‘Ji bo Sûriyeyek demokratîk pêdivî bi xurtkirina hevgirtinê heye’

Berdevka PYD’ê Sema Begdaş bal kişand ser rola jinan a di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, anî ziman ku jin dibin avakera sîstem û civaka demokratîk û banga “Ji bo Sûriyeyek demokratîk em hevgirtina xwe xurt bikin” li tevahî jinên Sûriyeyî kir.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokrtîk ya ku di serî de Kurdistan dê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bike destpê kir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di ronahiya geşedanên diqewimin de jin pêşengiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hildigirin ser milên xwe. Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Sema Begdaş li ser rola jinan a di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî.

Dengvedana Jin jiyan Azadî

Sema Begdaş da zanîn ku di sedsala 21’an de gel û jinan karîbûn xwe bi rêxistin bikin û bi awayekî azad jiyan bikin û got: “Wek tê zanîn em îro di pêvajoyek girîng û dîrokî re derbas dibin. Di heman demê de em dibînin li seranserî cîhanê şer û pevçûn hene, lê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya ku Rêber Apo di manîfestoyê de pêşkêşî hemû civak û gelê azadîxwaz dike. Ji ber wê pêvajoyek gelekî girîng e, di sedsala 20’an de ku her tim gel, jin û zarok hatin qirkirin. Lê di sedsala 21’an de em dibînin jin û gel çawa dikarin xwe birêxistin bikin, bi awayekî azad û aştiyane bijîn. Îro ev teorî bi awayekî piratîk di Şoreşa Rojava de ji sala 2012’an ve ye ku bi vê şoreşê destpê kir, xeta 3’yemîn xeta netewa demokratîk, xwişk û biratiya gelan û azadiya jinê pêk hat. Ji ber vê dikarîbû bandora xwe li seranserî cîhanê jî belav bike.”

‘Pêla azadiya jinê her diçe li cihanê belav dibe’

Sema Begdaş destnîşan kir ku îro dirûşmeya Jin Jiyan Azadî li seranserî cîhanê bi dirûşmeyek wek felsefeyekê hatiye bikaranîn û mînaka li Hindîstanê û Rojhilatê Kurdistanê da. Sema Begdaş got ku li Rojhilat nêzî milyonek jin daketine qadan û bi vê dirûşmeyê bang kirin û wiha pê de çû: “Ev hemû tê wateya ku ev pêla azadiya jinê û demokrasiya gelan her diçe li cihanê belav dibe. Ji ber her tim gel dibin qurbaniyên şer û pevçûnan lê dema ku gel xwe bi rêxistin dike dikarin bi awayekî azad jiyan bikin. Ji ber vê jî îro ev hemû di şoreşa Rojava de teyisîne. Di hemû aliyên xwe de mîna ku ol çawa hemû dikarin werin gel hev bi awayekî demokratîk hevdû temam bikin, di milê şoreşa jinê, xwişk û biratiya gelan de cewherê olan derxin pêş, ev hemû naverok û manefêstoya vê civaka demokratîk îro di şoreşa Rojava de hatiye pêkanîn.”

‘Rola jinan a herî bingehîn û sereke ye’

Sema Begdaş bal kişand ser rola jinan a di pêvajoya ku banga Aştî û Civaka Demokratîk hatiye kirin û hevdîtin tên domandin de û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha berdewam kir: “Dema ku em behsa demokrasî û aştiyê dikin, aştî tê wateya ku her kes hevdû qebûl dikin, edaleta civakî û pirrengî heye. Bi taybetî di destpêka vê tevgerê de ku Rêber Apo azadiya jinê bi azadiya civakê ve girêdaye. Heger jin azad nebin civak azad nabe, ji ber jin civakê û malbat ava dike. Hemû îro di riya pêşengtiya jinê de tê pêşxistin. Ji ber vê Rêber Apo gelek teorî bipêş xistin. Îdeolojiya rizgariya jinê, artêşbûna jinê û zanista jineolojî bipêş xist. Dema ku em îro behsa berdewamkirina têkoşîna jinê ya cîhanî dikin, tevî ku em dizanin di destpêka dîrokê de her tim jinê van sîstemên koletiyê ji xwe re qebûl nekir, her tim şoreş dikir ji bo ku mafê xwe bistîne her tim têkoşiya.”

‘Jin dibe avakara sîstem û civaka demokratîk’

Sema balkişand ser pêla 3’yemîn a ku jin dibe avakera Civaka Demokratîk û wiha pê de çû: “Ew jina kole ya ku xwestin wê kole bikin îro di şoreşa Rojava de li ser zemînên têkoşînên jinên cîhanî vê têkoşînê bilindtir dikin. Jin dibe avakara sîstem û civaka demokratîk. Îro di şoreşa Rojava de jin rol û misyona jinê di kêliyên destpêkê yên şoreşê de, di xwepêşandanên yekemîn de ku çawa jin pêşengtiya wê dikir. Her wiha dema ku em îro behsa hevpeymana civakî ya jinê dikin ku jin bingeha wê dinivisîne. Ji ber vê rol û misyona jinê di şoreşa Rojava de ne tenê şoreşek kir gelek şoreş di nava xwe de kir  ji bo wê jî şoreş bû şoreşa jinê. Di vê şoreşê de ne tenê jina Kurd pêşengtî kir li kêlek wê jina Ereb, Sûryan, Êzîdî û Ermen jî pêşengtî kirin û roleke girîn û sereke di avakirina civakê de kirin.”

‘Gerek jin xwe birêxistin bike’

Sema Begdaş bang li hemû jinên Sûriyeyê kir ku xwe bi rêxistin bikin da ku Sûriyeke demokrat bidin avakirin û nirxandinên xwe wiha bi dawî kir: “Her tim xeterî li ser jinan heye. Em dibînin îro li peravên Sûriyeyê û Suweydayê gelek belge derketine ku mafên jinan tên binpêkirin û jinên windayî hene û yên tundî li ser wan tên kirin. Bangawaziya me ji bo hemû jinan ku xwe bi rêxistin bikin, ji bo parastina hebûna jinan jin xebatên xwe xurtir bikin da ku ew bi xwe azadiyê biafirînin û hemû rêxistinên jinê hevgirtinên xwe xurtir bikin û nerînên xwe bikin yek. Ev ji bo avakirina Sûriyek demokratîk û tê de mafên jin hebe pêwîst e.”