“Ji bo pêşdebirina kar rêbazên xebatê carekdin li ber çavan re hatin derbaskirin”

Hevseroka Desteya Hundirîn Hemrîn Elî têkildarî hilbijartinên Desteyên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê, xebat û plansziya xwe ya dema pêş nirxandin kir û got: “Li gorî pêwîstiya kar pêdivî bi hin guherînên nû hat dîtin.”

ROJ HOZAN

Qamişlo- Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Herêma Cizîrê di civîna xwe ya 6`emîn de ku li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû lidarxistin ji bo Desteyên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê hilbijartinên nû çêkirin. Di van hilbijartinan de ji bo Hevserokatiya Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî, ji bo Hevserokatiya Desteya Darayî ya Herêma Cizîrê Ebdullah Îsa Hiso, ji bo Hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşê Fatme Hayîl Eyûb û Diyar Mihemed Maşûq Îbrahîm û ji bo Hevserokatiya Desteya Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Mazlûm Şewket ji aliyê Meclisa Zagonsaz ve hatin hilbijartin. Di civînê de li ser van kesan hat êrêkirin ku dest bi erka xwe ya nû bikin. Têkildarî van hilbijartinan her wiha xebat û plansaziya Desteyên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê,  Hevseroka Desteya Hundirîn Hemrîn Elî ji me re axivî.

“Bi xebatên nû li gorî pîvanên Neteweya Demokratîk xizmetê pêşkêş dikin”

Hemrîn Elî armanc û pêşveçûnên xebatê bi hilbijartinên nû re yên di Desteyên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê de hatin çêkirin anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di dîroka 16’ê Nîsana 2022’an de wek pêşinyarên Meclisa Tenfîzî ya Herêma Cizîrê li gor pêwîstiya kar û valahiya heyî pêwîst bû hin guhertinên nû bihatana pêşxistin. Bi van guhertiyan re hin kesayet ji bo Meclisa Zagonsaz hatin pêşinyarkirin ku li ser van kesan bê erêkirin da dest bi xebatên xwe bikin û bêtir xizmet û pêwîstiyan ji civaka xwe re pêşkêş bikin. Di van hilbijartinan de 5 kesayet di nav desteyên heyî de hatin erkedarkirin. Destpêkê navê van kesan ji Meclisa Zagonsaz re hatin pêşinyarkirin û li gorî dengdanê û şîroveyên li ser van kesayetan wiha tên erkdarkirin. Pêwîst e dengdan bêtirî nîvî hejmara beşdaran be paşê wiha ew kesayet tê hilbijartin û xebatên nû li gorî pîvanên Neteweya Demokratîk ji bo xizmeta civakê tên pêşxistin. Li ser vî esasî ez weke Hevseroka Desteya Hundirîn hatim hilbijartin. Em bi hêvî ne ku bi vê erkê re em li gorî bîr û baweriya civaka xwe bin.”

“Li ser esasê xeta jina azad û parastina destkeftiyên şoreşê em ê bixebitin”

Hemrîn Elî plansaziya xwe ya dema pêş eşkere kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li gorî projeyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kar û xebateke fireh li pêşiya me ye û gelek planên me yên dema pêş ji bo pêşketina vê civakê hene. Ji bo pêşketina rêbazên xebatê û rehetiya gel di saziyên xizmetê de me hin nûbûn pejirandina û di demek nêz de wê têkevin meriyetê. Wekî din em ê bingeheke modelê li ser prensîba yek pencereyê çêbikin. Soza me li Meclisa Zagonsaz daye ser esasê parastina destkeftiyên şoreşê ye, hem jî li gorî rêgezên Neteweya Demokratîk em pêk tînin û li ser esasê xeta jina azad em ê bixebitin.”