“Xaka me tê dagirkirin divê em bêdeng nemînin”

Dayikên ji Silêmaniyê li hemberî êrîş û kiryarên tên meşandin bertek nîşan dan û gotin: “Bi riya çend malbatan û desthilatdariyê, dixwazin şer di navbera Kurdan de bidin destpêkirin.”

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Êrîşên dagirkeriyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Nîsanê de dest pê kirin û heta niha berdewam dikin. Lê belê heta niha tu berpirsyar û hikumeta Herêma Kurdistanê li dijî van êrîşên dagirkeriyê dengê xwe dernexistine. Li dijî van êrîşan nerazîbûna gel her diçe zêdetir dibe. Hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re bûye cihê rêxweşkirinê û dibe sedem ku êrîş û dagirkerî berfireh bibe.

Bêhelwestiya hikumet û desthilatdaran bûye cihê pirs û gumanan, gelek hemwelatî didin diyarkirin ku desthilatdarî hevkariya dagirkeran dikin, ji bo ku xaka başûrê Kurdistanê were dagirkirin.

“Em êdî dixwazin serbixwe bin”

Dayika bi navê Rêzan Salih ku xelkê bajarê Silêmaniyê ye diyar kir ku rewşa Başûrê Kurdistanê ji ber vê dagirkeriyê ber bi xirabûnê ve diçe û wiha got: “Em wek neteweya Kurd ji serxwebûna xwe hez dikin û em naxwazin kes xaka me dagir bike, ji ber Kurd di dîrokê de her dem rastî dagirkeriyê hatine û ji ber wê em êdî naxwazin dîrok xwe dubare bike û zarokên me bibin qurbanî. Dî dîrokê de gelek bûyer û karesat me derbas kirin, em careke din naxwazin ev karesat werê serê me. Divê Kurd hemû xwedî yek helwestê bin û dengê xwe bikin yek ne weke niha belav bin.”

“Bi riya çend malbatan û desthilatdariyê dixwazin şer di navbera Kurdan de derxin”

Dayika bi navê Pexşan Abdulkerîm bi bîr xist ku ji ber fenûfûtên dagirkeran û hevkariya xayînan Kurd her dem tune bûne, di serdema Baesê de jî gelek Kurd hebûn îxanetê kirin û wiha got: “Niha Erdogan çav berdaye Kurdan û dixwaze wan tune bike, bê desthilatdarî bihêle ji ber xaka me ji aliyê gaza xwezayî ve gelek dewlemend e. Ji ber ku em di asta dewletek de nîn in, tu dewlet me xwedî vê xakê nabîne û li hemberî van êrîşan bêdeng e. Ev jî tenê ji bo berjewendiyên wan ên şexsî ne. Divê Kurd êdî piştgiriya hev bikin bi yekgirtina xwe li hemberî êrîşan bisekinin û xwepêşandanan li dar bixin, hikumetê hişyar bikin da ku êdî ji bo parastina destkeftiyên neteweya Kurd xwedî bê helwest be.”