"Erdogan penaberan weke kartekê bikar tîne"

Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Zelûx Bekir bal kişand ser polîtîkayên li ser penaberan tê kirin.

ŞÊRÎN ELÎ

Şehba - Dewleta Tirk bê navber rojane di çarçoveya pîlanên xwe yên qirêj ên li ser herêmên dagirkirî dike, sûcên mirovahiyê didomîne.

Di demê dawî de biryarek hate girtin ku nêzî 1 milyon penaberên Sûriye li Tirkiyeyê bi cih bûbûn, vegerin herêmên dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine ku Erdogan weke herêmên ewle û aram binav dike, bi cih bikin.

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan ê faşîst û dîktagor ji bo berjewendiyên xwe dîsa bi hatina hilbijartina krîtîk ku her diçe dengê xwe winda dike, îmaja xwe ya li nava dewletên navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan de winda kiriye, dixwaze penaberên Sûriye li herêmên dagirkirî bicih bike. Her wiha bi vê dixwaze sûcên xwe yên li van herêman kirî jî binixûmîne û dîsa dengên penaberan bigihîne ji bo xwe.

Bicihkirina penaberan li herêmên şer xeteriyeke mezin e. Erdogan û çeteyên xwe bi biryarekê bicihkirina 1 milyon penaberên Sûriye li herêmên dagirkirî careke din zagonên mafê mirovan binpê dike.

Her li ser vê mijarê û bicihkirina milyonek penaberên Sûriyeyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên hatine dagirkriin Hevseroka Meclîsa Kontona Efrînê Zelûx Bekir ji ajansa me re axivî.

‘Penber weke kartek bikar anî, niha jî ji bo hilbijartinê bikar tîne’

Zelûc Bekir destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hevkariya dewletên navneteweyî pîlanên xwe bi rê ve dibe û got: “Ji roja dagirkirina Efrîn û heta roja îro xeteriyên li ser herêmê bê navber didomin. Bi hevkariya çete û dagirkeran zagonên mafê mirovan tên binpêkirin. Dewletên navneteweyî û dîsa dewleta Tirk a dagirker berjewendiyên xwe didin pêş. Hebûna dewleta Tirk a dagirker a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dîsa temamiya Rojhilata Navîn tê wateya binpêkirina zagonên navneteweyî. Dewleta Tirk bê ku pîvanên navneteweyî li ber çav bigire, bi israr li ser ya xwe diçe û guh nade kesê. Dewleta Tirk bi penaberên Sûriye yên li Tirkiye Ewropa gef dike. Erdogan sûd ji şerê Rûsiya û Ûkranya girt, rojane gef û êrîşên xwe zêdetir kirine. Erdogan destpêkê penaberên Sûriye li dijî Ewropayê weke kartek bikar anî, niha jî bi bicihkirina penaberên Sûriyeyê ya li herêmên dagirkirî dixwaze di hilbijartinê de serketî derkeve û îmaja xwe ya li qada navneteweyî biparêze.”

‘Divê Erdogan û hevkarên wê tavilê bên darezandin li qada navneteweyî’

Zelûx Bekir diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze çeteyên girêdayî xwe li herêmên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê bi cih bike û bi lêkirina dîwar dixwaze herêmê parçe bike. Bekir wiha got: “Eger ku Erdogan dixwaze penaberan li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Ezaz, Mare û Babê bicih bike, divê xwecihiyên van deveran li ber rabe, ji ber ku bi wê yekê dixwaze demografiya resen a herêmê bidin guherîn. Divê hevkariya dewletên navneteweyî ya ji bo Tirkiye bi dawî bibe, Erdogan û hevkarên wê ji ber kiryarên xwe yên der mirovî bên darezandin. Em ê bi hev re projeya dewleta Tirk têk bibin, Erdogan di dadgehên navneteweyî de ceza bikin.”