Sîlvan Elî: Aloziya niha li cîhanê rûdide encama şerê berjewendiyên siyasî ye

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûriyeyê Sîlvan Elî têkildarî geşedanên siyasî, şerê li cîhanê diqewime û aliyên ji vê rewşê sûd digrin nirxandin kir û got: “Li tevahî cîhanê rewşeke bi aloz heye û çavên dewletan li encamên wê ye.”

ROJ HOZAN

Qamişlo - Ev demek e şerekî dijwar di navbera Rûsya û Ûkranyayê de diqewime û heya niha tu çareseriyên mayinde jê re nehatine dîtin. Rewşa şer bandoreke neyînî li siyaset û aboriya tevahî welatên Ewropayê kir û bû sedem ku aloziyeke dijwar were jiyandin. Têkildarî geşedanên siyasî li welatên herêmî û derve, rewşa şerê li cîhanê diqewime û aliyên ji vî rewşê sûd digrin, Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Sîlvan Elî nirxandin kir.

Sîlvan Elî şerê di navbera Rûsya û Ûkranyayê de şîrove kir û bandora wê ya li ser tevahî dewletên cîhanî wiha anî ziman: “Li tevahî cîhanê rewşeke bi aloz heye bi şerê Rûsya û Ûkraynayê re gelek şîrovekar dibêjin ev şerê cîhanê yê sêyemîn e. Hin dewlet alîgirên Ûkraynayê ne û hin dewlet jê alîgirên Rûsyayê ne. Helbet di Yekitiya Ewropayê de hin welat hene bêdeng in û tu helwesta wan a cidî nîn e. Welatên ku hene li hemberî vê rewşa ku rûdide tu gavên pratîk navêjin û tu çareserî jê re nedîtine. Ger Ûkrayna weke dewlet nemîne, gelek aliyên aborî yên ku li ser wê hakim e dê têk biçin û di encamê de derbeyeke aborî li tevahî welatên Ewropayê bikeve. Mijarên aborî niha di nav hesab û nîqaşan de ne. Mijareke din jî heye mijara gazê ya ku ji Rûsyayê diçe Yekitiya Ewropayê ye tehdîdeke din li ser Ewropayê çêdike. Çareserkirina vê meseleye hinekî zehmetiyên xwe hene ji ber dîsa jî dikeve bin banê şerê berjewendiyan. Di demên pêş de ger guhertin werin çêkirin yanî ger Rûsya bi ser bikeve yan jî Ûkrayna, wê hinek tişt diyar bibin. Di navbera herdu dewletan de gelek dewlet hene wê helwesta xwe biguherînin bi rengekî ku berjewendiyên wan li gorî wê zirarê nebîne. Ûkrayna gelek caran bangewaziya dewletên cîhanê dike pê re bibe alîkar di vî şerî de, em dibînin alîkariya wan tenê di aliyê daxuyaniyan de sînordar maye. Dewletên cîhanê tenê temaşe dikin wê kî bi ser bikeve da li gorî wê planên xwe hazir bikin û tifaqên nû çêbikin. Helbet ev rewş bandora xwe li Rojhilata Navîn jî dike û bi xwe re gelek parçebûna tîne. Dewletên xwedî ne aboriyên xurt bi taybetî yên Rojhilata Navîn wê bibin qurbana van tifaqan.”

“Dewletên hegemon planameya xwe li gorî encamên şer amade dikin”

