“Jinên li çar aliyê cîhanê, dengê jinên Kurd bibihîzin”

Aktîvîst Mînto Hendî Elden bang li hemû jinên cîhanê kir ku bi jinên Kurd re ku di bin çewisandin û êrîşan de ne di nava hevgirtinê de bin.

Navenda Nûçeyan - Aktîvîsta Sahrawî Mînto Hendî Elden têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê û dîwarê di navbera Rojava û Şengalê tê lêkirin de axivî. Aktîvîst da zanîn ku armanca vê yekê parçekirina gel û lawazkirina yekîtiya wan e.

Mînto Hendî Elden debarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê de wiha axivî: “Em ji bo hemû tiştên ku tên serê gelê Kurd xemgîn in û sûcên ku tên pêkanîn şermezar dikin. Em bi kur û keçên xwe re hevgirtina xwe ya bê şert û merc radigihînin. Helbet armanca van êrîşan holê rakirina gelê Kurd, berxwedan û lêgerîna hebûnê wan e.

Jin li eniyên pêş cih girtin”

Mînto Hendî Elden bal kişand ser helwesta jinên ji Rojhilata Navîn û Iraqê yên li hemberî van êrîşan ku ji serweriya welatê wan derbas dibin û ji bo pêşî van êrîşan bigrin çawa dikarin bibin alîkar û wiha got: “Di hemû serdeman de jinan cesaret, jîr û berxwedaniya xwe li hemberî şer îspat kirine. Mînaka vê ya herî baş ya li hemberî her êrîşkariya ku bandorê li gel û welatê wan dike jinên Kurd, Saharî, Filistînî û Cezayîrî. Jinan bi eşkerekirina hemû sûcên dagirkerî pêktîne û bi rû bi rû bûna van, ji bo parastina welatê xwe re li eniyên pêş cih girtin.”

Ji bo jinên cîhanê bang kir

Mînto Hendî Elden di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bang li jinên Kurd û Iraqî dikin ku heta bigihêjin tişta ku dixwazin têkoşîna xwe bidomînin û em bang li hemû jinên cîhanê jî dikin ku piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Werin em weke jinên cîhanê yên heman pirsgirêk û êşên hevpar ji bo hîn zêdetir bigihêjin yek, hewildanên xwe bikin yek.”