Mizgîn Hesen: Di civaka Sûriyeyê de jin û zarok herî zêde bûne mexdûrên şeran

Rêvebera Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyeyê, Mizgîn Hesen têkildarî rewşa şerê li Sûriyeyê û bandora wê ya li ser jinan nirxand.

ROJ HOZAN

Qamişlo-Di şer û aloziya ku ev zêdetirî deh sal in li Sûriyeyê berdewam dike de herî zêde jin bi bandor dibin û zirarê dibînin. Ev alozî di hundirê xwe de çiqas kûr dibe, ewqas tundî, destdirêjî û qetilkirina jinan zêdetir dibe. Li herêmên ku komên çete lê serwer in her wiha li herêmên ku dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirine, jin rastî kiryarên herî hovane tên. Berdewamiya kiryar û sûcên li dijî jinan bi xwe re encamên neyînî tînin û bandorê li ser civakê jî dikin. Têkildarî Mijarê Rêvebera Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyeyê Mizgîn Hesen nirxand kir û xebatên xwe yên der barê wê de anî ziman.

“Civaka ku jin tê de bên tunekirin ew civak ji koka xwe tê dûrxistin”

Mizgîn Hesen behsa rewşa jinan di aloziya Sûriyeyê de kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Rewşeke şer heye di ser de deh sal derbas bûne. Sûriye di aloziyeke mezin de ye, talan, wîran û gelek rewşên penaberiyê derketin pêş û ev yek li ser gelê Sûriyeyê bi giştî hat meşandin. Piranî kesên ji vî şerî bi bandor bûn jin û zarok bûn, ji ber ku rewşa jin û zarokan pir xerab bû. Em dikarin di sê aliyan de vê rewşa heyî binirxînin aliyê siyasî, civakî û aborî roleke xwe ya girîng di vî şerî de dilîze. Dema em dibêjin jin di şexsê wê de em civakê bi giştî digrin dest. Ji ber ku jin bingeha civakê ne û ger di civakê de jin were tunekirin ew civak ji kokê ve tune dibe. Sûriye bûye meydana şeran, her wiha qutkirin û dûrketineke mezin di nava civaka wê de hat çêkirin. Ji ber şer û êrîşên dijwar ewlehiya civakê têk çûye hêzên ku li ser axa Sûriyeyê şer dikirin, yên çete, dewleta tirk û DAIŞ bandorên pir giran û neyînî bi xwe re anîn. Di dema desthilatdariya rejîma Sûriyeyê de dîsa pirsgirêkên jinan di aliyê hiqûq û hilbijartinan de hebûn lê kêm zêde ji aliyê derve de rewş baş bû bi rengekî ku tu hêzên derve destdirêjî li ser Sûriyeyê nedikirin lê niha rewş ber bi guhetinên mezin ve diçe. Ji bilî meseleyên zewaca di temenê biçûk de û meşandina kevneşopiyên civakî li ser jinan êdî jin bi tacîz,qetilkirin û tecawizê re rû bi rû mane.”

“Êrîş û dagirkeriya dewleta tirk bû sedem ku jin bi pirsgirêkan re rû bi rû bimîmin”

Mizgîn Hesen bal kişand ser rewşa ku jin li herêmên Rêveberiya Xweser dijîn her wiha bandora êrîşên dewleta tirk li herêmê li ser jinan şîrove kir û wiha pêde çû: “Rewşa jinan di herêmên Rêveberiya Xweser de hinekî cuda ye bi rûniştandina pergala demokratîk re heya rêjeyek bilind jinan di aliyê xebat û hiqûq de gelek tiştên din de destkeftiyên xwe mayinde kirin lê em nikarin bibêjin tam ew jin ji rengên koletî û kevneşopiya civakê rizagar bûne. Di aliyê aborî de jî destkeftiyên jinan zêde bûn jin dikaribûn wê keda xwe mayînde bikin êdî ji jiyana jinan bi wate dihat dîtin. Êrîşên dewleta tirk a dagirker û operasyonên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandorên pir xerab bi xwe re anîn û hişt ku gelek pirsgirêkên jinan derbikevin holê. Jin bi tena xwe li hemberî pirsgirêkên jiyanê ma û di nava civakê de bê îstqirar dijî vê yekê belavbûnek çêkir. Vê îstîqrariya heyî hişt rewşa koçberiyê jî bi pêş bikve pê re jî girêdana wê bi aliyê siyasetê ve hişt ku mirov bi giştî aliyên xwe yên hiqûqî winda bikin ji ber wê destpêkê der barê jiyana xwe û malbata xwe de bifikire. Em rewşa kampan û jinên koçber ji nêz ve dişopînin em dibînin ku herî zêde ew rastî zilmeke pir mezin hatine. Ji bo wê heya ji me tê em dixwazin jin rewşa xwe bînin ziman da di şexsê wan de civak bi temamî haydar bibe ji rewşên heyî.”

“Rewşa heyî bandorên neyînî li ser zarokan çêdike pê re rewşên xerab bi pêş ketin”

Mizgîn Hesen bandora rewşa şer û êrîşan li ser zarokan jî anî ziman û ev tişt got: “Rewşên heyî bandora xwe li ser zarokan jî dike kêmbûna derfetên herî hêsan dihêle ew zarok kîn û nefret li hember jiyanê pê re bi pêş bikeve her wiha dihêle berê xwe bide tiştên nebaş. Di cihekî ku gere mafê jiyanê parastî be berovaj tê bindestkirin. Di cihekî de ku gere mafên zarokan û çûyîna wan a dibistanê li gorî peymanên navneteweyî misogerkirî be em dibînin ew maf ji destên zarokan tê girtin. Zarok mexdûrên penaberî, bê dibistan, bê xwarin û hiqûqên herî hêsan dimînin. Ji bo wê rewşa li Sûriyeyê pir bi êş bandora xwe li ser jin û zarokan kir. Dijminên hov bi hemû rê û rêbazan êrîşî îradeya jinan kirin lê dîsa jî em dibêjin jinên birêxistinkirî serê xwe netewandin û li ber xwe dan. Du xet bi hev re hatin meşandin xeta têkoşînê ya jinên birêxistinkirî temsîl dike ku dikaribû xwe ji bin bandora rewşên penaberiyê xelas bike. Li aliyê din jî jinên ku heya niha nikaribûn xwe ji rewşên xerab xelas bikin û li vîna xwe bigerin. Heya niha gefên dewleta tirk û êrîşên wê li ser herêmê mumkun e bibe sedema karesatên mirovî yên mezin li ser jin û zarokan. Em weke Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan bang li her kesê dikin ku bibin yek dest li hemberî êrîşên dewleta tirk da ku rewşeke bi aram li Sûriyeyê çêbibe, maf û jiyana wan sbê misogerkirin.”