“Başûrê Kurdistanê bûye navenda pîlangerî, mit û sîxûrên dewleta Tirk”

Desthilatdariya Başûrê Kurdistanê rê ji bo sîxor û dagerkeriya bajarên Başûrê Kurdistanê vedike, azadixwazên Kurdistanê tên qetilkirin û piştre tewanbar bi hekariya desthilatê direvînin bajarê Hewlêrê û tên parastin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî - Başûrê Kurdistanê bûye navenda mit û sîxorên dewleta Tirk û bi hevkariya desthilata li Başûrê Kurdistanê gelek kesên azadîxwaz ji aliyê mita Tirk ve hatine qetilkirin. Endama Tevgera Azadiya Komelgeya Kurdistanê Sara Reza li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û tewanên ku li Hewlêrê bi hevkariya desthilata Başûrê Kurdistanê tê kirin ji ajansa me re axivî û da diyarkirin ku di nava 30 salên derbasbûyi de dewleta Tirk êrîş û dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê zêdetir dijwar kiriye. Destê xwe dirêjî kesê azadîxwaz û welatparêz dike, ji ber Başûrê Kurdistanê xwedî hikumet û desthilatek ku di aliyê siyasî, rêveberî û leşkerî de şikestiye, rê li ber dewleta Tirk xweş dike ku êrîşên xwe yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê dijwar bike.

“Kesên azadîxwaz li Başûrê Kurdistanê tên hedefgirtin”

Sara Reza bibîr xist ku bi destê hikumeta heyî Başûrê Kurdistanê bûye navenda mit û sîxorên dewleta Tirk û wiha got: “Başûrê Kurdistanê bûye navenda pilangeriyê û rê didin dijmin kesên azadîxwaz û welatparêz bikin hedef û desthilat rê didin dewleta Tirk çekên kîmyayî bi karbînin, lê belê li beramberî vê yekê îradeya gelê Kurd ji pilanên dijmin gelek bi hêztir e ji ber wê dema ku dewleta Tirk li çiya têk diçe kesên sivîl û azadîxwaz dike hedef.”

“Hevkarên tometbaran rê ji bo dewleta Tirk xweş dike”

Endama Tevgera Azadiyê Sara Reza da zanîn ku bajarê Hewlêrê bûye cihê mît û sîxûran, ji berê wê divê xelkê Başûrê Kurdistanê baş têbigihe ku siyaseta desthilata Başûrê Kurdistanê tê kirin metirsiyek e û wiha dom kir: “Sutatuya Başûrê Kurdistanê bi rijîna xwîna gelek şehîd û enfal û kîmyabaran hatiye bi destxistin. Lê belê niha bi saya çend kesên xwefiroş, diz û bê îrade armanca wan ewe Başûrê Kurdistanê radestî dagirkeran bike û ciwana tune bike. Bi vê jî nasekinin rewşa hemwelatiyên Başûr wisan kiriye ku êdî fikra azadixwaziyê neke. Daxwaza min ji hemû gelê Kurd heye ku hişyar bin û êdî rewşa bi vî awayî qebûl nekin û her wiha Yekitiya Nîştimana Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê û asayîşa Silêmanî ji van buyeran berpirs e. Bila êdî rê nedin sîxoran ku kesên azadîxwaz û penaberên Kurd werin qetilkirin.”