Ebrû Gunay encamnameya 4’emîn Konferansa Mezin a HDP'ê eşkere kir

HDP'ê ji rojeva hilbijartinê heta şer, ji têkoşîna jinê heta hilweşandina aboriyê her mijarê nîqaş kir û encamnemaya konferansê eşkere kir.

Enqere- Berdevka HDP'ê Ebru Gunay li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist û rojeva Tirkiyeyê nirxand.  Ebru Gunay a ku di civîna çapemeniyê de encamnameya 4'emîn Konferansa Mezin a HDP’ê ku 2 rojan dewam kir, eşkere kir, axaftina xwe bi şermezarkirina binçavkirinên îro yên dijî rojnamegeran hat kirin, destpêkir.

"Îro li Amedê xebatkar û rojnamegerên çapemeniya azad hatin binçavkirin. Em vê êrişê şermezar dikin. Desthilatdariya AKP’ê her ku piştgiriya wê ya civakî kêm dibe, êrişî mûxalifan, partiya me û kedkarên çapemeniyê dike. Em destgîrkirina rojnamegeran şermezar dikin û diyar dikin em bi kedkarên çapemeniya azad re ne.”

Encamnameya konferansa 4’emîn a HDP’ê

Ebru Gunay, anî ziman ku di konferansa ku 2 rojan dewam kir de nîqaşên pir kûr û berfireh hatin kirin û encamname parve kir. Hin sernavên rêzê ya encamname wiha ne:

“Me li 7 herêman bi tevlêbûna pêkhateyên xwe li bajaran civîn çêkir. Piştî konferansên me yên jinan û tevlihev me bi dirûşma ‘Berxwedana mezin û meşa mezin’ di 6-7’ê hezîranê de bi beşdariya 600 delegeyan li Enqereyê Konferansa Xwe ya 4’emîn li dar xist.

Di konferansa xwe de em li ser mezinkirina tifaqa demokrasiyê, avakirina komara demokratîk, bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafên mirovan a li girtîgehan di serî de me li ser krîza ekonomîk, talana ekolojîk, çandinî, rêveberiyên herêmî, ciwan, berasteng, penaber, zarok, kal û pîran biryar stend. Me biryarên Konferansa Jinan a 4’emîn jî qebûl kir.”

Banga bihêzkirina hevgirtinê

“Di konferansa xwe ya 4’emîn de me careke din îradeya xwe ya mezinkirina têkoşînê eşkere kir. Em li ser biryara xwe ne ku bi yekîtiya têkoşîna hevpar a bindestan em ê Komara Demokratîk ava bikin. Vê rejîma ku hebûna nasname, çand, ziman û baweriyên cihê înkar dike, dema wan qediyaye. Konferansa me  biryar daye ku têkoşîn û hevgirtina hevpar xurttir bike û banga têkoşîna yekgirtî ya ji bo avakirina dahatûya wekhev, azad û demokratîk dike. Rêya ku mirov karibe Tirkiyeyê ji hilweşandina mezin a ku bi destê desthilatdariya AKP û MHP’ê tê kirin rizgar bike û çareseriyên mayînde ji pirsgirêkên sereke re bibîne, tifaqa demokrasiyê ye. Konferansa me avakirina demokrasiya xurt a ji bo pêkanîna pergaleke demokratîk û azadîxwaz daye ber xwe.”

Di pirsgirêka Kurd  de çareseriya demokratîk

“Desthilatdariya AKP û MHP’ê, bi erêkirina NATO û hêzên navneteweyî û bi piştgiriya PDK’ê li hemberî Başûrê Kurdistanê operasyonên dersînor dike û ji bo korîdorên enerjiyê ava bike û avadaniya demografîk a herêmê biguherîne, nîşan dide ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Em vê polîtîkaya qirêj red dikin û nalet dikin. Li hemberî şer û dagirkeriyê, em aştiyê diparêzin û em ê tifaqa aştiyê mezin bikin. Doza kurdan li ser esasê diyalog û muzakereyê zemîna meclîsa Tirk jî tê de, divê tevî hemû mûxataban bi awayekî demokratîk were çareserkirin. Berevajî wê ne Tirkiye demokratîk bibe û ne jî wê aramiya civakî pêk were. HDP her dem amade ye ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a doza kurdan berpirsyariya xwe bi cih bîne.”

Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe

“Rêzdar Ocalan 23 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û dîlgirtina Ocalan li hemberî çareseriya demokratîk û aştiyane ya doza Kurdan astengiya herî mezin e. Bi tecrîdê re mafê aştî û hêviyê yê gelên Tirkiyeyê jî tê desteserkirin. Divê guh bidin bangên aştiyê yên ji Îmraliyê tê. Ji bo çareseriyeke li ser esasê diyalog û muzakereyê divê deriyên Îmraliyê were vekirin û şertên jiyana azad a Ocalan were pêkanîn.”

Dê jin dev jê bernedin

Li hemberî qetilkirina jinan, tacîz, tecawiz, îstîsmarkirina zarokan û desteserkirina keda jinê, em ê hevgirtin û têkoşîna jinan geş bikin. Em dev ji hevserokatiyê, temsîliyeta wekhev û Peymana Stenbolê bernadin.

Rojeva hilbijartinê

Em bi coş, biryardarî û hêviya ku di konferansa me ya 4’emîn der derketiye holê ber bi Kongreya Asayî ya 5’emîn dimeşin. HDP xwedî wê îddîayê ku dikare hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike û bibe hêviya galn. Em bang li hemû kesan dikin ên dixwazin hêvî û têkoşînê geş bikin ku tevlî meş û berxwedana me ya mezin bibin.”

Di hilbijartinên serokomariyê de ji bo na me ya sereke ew e ku nediyare namzed kî be û di dema nû de siyaset û prensîbên wê çawa bin.”