“Ew hêzên li dijî Rejîma Baas şer kirin, îro heman siyasetê didin meşandin”

Çalakvana medenî Fayîze Fuad qeyran û siyaseta ku li Herêma Kurdistan û Iraqê tê jiyîn wiha şîrove dike: “Ger desthilat li ser pirskirêkan nesekine, dê civak ber bi têkçûnê ve biçe.”

ŞÎNYAR BAYÎZ

Navenda Nuçeyan- Her çiqas di destûr û yasayên Iraqê de mafê azadiya fikir û azadbûnê hatibe nivîsandin jî, lê belê ev yasa nehatiye bi cih anîn. Kesên ku di derbarê azadiya fikir de diaxivin, li gor berjewendiyên xwe kar dikin û rastî bêdengiyê tên. Desthilata Iraqê azadîxwazan bertaraf dike. Her wiha  kesên ku doza kurdî didin meşandin û welatparêzin rastî zilmên dagirkeriyê tên. Azadiya fikir li herêma Kurdistanê bertaraf bûye. Di heman demê de di her pêwirek di tora civakî de, ew jî di bin çavdêriya dezgehên ewlehiyê de ne, yan jî xwepêşandanên ne li gor xwesteka desthilatdaran be û mijarên ku qebûl nekin rê li ber digirin. Çalakvana Medenî Fayîze Fuad li ser desthilatdariya Iraqê nêrîna xwe parve kir.

“Ji ber azadîxwazin, nasnameya wan ji wan tên girtin”

Çalakvana medenî Fayîze Fuad behsa azadiya fikrî wiha dike: “Desthilata Iraqê her rexneyên ku ji wan re tên û behsa gendeliyê tê kirin dixin di nav qalibekê ku li dijî destur şeriyetê be. Ew hêzên ku çend salin li beramberî hêzên Baas û desthilata totalîter xebat li çiya dimeşandin kesên azadîxwazbûn. Niha heman siyaset tê bikar anîn û bi xwe bûne hevkar û pêşî li azadîxwaz û mafê mirovan digirin. Niha ne tenê hewildidin azadîxwazan bêdeng bikin, gelek azadîxwaz hene tenê ji ber fikrên xwe anîne ziman nasnameya wan jê hatine girtin. Bi hinceta herêma Kurdistanê ya dewletê nîne û di bin desthilata çend dewletên herêmê de ye, mîna Iraq û Tirkiyê ku siyaseta van dewletan derbasî jiyana me jî kirine.”

“Herêma Kurdistanê ne xwedî desthilatek azadîxwaze”

Fayîze Fuad da zanîn ku ji sala 1991’an ve ew azadiya ku behs dikirin, xistin qalîbê şerê birakujiyê û wiha domand: “Di meha Hezîranê de zêdeyî 250 kampanya ji ber metirsiya li ser azadiya fikrî hate ragihandin ku di daxuyaniyê de wiha dihat gotin “Di nava çend mehên borî de, diyardeyên pêşîlêgirtina azadiya fikrî heye û ne aramiyek li ser pêşeroja welat û mafê hemwelatiyan heye” Lê ger civakek yekgirtîba, bê guman dikaribûn mafê xwe bi dest bixistana.”

“Ger li ser pirskirêkan neyê sekinandin, dê civak ber bi têkçûnê ve biçe”

Fayîze Fuad herî dawî jî da zanîn ku divê desthilat kesên ku di nava civakê de dijîn, pirskirêkên wan çareser bike û wiha bi dawî kir: “Divê deshilat kesên ku di nava civakê de dijîn, pirskirêkên civakî û ew pirskirêkên ku civakê dixe tengasiyê çareser bikin. Her wiha pirskirêka herî girîng a siyasî çareser bikin. Em xwedî 12 wezaretêne, her wezaretek çend pirskirêk çareser bikirana, dê alozî jî ji holê rabe. Ji lewra divê wezaret guh bide û bibe hêza çareseriyê. Heta niha jî jin di bin navê namûsê de tên qetîlkirin, xwendevanek bi hesanî nikare êrîşî mamosteyekê bike. Ger desthilat li ser pirskirêkan nesekine, dê civak ber bi têkçûnê ve biçe.”