Jinên HDP'î dê xeta têkoşînê ya serdema nû diyar bikin

Meclîsa Jin a HDP’ê wê bi kombûnê, xeta xwe ya nû ya têkoşînê diyar bikin.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a HDP’ê ku piştî 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 3’yê Tîrmehê de li Eywana Werzîşê ya Enqereyê li dar xist, li hev civiya dê serdema nû nîqaş bikin. Di kongreyê de 100 endamên esîl, 50 cîgir û 30 jî yên rûmetê hatin hilbijartin û 63 jinên hatine hilbijartin jî li Meclisa Giştî civiyan. Li gel endamên ku dê di serdema nû de peywira xwe bigirin her wiha parlamenterên jin jî beşdarî civînê bûn.  

Jinên ku diyar kirin dê di serdema nû de têkoşîna xwe mezintir bikin, pêvajoya siyasî nirxandin û dê xeta têkoşînê û ya xwebirêxistinkirinê ya dema nû diyar bikin. Piştî civînê jî dê Berdevka Meclisa Jinan a dema nû bê diyarkirin û Koordînasyona Jinan were avakirin.