Jinên Lubnanî ji bo şopên teqîna bendergeha Beyrûdê neyên rakirin di çalakiyan de ne

Hikûmeta Lubnanê Encumena Pêşketin û Avakirinê erkdar kir ku çavdêriya hilweşandina embarên ku 52 sal berê hatine çêkirin bike, vê yekê hêrsa welatiyan a li hember xirakirina tiştên kevnare zêdekir.

SÛZAN EBÛ SAÎD

Beyrûd- Piştî zêdetirî salek û neh mehan, bûyera teqîna bendera Beyrûdê ya bi karesat ku di 4’ê Tebaxa 2020'an de qewimî, hê jî wek birînek ku nayê dermankirin, ne edalet pêk hat û ne jî ev dosya hat girtin ku kiryaran eşkere bike û êşa kesên xizmên xwe winda kirine sivik bike, weke ku di gelek dosyayên ewlehiyê de derbas dibe.

Malbatên mexdûrên teqînê hê jî li benda edaletê ne, di heman demê de rayedar hewl didin vê dozê derbas bikin û şahidê dawî yê vê sûcê winda bikin. Vê yekê çalakvanên jin û mêr û malbatên mexdûrên teqînê tehrîk kir ku li pêşberî derxistina şahidê dawî yê vê tawanê rawestin.

Hikûmeta Lubnanî Encumena Pêşketin û Avakirinê erkdar kir ku çavdêriya hilweşandina van embarên ku 52 sal berê hatine çêkirin bike, vê yekê hişt ku gel li ber bendergehê bisekine da ku li dijî rûxandina vê şûnwariya bermayî hemdem digel nekolînkirin û ne sepandina edaletê protesto bikin.

Ji bûyerê heta doza teqîna benderê

Piştî ku mijara teqîna bendera Beyrûdê bala raya giştî ya herêmî û navneteweyî kişand, lêpirsîn jî bi gengeşeyên siyasî re rû bi rû ma ku di destpêkê de bû sedema dûrxistina dadwer. Piştî tawanbarkirina du wezîrên berê yên ku xwestin bên lêpirsînkirin, û bihane ew bû ku dadger bi teqîna benderê zirar dîtibû, dibe bandorê li darizandina wî bike. Paşê serokê Dadgeha Ceza ya Beyrûdê dadwerê ku rastî kampanyayeke tundutujiyê hatibû hat erkdarkirin ji ber ku destên xwe ji lêpirsînê dûr xist, digel zêdetirî 27 doz di bin çend navên qanûnî de li dijî wî hatine vekirin ku ev yek jî vediguhere astengkirina berdewam a lêkolînê.

 Ajansa me bi çalakiya rûniştinê ya ku ji aliyê malbatên qurbaniyên teqîna bendera Beyrûdê ve hatibû organîzekirin, nêrîna malbatên qurbaniyan û namzed û çalakvanên beşdarî vê çalakiya rûniştinê bûbûn girt.

Bi malbatên qurbaniyan re

Xwişka yek ji qurbaniyên bendera Beyrûdê Rima Zahid got: "Em li vir in ku nerazîbûna xwe li hemberî qanûna ku daxwaza hilweşandina van embaran dike nîşan bidin ku tekane şahidê zindî yê sûc û gendeliya wan e. Desthilatdarî her roj me dikuje û me vedigerîne roja 4’ê Tebaxê. Em hatin ku ji wan û dewleta Lubnanê daxwaza bilezkirina lêkolînan bikin ku ev rola wan a sereke ye. Tiştê ku em ji vê dewletê dibînin zilmek e ji me û malbatên qurbaniyan re ye, heya vê demê jî me birînên xwe derman nekirine.

Der barê beşdarbûna jinên Lubnanî di hilbijartinên li pên ên parlamentoyê de, Rima Zahid wiha got: "Jin ne nîvê civakê ne, ew tevahiya civakê ne, ew dayik, xwişk û jinên ciwan in. Hebûn û tevlibûna wan a di nava siyasetê de teqez dê bi bandor be, ji ber ku dema jin kar dikin, bi dil û wijdanê xwe dixebitin û dema ku berevaniya dozekê dikin, heta mirinê berevaniyê dikin û ez hêvîdar im ku jin bigihîjin parlemento û astên herî bilind ên dewletê.