Sîlvan Elî aliyên dûr ên vî şer û aloziyê her wiha bandora wê taybet li welatên Rojhilata Navîn nirxand û wiha domand: “Rûsya di vî şerî de dibe ne li gorî berjewendiyên hin dewletên hegemon mîna Amerîka  be ji ber Rûsya bi vê yekê hem erdnîgariya xwe berfireh dike, hem jî nifûsa xwe zêde dike û aboriya xwe xurt dike. Di heman demê de ger Ûkrayna bi ser bikeve wê careke din di aliyê aboriyê de serweriya wê xurtir bibe. Ji bo hevsengî di navbera herdu welatan de çêbibe û bê wê bi çi rengî be Ewropa dixwaze ne tam Rûsya bi ser bikeve û Ûkrayna jî li gorî tifaqên heyî bi kar bîne. Bi taybetî ev plansazî ji bo Rojhilata Navîn û mudaxeleyên cîhanê yên di hundirê wê de derbasdar e. Helbet ger Rûsya lawaz bikeve wê demê hebûna wê di hundirê Rojhilata Navîn de wê bêbandor bibe di encamê de wê qad ji hêzên din re bimîne.  Dibe ku ev rewş wisa aliyê wê yê şer bide diyarkirin lê aliyê wê yê bingehîn aborî û siyasî ye. Ji bo wê her welatek plana xwe çêdike û li gorî wê nêz dibe. Li gorî texmîna min dibe ku dewletên Ewropayê nehêlin Ûkrayna tam bikeve û di dawiyê de lihevhatinekê çêbikin. Dibe ev şer berdewam jî bike û hin dewletên din jî têkevin nav vî şerî.”

“Aloziya li Ewropayê bû fersendek ji dewleta tirk re”

Sîlvan bal kişand ser rola dewleta tirk di kûrkirina vê aloziyê de û wiha pêde çû: “Meseleya dewleta tirk hinekî cuda ye dema Rûsyayê êrîşî Ûkraynayê kir dewleta tirk bû alîgirê Ûkraynayê di bin navê ku nabe parçekirina axa wê çêbibe, yan jî Nazî di Ûkraynayê de hene û pêwîst e bêne parastin dewleta tirk bi van hincetan piştgiriya wê kir. Em dibînin dema dewleta tirk êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û herêmên me di bin navên cuda de dagir dike van nêzîkatiyên parçebûn û dagirkeriyê ji xwe re napejirîne. Di navbera nêzîkatiyên Rûsya li hemberî Ûkrayna û di nabera nêzîkatiyên dewleta tirk de li hemberî Sûriyeyê tu ferq nîn e hincet heman in. Gelek tiştên ku dewleta tirk xwest di herêmên me de bike gelek caran Rûsya jê re dibû asteng ji bo wê niha dixwaze zextek li ser Rûsyayê bi piştevaniya Ûkraynayê bike.  tifaqên ku di navbera tirk û Rûsan de hene ji bo Sûriyeyê, her wiha kirîna Tirkiyeyê ya çekan ji Rûsyayê hîşt Amerîka ne razî be ji bo wê ji dewleta tirk tê xwestin van meseleyan çareser bike. Ev şerê Ûkraynayê bû fersendek ji dewleta tirk re ku planên xwe baş bike û xwe nêzî Yekitiya Ewropayê bike. Ya din jî niha dewleta tirk dizane Rûsya di nava şerekî de ye û der barê vê de dikare êrîşek li ser bajarên Sûriye û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bide çêkirin yanî ew zexta Rûsyayê nemaye û bi serê xwe dikare hinek tiştan bike. Bi giştî dewleta tirk dixwaze di vî şerî de feydeyê bigre. Niha hin civînên ji bo çareseriya vê aloziyê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de hatine çêkirin bêencam bûn, civîna di rêzê de jî wê li Tirkiyeyê were çêkirin em nikarin bêjin niha wê encamên wê çawa bin lê weke texmîn ev şer wê hîn jî berdewam bike û nagihîje çareseriyê.”

Sîlvan Elî tevgera dewleta tirk û planên wê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir û wiha bi dawî kir: “Dewleta tirk her di nava tevgera êrîşkirina li ser herêmên me de ye û dixwaze destkeftiyên me tune bike. Di texmîna min de ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta tirk xwe amade dike lê belê ji bo herêmên din ên Kurdistanê jî xwe amade dike. Plana dewleta tirk ji bo êrîş û dagirkeriyê bi dawî nebûye û rewşên heyî ji bo wê fersend e. Li dijî planên dewleta tirk pêwîst e em jî amade bin û parastina nirx û destkeftiyên civaka xwe bikin.”