Jiyan Tolhildan: YPJ di sedsala 21’ê de bû nasname û hêvî

Ji Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Jiyan Tolhildan salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pîroz kir û got: “YPJ xeleka nû ya li ser mîrateya neteweya Kurdistanê û şoreşa jinan e.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo – Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 4’ê Nîsana 2013’an de piştî lidarxistina konferansa yekemîn û avakirina yekemîn tabûra bi navê şehîd Rûken li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate ragihandin. Paşê tabûra şehîd Edalet li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tabûra şehîd Dîcle li Kobanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate avakirin. YPJ hêzeka leşkerî sereke û neteweyî ye. Di çarçoveya paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan di xeta parastina rewa li hemberî hemû êrîşên li ser civak, jin û nirxên gel diparêze. Ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk û Kurdistana azad têdikoşe. Her wiha li hemberî pergala serdestiya zilam, zayendperestî, olperestî, netewperestî, zanistperestî û pergala wê têdikoşe. Hêzên YPJ’ê temînata azadiya jinan in.   

Di nava van salan de YPJ’ê berxwedaniyeke lehengî li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, artêşa tirk a dagirker û komên çeteyên din ku hewl dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin, nîşan dan. YPJ’ê bi pêşengiya jinên Kurd xwe di hemû bajaran de bi rêxistin kir, paşê ji gelek pêkhateyên din bi taybetî jinên Ereb tevli nava refên YPJ’ê bûn. Hêzên YPJ’ê dîroka bi hezaran salan a jinan ji nû ve zindî kir û careke din bi hêza xwe dikaribû hebûna jinan ji tevahî tarîtiyê xilas bike. Îro YPJ’ê mohra xwe li dîroka jinan daye û bûye îlham ji tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re. Bi rasthatina salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin, Jiyan Tolhildan nêrîna xwe parve kir.

“YPJ berdewamiya mîrasa 50 salî ya Kurdistanê ye”

Jiyan Tolhildan girîngiya avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) wiha dinirxîne: “Dema li Rojavayê Kurdistanê şoreşê dest pê kir, bingeha xwe ji şoreşên gelêrî, şoreşên neteweyî û navneteweyî girt û zanistek hebû. Bi taybetî neteweya Kurdistanê ku dîrokek wê ya 50 salî heye. YPJ’ê xwe li ser mîrasa dîroka 50 salî berdewam kir. Ger îro YPJ bi nav û deng bûye û parastina tevahî jinan dike, ev yek xwe dispêrê dîroka 50 salî ya Kurdistanê. Tevgera neteweyî ji şoreşa Kurdistanê tê û di wê demê de jî gelek jinên pêşeng dikaribûn di zirûfên herî zehmet de têbikoşin. YPJ dikaribû jinan biparêze, bi rêxistin bike û bi taybetî di hemû aliyan de parastina civaka xwe bike û li ser van bingehan dikaribû artêşa xwe ava bike. Em dikarin bibêjin ku YPJ xeleka nû li ser mîrateya neteweya Kurdistan û şoreşa jinan e.”

“YPJ jinan diparêze”

Jiyan Tolhildan rola Yekîneyên Parastina Jin, di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de wiha parve dike: “Di hemû civakan de jin pêşeng in. Dibe ku YPJ di aliyê leşkerî de pir derketibe pêş lê naverok cuda ye. Zîrveya YPJ’ê leşkerî ye lê di bingehê de YPJ di jiyanê de wekhevî û demokrasiyê esas digire. Ger felsefeya me wekhevî û demokrasî nebûya, me nikaribû li ser tevahî cîhanê bandorê bikira. YPJ’ê tu caran di nava civakê de perçebûnê esas negirtiye, her dem yekbûnê esas girtiye. Di rastî de jî di cewhera jinan de yekparebûn heye û YPJ’ê dikaribû vê yekparebûnê derxe hole. Felsefe, fikir û bîrdoziya YPJ’ê, demokrasî û wekhevî ye, ji lewre hemû kes xwe tê de dibînin û pêşengên wê jî ji jinan pêk tên. YPJ ger bibîne li ser civaka wê êrîşek heye, çek radike û li dijî êrîşan bi tundî şer dike, ji ber ku civak û nasnameya xwe ya jinan diparêze. YPJ di şexsê xwe de neteweya jinan diparêze loma li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan xwe li YPJ’ê girtine. Jinên Rojhilata Navîn jî dema şerek li dijî wan pêk tê, yekser ji xwe re hêzên YPJ’ê esas digrin. YPJ’ê bi pêşengiya jinên Kurd xwe bi rêxistin kir û bandorê li pêkhateyên din jî kir ku wan jî îro xwe bi rêxistin kirine.”

