“Em di parastin û xweseriya xwe de bi israr in”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Sulale Qasim polîtîkayên valakirina Şengalê û rewşa kampên Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê nirxand û got: “Ya ku li kampên Başûrê Kurdistanê tê jiyîn roj bi roj civaka me ji bîr û baweriya wê dûr dixe.”

EVÎN ZENDA

Şengal - Di Fermana 74’an de li ser axa pîroz a Êzidîxanê herî zêde jinên Êzidî di qirkirinê de derbas bûn. Jinên Êzidî li pêş çavên cîhanê hatin qetilkirin windakirin û li bazaran hatin firotin. Lê tevî her tiştî jî li ser axa Şengalê jinên Êzidî xwe ji xweliya xwe ava kirin û di nava 8 salan de pêşengiya vîna civaka Êzidî kirin. Jinên Êzidî li Şengalê li hemberî her êrîş û planên tunekirina bîr û baweriya xwe li ser piyan man û bi biryardariyek mezin parastina mafên xwe yên rewa dikin. yek ji wan jinan jî Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sulale Qasim e. Sulale Qasim der barê polîtîkayên li ser civaka Êzidî tên meşandin de axivî û da zanîn ku wan bi keda xwe Şengalê di 8 salan de kirine ciheke herî bi ewle û diyar kir ku ji bo civaka Êzidî azad nebe PDK dewleta Tirk û Hikumeta Kazimî her tişt dikin lê ew ê  rê nedin wan.

“Ji bo me bê vîn bihêlin her tişt dikin”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sulala Qasim di destpêka gotinên xwe de diyar kir ku her çiqas li Şengalê niha bêdengî hebe jî ji ber dijminên civaka Êzidî li ser kar in ji bo wê ew nikarin bêjin ku ev bêdengî wê demdirêj be û wiha got: “Ji bo ku gelê me Şengalê vala bike PDK her tiştî dike. Di êrîşên 1’ê Gulanê yên Artêşa Hikumeta Kazimî ser zarokên me yên Êzidîxanê de, PDK’ê bi derewên xwe xwest ku Şengalê vala bike û tevan di kampên Başûrê Kurdistanê de bi cih bike lê gelê me bi vê yekê nexapiya hejmareke pir kêm çûn Kampan û jixwe hûn dizanin ku her roj kampên Başûrê Kurdistanê yên gelê Êzidî lê dimînin dişewitînin.”

“Bi saya zarokên xwe em di ewlehiyê de ne”

Sulale Qasim der barê Êrîşên li ser Hêzên Parastina Êzidîxanê de jî axivî û got: “Li Şengalê hêzên me, ewlehiya me û zarokên me ne. Li Şengalê bi pergala Rêveberiya Xweser û bi ewlehiya ji zarokên me tenê em dikarin bîr û baweriya xwe biparêzin. Lê Hikumeta Iraqê ruxmê ku hêzên me di zagonên wan de fermî ne jî dixwaze wan tune bike. Ev 7 sal in bi saya zarokên xwe em xwe diparêzin ji bo wê em dibêjin ji derveyî zarokên me tu hêzeke din nikare me biparêze, naparêze jî. Em weke jinên Êzidî heya dawiyê piştgiriya zarokên xwe dikin. Ev hêz fedaiyên gelê xwe ne fedaiyên Tawisê Melek in.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sulale Qasim di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser rewşa gelê Êzidî yê li Kampên Başûrê Kurdistanê jî û wiha got: “Li Kampên Başûrê Kurdistanê rewş ne tenê xemsarî ye û got: “PDK dixwaze bi şewatên konan bi zextên li ser gel ên ji bo ku gel venegere Şengalê, fermanê nû bike û dike ku gelê me her dem belav û bê hêz be.”

“Koçberî riya herî hêsan a bişaftinê ye”

Sulale di berdewamiya gotinên xwe de bang li gelê Êzidî yên li kampên Başurê Kurdistanê kir û got: “Koçberî riya herî hêsan a bişaftinê ye. Ya ku li kampên Başûrê Kurdistanê tê jiyîn roj bi roj civaka me ji bîr û baweriya wê dûr dixe. Çiqas şer û êriş hebin bila hebin ger ku gel li ser axa xwe be bêtir dikare xwedî ruhê berxwdan û tekoşînê be. Niha civaka me ya li Şengalê ji bo parastin ax, qube û şehîdgehên xwe têdikoşe. Dijmin li ser me tevan dilîze bi taybetî hinek Êzidiyên me yên ku bi PDK’ê re ne wan xwe nas nekirine, ew ne di ferqa fermanan de ne, ew nizanin dema neyên ser riya heq wê tune bibin wê ji bîr û baweriya xwe dûr bikevin. Em bang li wan dikin ku dev ji berjewendiyên malbatî berdin û ji bo bawerî û civaka xwe riya rast bişopînin. Divê Êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê dimînin çavên xwe vekin û berdêl çi dibe bila bibe serê xwe li hemberî planên tunekirina îradeya gelê me rakin. Divê êdî di wan konan de nejîn û vegerin ser erdê xwe divê werin Şengalê û em bi hev re ji bo Êzidîxana xwe tebikoşin.”

“Bi yekbûna me wê jenosîda li ser me hat pêkanîn were pejirandin”

Sulale Qasim bi van gotinan girîngiya yekbûna civaka Êzidî anî ziman: “Ger weke gelê Êzidî em tev bi hev re parastina zarokên xwe bikin û peymanê vala derxin wê demê dê cîhan tev jî fermana li ser me hat jiyîn bipejirîne û em ê bikaribin xweseriya xwe saz bikin.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sulale Qasim di dawiyê de bi van gotinan helwesta xwe yal li hemberî peymana 9’ê Cotmehê anî ziman: “Em weke jinên Şengalê heya ku Şengala xwe azad nekin heya ku em xwe bi xwe birêve nebin em ranawestin. Ev ax bihost bi bihost bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Em warê xwe nakin destên xayîn xwefiroş û revokan. Di nava van 8 salan de me bi keda xwe Şengala xwe ava kir, me bi hev re birînên xwe yên fermanê derman kirin. Ev 8 sal in ku zarokên Êzidîxanê bê kêmasî erken xwe pêk tînin û me ji her cure êrîşê diparêzin. Gelê Şengalê, nava van salan de carek jî ji asayîşa xwe bi gazinc nebûye, berevajî wê ji ber zarokên wan cihê ewlehiyê ne rehet jiyan, bê tirs jiyan. Lê xêrnexwazên civaka me gelek in ji bo keda zarokên neyê dîtin, her tişt dikin lê bi ser neketin wê tu caran jî bi ser nekevin. Ji ber ku em weke berê nîn in em êdî weke berê her kesê napejirînin ji ber ferman eynika PDK’ê û Hikumeta Kazimî ye. Ger mafên me dan, dan  ger nedan jî em li cihê xwe ranawestin em ê heya mafên xwe yên rewa bi wan bidin pejirandin ked bidin li hemberî dagirkerî, êrîş û planên qirêj em xwediyên heman seknê ne.”