Jinên Yemenî di navbera zêdebûna aloziyê û pêvajoya aştiyê ya rawestandî de ne
Bi berfirehbûna qada aloziyên leşkerî re li Yemenê, êş û azarên sivîlan zêdetir dibin, jin bi barên giran û piralî re rûbirû dimînin. Ne ewlehî, ne xizmetên tenduristiyê ne jî dabînkirina debara jiyanê heye.
REHMÊ ŞANZÛR
Yemen – Her ku qada aloziya leşkerî li Yemenê berfireh dibe, nîgeraniyên der barê bandora wê ya li ser sivîlan de, bi taybetî kesên koçberbûyî û jinan, zêde dibin.
Çalakvan û siyasetmedara Yemenî Meha Ewn bal kişand ku têgihîştin û şîrovekirina rewşa leşkerî ya niha her diçe dijwartir dibe. Ev alozî ne tenê bi eniyek an herêmek ve sînordar e, li gelek deveran belav bûye. Ji Taiz û Peravên Rojava bigre, heta Al-Hudaydah, Al-Bayda, Al-Jawf û Maribê, tê pêşbînîkirin ku ber bi herêmên din ve jî berfireh bibe.
Ew vê aloziyê wek bûyereke ku di qonaxeke krîtîk de pêk tê dibînin. Bi taybetî piştî agirbesta sala 2022'an. Wê peymanê tevî binpêkirinên car caran hinek aramî anîbû û rewşeke "ne aştî û ne şer" afirandibû.
Hilbijartinên dijwar ên ku sivîl pê re rûbirû dimînin
Li deverên pevçûnên çalak, sivîl bi hilbijartinên sînorkirî û xeternak re rûbirû dimînin. Mayîna li malên xwe dibe ku bi dorpêçkirinê re rûbirû bimîne. Di heman demê de koçberî tê wateya koçkirina ji nişka ve ber bi deverên din ve ku pir caran pêdiviyên bingehîn ji bo aramiyê an hewcedariyên mirovî yên bingehîn tune ne.
Li gorî Meha Ewn bajarê Taizê, ji ber bandorên salên pevçûnê gelek zorî kişandiye, vê bandor li rewşa mirovî û aborî her wiha karûbarên civakî û tenduristiyê kiriye. Meha destnîşan dike ku koçberiya dubare êşa malbatan zêde dike, ji ber ku hin neçar in ku gelek caran ji deverekê ber bi deverek din ve biçin.
Jinên di bin xeterê de
Meha Ewn zehmetiyên aborî tên û got: "Hinek jin xwediyên karsaziyên biçûk in an jî ji bo piştgirîdayîna malbatên xwe dixebitin lê pevçûn û koçberî dibe ku bibin sedem ev kar têk biçin an jî bi temamî winda bibin. Di warê civakî de rîskên li pêşiya jinan zêde dibin. Bi taybetî ji ber zehmetiya tevgerê û gihîştina deverên ewle.
Meha Ewn bal kişand ku bandora aloziyan digihîje warê perwerdeyê jî; ziyanên li dezgehên perwerdeyê yan zehmetiyên gihîştina wan dikarin bibin sedem ku xwendekarên keç dev ji xwendinê berdin.
Di warê tenduristiyê de jinên koçber, bi taybetî jinên ducanî, ji ber zehmetiya rêwîtiyê û gihîştina xizmetên tenduristiyê, rastî rîskên zêde tên. Meha Ewn tekez dike ku pêdiviya bi stargeheke ewle û aram ku taybetmendî û parastinê misoger bike, yek ji girîngtirîn pirsgirêkên jinên koçber pê re rûbirû ne ye.
Pêdiviyên zêde û bersivên bi sînor
Meha Ewn dibêje ku ji bo jinan ne tenê xwarin û stargehê, di heman demê de lênêrîna tenduristiyê, parastin û aramiyê jî li kêleka karûbarên civakî, tenduristî û perwerdeyê, hewce ye. Meha destnîşan dike ku însiyatîf û rêxistinan dest bi dabînkirina alîkariya xwarinê û stargehên ji bo sivîlan, bi taybetî ji bo jinan kirine
Aştiya rawestiyayî û pirsgirêkên navxweyî yên paşguhkirî
Meha Ewn bawer dike ku agirbesta sala 2022'an ji bilî kêmkirina tundiya pevçûnan ji bo aliyan wekî demekê xizmet kir ku di nava têkoşîna ji bo bidestxistina hêz û çavkaniyan û têkelbûna berjewendiyên herêmî û biyanî de, xwe ji nû ve bi cih bikin û karûbarên xwe ji nû ve bikin.
Meha balê dikşîne ku pêvajoya aştiyê bi giranî li ser rêvebirina pevçûnan, danûstandin û navbeynkariya di navbera aliyên şerker de sekiniye, bala pêwîst nedaye pirsgirêkên navxweyî; bi taybetî krîza aborî, hilweşîna nirxê dirav, jinûveavakirin û vejandina aboriyê her wiha xizmetên tenduristî, mirovahî û civakî.
Divê mijara jinên koçber esas be
Meha Ewn tekez dike ku divê her gotûbêjek der barê berxwedêriya jinên Yemenî de, rastî û pêdiviyên rojane yên jinên koçber li ber çavan bigre û destnîşan dike ku jinên koçber niha kêmtir bala xwe didin ser mijara aştiyê yan jî paşeroja xwe ya demdirêj.
Meha Ewn herî dawî da zanîn ku divê pêşîniya vê qonaxê xurtkirina rola civaka sivîl û însiyatîfên herêmî be. Her wiha piştgirîkirina saziyên ku bi karûbarên civakî û kedê re mijûl dibin, girîng e da ku pêdiviyên bingehîn werin dabînkirin û alîkariya koçberan were kirin.