Ji girtinê ber bi xwepêşandana bendergehê ve

Li aliyê din du çalakvanên bi navê Sally Hafez û Michel Choueiri ku beşdarî çalakiya rûniştinê bûbûn û hefteya borî ji aliyê hêzên ewlekariya dewletê ve hatibûn girtin, der barê êrîşa bi çalakgerên avahiya Wezareta Enerjiyê ya ji bo şermezarkirina qeyrana elektrîkê, wiha gotin: "Mixabin bi vê pêngava guhertinê re jî jin nikarin bigihîjin nîvê parlamentoyê, li gorî min asta jinan, ji ya mêran bilindtir e û rola wan di civakê de girîng e. Ne tenê li Lubnanê, li hemû cîhanê, ji ber ku ew tenê zarokan nayne, di heman demê de ew rêveber û xebatkar e û di şerê li dijî gendeliyê de li cîhanê pêşeng e. Ev tişta ku me di şoreşa 17’ê cotmehê de dît girîng bû. Jin di rêzên pêşîn de bûn, ez hêvî dikim ku em wan di parlamentoyê de bibînin û nîvê kursiyên parlamentoyê bi dest bixin, ji ber ku ew mafên me bi bandortir diparêzin.”

“Hêz ne hêza bedenî ye ku mirov pê pesnê xwe bide hêza hiş û aqil e”

Michel Choueir jî wiha got: "Rola jinan a li qadan û siyasetê û tevlibûna wan di refên pêş ên şoreşa 17'ê Cotmehê de derket holê. Hêzên ewlekariyê û artêşê hewl didin wezîr, parlamenter û sîstema qirêj a gelan bi avakirina xeta parçekirinê biparîzin lê jinan bi rastî gotinên wek "Jina ku bi destê xwe yê rastê dergûşê dihejîne bi çepê xwe dinyayê dihejîne" û "Li pişt her mêrekî mezin jinek heye" pêk anî, digel rola wan wek dayik, îsbat kir ku rolek wan a mezin di parastina zarok û malbatê de heye. Di heman demê de îradeyek xwe ya xurt heye di daxwaza mafên xwe û gelê Lubnanê de. Hêz ne hêza bedenê ye ku mirov pê pesnê xwe dide, hêza hiş û aqil e.”

Michel Choueir têkildarî rola jinan a di parlamentoyê de jî wiha got: "Ger jin bigihîjin û nûnertiya me bikin dê roleke wan a mezin di meclisê de hebe ku ev yek jinan îsbat kiriye bi hêviya ku dengê xwe ragihînin û bi kêmanî meclis venaguhere qada têkoşîn û nakokiyan lê dê bi awayekî medenî nûnertiya me bike.”

“Ev embar şahidên sêyemîn tawanên teqîna mezin a li cîhanê ne”

Li aliyê din mîmara bi navê Nahîde Xelîl ku namzeda kursiya Şîeyan a li ser lîsteya "Beyrûd bajarê min e" li daîreya Beyrûdê ya duyemîn, ev yek anî ziman: "Xwepêşandana me ya îro li ber van embaran ji ber ku weke mîrateyeke çandî tên dîtin. Ez di komeleya ICOMOS, Encumena Cîhanî ya Cîhan û Nîşanan de endam im ku komeleyek bi parastina mîrata çandî ve mijûl e. Ev embar şahidên sêyem tawanên teqîna mezin li cîhanê ne ku tê de 200 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Jixwe lêpirsîna li ser vî sûcî ji hêla zilamên pergala desthilatdar ên di vî sûcî de cih digrin, tê astengkirin. Ew hewl didin beriya hilbijartinên parlementoyê embaran hilweşînin, ku li gorî pisporan pêwîstî bi hilweşandina wan nîn e, ji ber ku domdar in û tenê li aliyê bakur pêwîstiya wan bi bihêzkirinê heye.”

