Eyşe Efendî: Hewceye em li hemberî Enfalê yekîtiyê mezin bikin

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî têkildarî salvegera Enfalê got: "Enfal qirkirina Kurdanbû, di roja me ya îro de jî hewl tê dayîn ku Kurd hev tune bikin. Divê em nahêlin dîrok dubarebibe."

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Di navbera salên 1986-1989`an de rejîma Sedam Hyseyîn li hemberî Kurdên Başûrê Kurdistanê komkujiyên mezin pêk anî. Di encamê de zêdetirî 180 hezar kes hatin qetilkirin, nêzî 500 gund hatin xirabkirin û zêdetirî milyonek jî hatin koçberkirin. Di ser komkujiyê re bi dehan sal derbas bûn lê ew êş heta niha jî di dilê hemû Kurdan de zindî ye. Di vê çarçoveyê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî li ser  komkujiyê axivî û rewşa başûrê Kurdistanê ya di roja îro nirxand.

"Enfal qirkirin bû"

Eyşe Efendî di destpêkê de behsa qirkirinên ku Kurd bi wan re rû bi rû mane kir û got: "Bi sedsalan e ku hêzên hegemon li hemberî gelê Kurd di nava lihevkirinan de ne. Lihevkirinên herî dawî jî bi aloziya Sûriyeyê re dest pê kirin ku dewletên cîran û hêzên navneteweyî hewl didin nexşeya Kurdistanê li gorî berjewendiyên xwe çêbikin. Di dîroka gelê Kurd de bi dehan serhildan û şoreş pêk hatin lê hemû jî hatin vemirandin her wiha gelê Kurd bi sedan komkujî dît. Ne komkujiyên biçûk bûn, mirov dikare weke qirkirin jî bi nav bike ji ber ku bi hezaran Kurd dihatin qetilkirin. Weke tê zanîn salvegera komkujiya Enfalê ye jî di Enfalê de zêdetirî 180 hezar Kurd hatin qetilkirin. Ev qirkirin bi gelek rêbazan pêk hat ku darvekirin, serjêkirin, çekên kîmyewî, talan, wêran, tecawizkirina jinan û koçberkirin hatin bikaranîn. Weke vê komkujiyê bi sedan mînakên ku mirov dikare bîne ziman hene, hemû jî li ser bingeha qirkirina Kurdan hatin meşandin."

"Dixwazin dîroka xwe ya xwînmij dubare bikin"

Eyşe Efendî di domandina axaftina xwe de êrîş û komkujiyên ku heta niha li hemberî Kurdan tên kirin wiha bilêv kir: "Sedam Huseyîn wê demê digot ku di pirtûka pîroz de sûreta Enfal derbas dibe, ji bo vê min ev komkujî çêkir. Mirov dibêje qey di pirtûka pîroz de bi nav hatiye dayîn ku divê Kurd werin qirkirin. Me ev yek di roja xwe ya îro de jî dît, dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrîş kirin di bin heman navî de û bi heman hişmendiyê berê xwe dan herêmên Kurdan. Ji lewre hêzên ku dijminatiyê bi Kurdan re dikin, hewl didin di roja me ya îro de dîroka xwe ya xwînmij dubare bikin û Kurdan di qirkirinan re derbas bikin. Mixabin careke din jî malbata Berzanî îxaneta xwe dubare dike, vê carê PDK`ê asta şerê birakujiyê derbas kiriye û ketiye pêvajoya şerê îxanetê. Ev yek jî bi zanebûn tê kirin, a niha hêzên navneteweyî û dewleta tirk jî di nav de hene û dixwazin Kurd hev qir bikin."

"Vê carê hewl didin ku Kurdan bi hev bidin qirkirin"

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî herî dawî şîroveyên xwe yên li ser rewşa Başûrê Kurdistanê anî ziman û got: "Rol û bandora dewleta tirk a li Başûrê Kurdistanê eşkere ye. Dewleta tirk ji hemû aliyan ve îflas kiriye, ji bo ku Erdogan beriya hilbijartinan xwe li ser lingan bigre planeke gelek qirêj û xeter li Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Dewleta tirk û PDK`ê bi hev re êrîşeke mezin li ser xakên Başûrê Kurdistanê û şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê dest pê kirine. Tirk ji çar aliyan ve êrîşeke qirker bi rê ve dibin. Ew çiyayên ku dewleta tirk rojane topbaran dike, zarokên me lê dijîn. Wan çiyayan zarokên me mezin kirin û parastin, serkeftin tê de afirandin û hebûna Kurdan diyar kirin, bingeha şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji wan deveran hat destpêkirin. Ji bo vê bila dewleta tirk, PDK û hêzên din jî kêfxweş nebin êdî ne gengaz e ku ew qirkirinên borî ango dîrok dubare bibe. Şoreşa me ya ku bi pêşengiya Rêber Apo bi rê ve diçe, nayê vemirandin û têkbirin. Em roj bi roj vê şoreşê bi xwîna zarokên xwe mezin dikin û diparêzin. Heta em sax bin em ê li ber xwe bidin, berxwedan jiyan e."