“Hewceye her kes li hemberî guherînên demografîk xwedî helwestb be”

Rêvebera Meclîsa Jinan a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Zebîa El-Nasir guherîna demografya ya di rojevê de ne nirxand û da zanîn ku ewê rê nedin guherînên demografiyayê.

RÎM MİHEMED

Reqa – Rêvebera Meclîsa Jinan a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Zebîa El-Nasir têkildarî guherînên demografîk ên li herêmên dagirkirî yên Sûriyê tên kirin nirxandinên giring kir. Zebîa El-Nasir destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk hewl dide li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewlekarî û aramiyê têk bide.

Zebîa El-Nasir da zanîn ku dewleta Tirk timî herêmên Rêveberiya Xweser hedef digire û wiha domand: "Armanca Tirkiyeyê ew e ku herêmên Rêveberiya Xweser bike hedef. Tirkiye bi hinceta vegerandina penaberan amadekariya êrîşên nû dike û pêkanîna siyaseta guhertina demografî li herêmê dixwaze têxwe meriyetê. Tirkiye di mijara penaberan de danûstandinên xwe guhert û armancên wan ên veşartî hene ku heta niha eşkere nekiriye."

Zebîa El-Nasir amaje bi şerê Rûsya û Ûkraynayê jî kir û got ku Tirkiye ji bêdengiya navnetewî sudê digire û dest bi êrîşên li ser herêmê dike û wiha got: "Şerê Rûsya û Ukrayna yek ji wan faktoran e ku alikariya Tirkiyê kir ku di vê demê de bi zêdekirina êrîşan li ser herêmê û hinceta vegerandina penaberên Sûriyê guherîna demografya hedef dike. Projeya me ji bo rejîma Sûriyê û Tirkiyê metirsî ye. Ji ber ew rejîmên navendî ne û dixwazin her tişt bin deshilata wan de be. Jilewra rêjîma Sûriyê dixwaze herêmê bike bin kontrola xwe, ji ber wê jî li gorî xwe di nava hewildanên hinek cih girtinê de ne. Gefên dagirkeriya Tirkiyê û destdirêjiya wê li ser herêmê ji xwe re weke derfet dibîne.”

Zebîa El-Nasir di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku Rêveberiya Xweser di rûbirûbûna qeyran û pirsgirêkan de xwedî tecrûbe bûye û bi têkiliyên xwe û siyaseta xwe ya derve dikare li hember van metirsiyan bihêz bisekine.