“Jin dikaribûn zincîra koletiyê bişkînin”

Jiyan Tolhildan serkeftinên ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi dest xistine wiha anî ziman: “Avakirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinên Kurd pêk hat, ji ber feresata xwe ji neteweya demokratîk digirt. Bi hezaran pêşengên jin, bi hêviya şoreşa Kurdistanê pêk were bedelên pir mezin dan û YPJ’ê jî li Rojavayê Kurdistanê li ser vê felsefeyî meşiya. Destkeftiyên ku ketin destên YPJ’ê di gava yekem de neteweya demokratîk ava kir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sazî û dezgehên ku neteweya demokratîk esas digrin hatin avakirin. Ev gav di nava civakê de bingeh û hêviyek mezin ava kir ku hemû pêkhate cihê xwe di pergala neteweya demokratîk de digrin. Gelek êrîş li ser şoreşa me hene, ji ber netew-dewlet zû bi zû pergala me qebûl nake. Hemû cîhana global li ser pergala yek dewlet, û yektîp dimeşe û weke robotan pêk hatine. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê eşkere kir ku civak vedigere ser koka xwe. Îro jin dikarin bi awayekî rehet zincîrên koletiyê bişkînin û weke çemekî bêsînor biherike. Bi pêşengiya jinên Kurd şoreşa Rojavayê Kurdistanê bûye navneteweyî.”

“YPJ’ê xwe di 4’ê Nîsanê de ragihand”

Jiyan Tolhildan pakrewanên Yekîneyên Parastina Jin bi bîr anî û wiha dirêjî da gotinên xwe: “YPJ’ê xwe di 4’ê Nîsanê de ji bo parastina tevahî jinan ragihand. Gelek bedêlên mezin jî di nava 10 salan de hatin dayîn. Fermandar û şehîd Sosin Bîrhat ji bo ku jinan ji tarîtiyê derxe, li herêmên Ereban gelek rol lîst. Berxwedana Helebê bi pêşengiya Fermandar Sosin Bîrhat em dikarin bi nav bikin. Ger îro tabûrên jin ên Ereb çêbûbin, ev yek bi pêşengiya fermandar Sosin Bîrhat pêk hat. Yek ji fermandarên YPJ’ê şehîd Tolhildan Raman di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de cihê xwe girt û di hemû herêman de şer kir. Herî dawî di şer de profesyonel bû bû fermandar û hevalek mînak bû. Şehîd Hebûn Til Hemis, Rojbîn Minbic û Amara Cerablûs jinên Ereb bûn û di çeperên herî pêş de şer kirin. Ev jinên Ereb li hemberî pergala ku digot zimanê te nîn e, têkoşiyan. Şehîd Toprak Çerkes di gelek pêngavan de cih girt û gelek qadan û bajaran ji çeteyan rizgar kir. Bi berxwedan, fedakar û zanista xwe dihat naskirin. Bi pêşengiya van fermandaran jinên cîhanê jî beşdarî YPJ’ê bûn. Ji wan jinên enternasyonalîst em dikarin qala Hêlîn Brîtanya bikin, wê pergala heyî qebûl nekir û berê xwe da Rojavayê Kurdistanê, di şerê Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd ket. Lêgerîn Arjantîn ew jî enternasyonalîst bû ji bo jiyana rast canê xwe feda kir. Ji bo wê şoreşa me bû cîhanî. Bi hezaran jin îro şopdarên van pêşangan in. Rast e bedelên gelek giran hatin dayîn lê civak careke din vegeriya ser koka xwe. Em dikarin bibêjin êş, me mezin dike. Ev jiyan, jiyana nû, felsefeya jinan diafrîne.”

“Bîrdoziya YPJ’ê jiyana wekhev û azadiya jinan e”

Jiyan Tolhildan da zanîn ku fikrên Yekîneyên Parastina Jin, neteweya demokratîk, jiyana wekhev û azad in û wiha pêl da gotinên xwe: “Bîrdoziya YPJ’ê xwe dispêrê jiyana wekhev û azadiya jinan. Her wiha bîrdoziya xwe ji dîroka 50 salî ya neteweya Kurdistanê digre. Fikrên YPJ’ê neteweya demokratîk, jiyana wekhev û azad e. Neteweya demokratîk wê bihêle ku di dema pêş de li cîhanê bibe konfederalîzma demokratîk ku îro li cîhanê niqaşên wê tên kirin. Îro dewlet ji bo berjewendiyên xwe hev dixwin lê neteweya demokratîk ne wisa ye. Neteweya demokratîk ji bo jiyanê aramî û çareseriya bingehîn e. Tu kes ji derveyî konfederalîzma demokratîk tu çareseriyê nabîne. Ji ber ku em îro li rewşa cîhanê mêze dikin, dibînin ku hemû tundî, talan û qirkirin e. Îro pergala me hêvî dide mirovan loma her kes berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Em têkoşîna xwe hem li hundir, hem jî li derve didomînin. YPJ’ê temsîla xwe di dîroka kevnar a bîrdoziya jinan de girtiye. Îsal Newroz û 8’ê Adarê gelek bi coş derbas bûn her wiha bi 4’ê Nîsanê re jî artêşa wan hat avakirin, ev yek cejna wan û ji nû ve avabûna wan e.”

