Foza Yûsif: Stratejiya şerê gelê şoreşgerî bi rihê pêvajoyê ve girêdayî ye

Endama Meclisa Rêvber a PYD’ê Foza Yûsif teqez kir ku Partiya Yekitiya Demokratîk li gorî her qonaxê xwe nû dike û got: “Lidarxistina kongreyê di vê qonaxa hesas de ji bo gelê herêmê û partiyê girîng e da ku bikaribe hebûna gelan biparêze."

RONÎDA HACÎ

Hesekê -Bi dirûşma "Bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeya demokratîk ava bikin", li gorî rêziknameya partiyê ku her du salan kongre bê lidarxistin, duh 9'emîn Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Hesekê dest pê kir. Li gorî komîteya amadekar, 700 delege ji endam, nivîsgeh û nûnerên partiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriye, Kurdistan û Ewropayê tevli kongreyê bûne. Têkldarî vê mijarê Endama Meclisa Rêvber a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Foza Yûsif axivî .

“Em ê bi stratejiyek xurt derbasî pêvajoya nû bibin”

Foza Yûsif da zanîn ku salên li pêşiya gelê herêmê salên çarenûsê ne, ji bo ku hebûna gelan were parastin di vê qonaxa hesas de kongreya 9‘mîn hat lidarxistin û wiha axaftina xwe domand: “Salên li pêşiya gelê herêmê salên çarenûsê ne, ji ber ku hemû peymanên di sedsaliya derbasbûyî de çêbûn di van salan de careke din wê xwe nû bikin. Lewma wekî gelê Kurd û hemû gelên herêmê pêwîst e bi amadekerî, plan û bi stratîjiyek xurt em derbasî pêvajoyê bibin. Ji bo wê kongreya PYD’ê di warê parastin, civakî, Rêveberiya Xweser, ji bo pirsgirkên civakê û ji bo azadiya Rêber Apo bi her awayî wê xwe bigihîjîne biryarên gelekî girîng ku em di salên pêşiya xwe de bi têkoşîn, berxwedan û seferberiyek mezin pêşwazî bikin.”

“PYD’ê paradîgmaya Neteweya Demokratîk ekelojî û azadiya jinan bingeh digre”

Foza Yûsif da zanîn ku Partiya Yekitiya Demokratîk di şoreşa Rojava de pêşengiyek mezin kir û wiha anî ziman: “Gelê Kurd hêzek mezin ava kir di herêma Rojhilata Navîn de û bûye hêzeke ku dikare di nexşeya siyasî de cih bigre û bi bandor bike. Rola partiyên siyasî gelek girîng e ji bo pêşvebirin û pêşengiya vê pêvajoyê. PYD’ê heta niha pêşengî û rolek pir mezin û girîng di Şoreşa Rojava de lîst. PYD’ê berpirsyariya çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojavayê Kurdistan girtiye ser xwe û bi erkên xwe yên neteweyî li hemberî her sê aliyên Kurdistanê rabe û di warê herêmî û cîhanî de bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk, ekelojî û azadiya jinan wê bandorek mezin li ser tevahî cîhanê bike.”

“Bi ruhê gelê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeya demokratîk ava bikin”

Foza Yûsif destnîşan kir ku stratejiya şerê gelê şoreşgerî bi rihê pêvajoyê ve girêdayî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li hemberî êrîşên hovane ku li ser gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê pêwîst e her ferdekî di civakê de xwe li hemberî parastinê berpirsyar bibîne. Parastina ax, şeref, şoreş û nirxên xwe berpirsyar bibînin ji ber ku parastin tenê nakeve ser milên hêzên leşkerî. Hemû ferdên di vê civakê de li hemberî êrîşan rû bi rû ye. Lewma her ferdek pêwîst e xwe perwerde bike, di milê hişmendiyê de xwe zana bike. Ger em bigihîjin vê astê dijminê me zû bi zû cesaret nake êrîşî me bike lewma em dibêjin bi rihê gelê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeya demokratîk ava bikin.”