“Dewleta tirk hewil dide destkeftiyên jinan têk bibe”

Endama Komîteya Jinan û Komîteya Perwerdeyên Akademiya şehîd Şîlan di derbarê êrîşên dewleta tirk li dijî herêmê nêrînên xwe wiha parve kirin: “Armanca dewleta tirk ji van êrîşan ewe ku jinan bê maf bihêlîne, nasname û şoreşa wan têk bibe.”

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê- Dewleta tirk bi hemû awayan êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Di demên dawî de bi hinceta herêma bi ewle armanc dike ku nêzî 30 km axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirbike. Berê jî beşek ji pilana qirêj bû ku bajarên mîna Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagirkiriye. Gef û êrîşên berfireh ên ku tê pilankirin li ser herêmê, xeteriyek mezin li ser defkeftiyên jinan ên di van salên dawî de ji dema şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi dest xistine dike. Di demek dirêje ku dewleta tirk bi awayekî rojane bi maşok û balafirên bê mirov êrîşî herêmê dike. Têkildarî mijarê Endama Komîteya Jinan û Komîteya Perwedeyên Akademiya şehîd Şîlan helwestên xwe parve kirin.

“Êrîş bandorê li ser destkeftiyên jinan dike”

Endama Komîteya Perwedeyên Akademiya şehîd Şîlan nêrîna xwe wiha anî ziman: “Êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê bandor li ser destkeftiyên jinan ku di salên dawî de bi dest xistine dike. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di 12’ê Tirmeha 2012’an de pêk hat û ev şoreş bi navê şoreşa jinê hate nasîn. Her wiha jin bi tevlîbûna xwe maf û azadiya jinan bi dest xist. Jinan bi şoreşê re rastiya xwe naskir û karibûn bibin mînak ji tevahî jinên cîhanê re. Me van destkeftiyan bi ked, berxwedan û têkoşînê bi dest xist. Her wiha ji bo oxira azadiyê me gelek şehîd xwe dan. Armanca dewleta tirk ji van êrîşan ewe ku jinan bê maf bihêlîne û nasnameya wan têk bibe. Her wiha bêdengiya dewletên navneteweyî çirayê kesk ji dewleta tirk re vêxist û heta niha êrîş bi awayekî hovane dewam dike. Îro jinên pêşeng rastî êrîşan tên û bi awayekî wehşî tên qetîlkirin.”

“Em ê êrîşên dewleta tirk pûç bikin”

Bêrîvan Cûma teqez kir ku dewleta tirk şerekî derûnî dimeşîne û wiha domand: “Em dikarin şoreşa jinê bi perwerdeyê biparêzin. Îro dewleta tirk şerekî qirêj dimeşîne, her wiha bi şerê derûnî êrîşî herêmên me dike. Jinên Kantona Kobanê nahêlin ku li dijî şoreşê me binpêkirin pêk werê. Îro li herêmên dagirkirî li dijî jinan êrîş û tundiyên pir giran hene da ku em nên wê astê em ê parastina destkeftiyên xwe bikin û êrîşên dewleta tirk vala derbixînin. Jin karibû di dîrokê de gelek astengiyan bişkînin, loma ji bo me şikandina êrîşên dewleta tirk ne zehmete ku em ê êrîşên wan pûç bikin.”

“Dixwazin vîna jinan bişkînin”

Endama Komîteya Jinan a navçeya Kantona Kobanê Zozan Xelîl jî helwesta xwe wiha parve dike: “Armanca êrîşên dewleta tirk ewe ku vîna gel û jinan bişkîne. Her wiha dixwaze projeya netewa demokratîk û Rêveberiya Xweser têk bibe. Dewleta tirk di êrîşên xwe de sivîl û jinan dike hedef. Dewleta tirk da ku armanca xwe pêk bîne hemû rêbazên êrîş û şer pêk tîne. Divê jin xwe perwerde bike da ku li hember êrîşên dewleta tirk a dagirker rawestin. Ger çarenûsa me nebe em ê jî wek jinên li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkanî, Girê Spî û Idlibê bibin, loma divê jin destê xwe bikin yek û li dijî êrîşan têbikoşin.”