku li çend welatên Ewropî û Erebî rewş dijwar kirine û karîne di qada dîplomasiyê de cesareta xwe îspat bikin.”

Huda Alyan anî ziman ku di nav wan de wezîr Zuhêre Kemal, Wezîra Jinan a niha Dr. Amal Hemad û Wezîra Tenduristiyê Mey El-Kila, ji bilî Leyla Ganam walîtiya Filistînê ku yekane jin e ku ev wezîfeyê girtiye. Huda Alyan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hemû femînîstên Filistînî yên ku li hemberî hemû şert û mercan û guhertinan karîbûn xwe bigihînin qonaxên cihê û nûnertiya Filistînê bikin serbilind in.”