Der barê rola xwe ya di daxwaza mafên ku hatine dizîn de, Nahîde Xelîl ev yek diyar kir: "Ez çalakvanek siyasî me, di tevahiya jiyana xwe de ez têdikoşim û ji destpêkê ve daxwaza mafên karmendên kampanyaya ku tê de kar dixebitim, dikim û ji sala 2013'an û vir ve bi taybetî piştî şoreşa 17’ê Cotmehê em li qadan zêdetir tevli têkoşînê bûne. Em li kolanan bûn, me doz vekir, qanûnê îtiraz kir, beşdarî qanûnên rawestandina parlamentoyê bûn û ji bo projeyên ku hemû wekî brokerî û danûstendinê ne, projeyên alternatîf pêşkêş kirin. Her tiştê ku ji destê me hat me kir lê pêwîst bû em bikevin navendên biryardanê da ku pirsgirêk û projeyên alternatîf bidin destpêkirin.

Hedefgirtina jinan di qada siyasî de

Namzeda ji kursiya Durzî li daîreya Beyrûdê ya duyemîn a di lîsteya "Beyrûd bajarê min e" de Rima Ebû Şakra ji ajansa me re wiha got: "Em beşdarî çalakiya rûniştinê bûn ji bo nehêlin  bandor li ser gendeliyê çêbibe her wiha em êş û azarên malbatên qurbaniyan bi wan re parve dikin ji ber derengketina lêkolînan û di heman demê de em beşdarî şoreşa 17ê Cotmehê û çendîn û rûniştinên li dijî tawankariya vê desthilatdariyê bûn.”

Li ser rola jinan di warê siyasî de û beşdariya wan di hilbijartinên li pêş de, Rima Ebû Şakra di wê baweriyê de ye ku gelekî girîng e hejmara herî zêde ya jinan bigihîje parlamentoyê û got: “Ez bi xwe jî daxwaz dikim ku bigihîjim parlamentoyê. Ji ber ku hemû kesên gihîştine parlamentoyê, em bi bandora wan li ser qanûnên ku ji wan hat xwestin bi taybetî yên girêdayî jinan nehesiyan. Girîng e ku jin bigihîjin da ku qanûnên cihêkarî û pêşdaraziyê li dijî wan pêk tînin, ji holê rakin, ji dayîna hemwelatîbûnê ji bo zarokên wan heya mafê wan ê danîngehê.”

Rima Ebû Şakra bal kişand ku hêza jinan heye ku zêdebûnê di qanûnên ku bangewaziya wekheviyê di navbera hemû komên civakê de dikin çêbike, ji ber ku ew dayik û kedkarên malê ne, di heman demê de guhê xwe didin gelek tiştan, çi civakî, aborî û yên din be û wiha domand: "Lêkolînan îsbat kir ku meyla jinan a zêdetir ji bo bidestxistina wekheviya di civakê de, xwedîderketina li komên berbelav, xwedîderketina li rêveberiya aborî baştir e û dibe ku bibe alîkar ji bo bigihîje zagonên adil ên civakî.”

“Em li vir bi malbatên qurbaniyên teqînê re ne”

Ji aliyê din ve Paula Rubeiz, berbijara kursiya Ortodoks a di lîsteya "Beyrûd bajarê min e" de ku beşdarî çalakiya rûniştinê bû, got: "Ez jinek Lubnanî me, dayika min ji Brezîlyayê ye û hemwelatiya Fransayê me. Em îro li vir  bi malbatên qurbaniyên teqîna herî xirab li Rojhilata Navîn û sêyemîn teqîna herî mezin radiwestin da ku em bi malbatên qurbaniyên teqîna benderê re êş û azarên wan û daxwazên wan ên berdewam ên du salan parve bikin. Heta roja îro malbatên mexdûran ji aliyê rastiyê ve aram nebûne û roj bi roj lêpirsîn tên astengkirin.”