“YPJ parastina civak, jin û rûmeta xwe dike”

Jiyan Tolhildan bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û rola Yekîneyên Parastina Jin di wan şeran de û wiha pê de çû: “Dema çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê dest bi şer kirin, artêşên mezin nizanibûn hêzeke çawa ye. Hemû dagirkeran di gava yekem de çeteyan temsîl kirin. Hemû cîhan dema çeteyên DAIŞ’ê ji dûr ve dîtin ji tirsan baz didan. Di oxira wan de çiqas çand, gel, ol û mirovahî diçe kesê nedidît. Me bi şeklekî vekirî li Şengal, Iraq û Sûriyeyê dît. Yên li hember çeteyan sekinîn û bîr û baweriya wan xurt bû YPJ bû. YPJ’ê dikaribû hişmendiya çeteyên DAIŞ’ê tune bike. Ger Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûbin, ev yek bi fedakarî û fedaîtiya YPJ’ê pêk hatiye. Îro nasnameya YPJ’ê ji hemû pêkhateyan pêk tê. Referansa YPJ’ê ew e ku heta êrîşek li ser civakê pêk neyê, êrîş nake. YPJ parastina civak, jin û rûmeta xwe dike. Çeteyên DAIŞ’ê ne wisa bûn her hovîtî dikirin û hêza ku li hemberî wan hovîtiyan sekinî YPJ bû. Çeteyên DAIŞ’ê di şer de bi rêbazên herî wehşî êrîş kirin û ev şer beriya hezaran salan anî bîra her kesê. Jinên ciwan ên ku banga azadiyê dikirin beşdarî YPJ’ê bûn û hebûna xwe ji çeteyên DAIŞ’ê parastin. Çeteyên DAIŞ’ê bi berxwedana jinan tune bûn. Çeteyên DAIŞ’ê di şerê dawî ya Xwêranê yê Hesekê de jî têk çûn.”

“Civak di sedsala 21’ê de vedigere ser hîmê xwe yê mirovî”

Jiyan Tolhildan diyar kir ku Yekîneyên Parastina Jin di sedsala 21’an de dikaribûn mora xwe li dîrokê bidin û wiha domand: “YPJ di sedsala 21’ê de bû nasname û hêvî. Jiyan bê parastin nabe, ger jiyan di riyeke rast de be, parastin jî gengaz e. Îro gelek sazî û dezgehên me hene û di hemû karan de ji nîvî zêdetir ji jinan pêk tên. Armanca me ew e ku em civaka xwe ji nû ve ava bikin. Akademiyên zanistan hatine avakirin, ev yek me dibe dîrokê me û em dibin xwebûn. Di sedsala 21’ê de civak vedigere ser hîmê xwe yê mirovahiyê. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû îlham û mînak ji tevahî cîhanê re. Di sedsala 21’ê jin ji nû ve civaka xwe ava dikin û kes nikare li pêşiya jinan bisekine. Dibe ku li pêşiya jinan wek bend bisekinin lê jin wek lêhiyê wê bendê dişkînin û derbas bibin. Gelek artêş derketin ser dikê û gotin wê tune bibin îro sibê lê jinan vê yekê vala derxist û heta roja îro jî têkoşîn û berxwedanên bêhempa dimeşînin. Civak tu caran tune nabe, ji ber ku jin îro şiyar bûne.”

“Bersiva êşa ku hatiye jiyîn, azadî ye”

Jiyan Tolhildan herî dawî îdea û armancên Yekîneyên Parastina Jin wiha parve kir: “Her sal ji bo me nûbûnek e, gavek e û em xwe di ber çavan re derbas dikin. Em bi hêvî, coş û moralek hîn xurtir tevli kar û xebatên xwe dibin. Em bi îdea ne ku pergala jinan dadiqurtîne tune bikin. YPJ şopdara dîroka 50 salî ye. Her saleke me bi fedakarî derbas bû, ev 50 sal jî serkeftina berxwedaniya me ne. Bersiva êşa ku hatiye jiyîn, azadî ye. Dîrok û pêşeroja me neteweya demokratîk û azadiya tevahî jinên Rojhilata Navîn, Kurdistan û cîhanî ye. Em herî dawî jî roja damezrandina xwe li tevahî, jinan, mirovahî û Kurd û Kurdistanê pîroz dikin.”