HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Di 24’ê Adarê de şandeyek ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku ji 6 kesan pêk dihat serdana Başûrê Kurdistanê kir.
Di nava şandeya DEM Partî û DBP’ê ya serdana Başûrê Kurdistanê kir de Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê û Amîra Îdarî ya Meclîsa Tirkiyeyê Salîha Aydenîz û Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan cîh digrin. Her wiha Nûnerên Partiya DEM’ê yên li Silêmaniyê Muslum Kaplan û Fevziye Şîran jî di şandeyê de ne. Têkildarî hevdîtinên şandeya DEM Partî û DBP’ê ku serdana Başûrê Kurdistanê kirine, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz ji ajansa me re axivî.
‘Emê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihînin tevahî alî û partiyên siyasî’
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz diyar kir ku di 27’ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk kiriye û wiha got: “Banga aştiyê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve ji bo tevahî Rojhilata Navîn e. Di vê pêvajoyê de erka pêkanîna aştiyê dikeve ser milên her alî û partiyên siyasî. Hatina vê şandeyê girêdayî pêvajoya aştiyê ye û goftûgokirina derbarê rewşa heyî de bi siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê re ye. Emê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihînin tevahî alî û partiyên siyasî.”
‘Divê gelê Başûrê Kurdistanê, partî û aliyên siyasî li hemberî vê banga aştiyê erkên xwe pêk bînin’
Salîha Aydenîz têkildarî serdanên xwe yên li Başûrê Kurdistanê wiha got: “Di serdanên me yên ji bo Başûrê Kurdistanê de hemû alî û siyasetmedaran piştgirî û piştevaniya xwe ya ji bo aştiyê anîn ziman. Ji bo pêşketina demokrasiyê divê siyaseta demokratîk were bicîhanîn. Piştî banga aştiyê tevahî gelên li her çar parçeyên Kurdistanê pêşniyar û piştevaniya xwe derbarê aştiyê de anîn ziman. Piştî peyama Aştiyê û danîna çekan ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê ve, êrîş li hemberî gel û perçeyên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve didomin. Li Başûrê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk didomin. Divê gelê Başûrê Kurdistanê, partî û aliyên siyasî li hemberî vê banga aştiyê erkên xwe pêk bînin û li pêşiya dagirkeriyê serî rakin.”
‘Têkoşîna gelê Kurd didome’
Salîha Aydenîz diyar kir ku niha Stenbol ji du aliyan pêk tê û wiha got: “Li Stenbolê du awayên xwepêşandanan hene. Beşek li dijî fikrên azad rabûne, beşek din jî li ser fikrên azadî û aştiyê li Bakurê Kurdistanê berxwedanê raber dikin. Her wiha li Bakurê Kurdistanê qeyûman tayînî îradeya gelê Kurd dikin. Armanca desthilatdariya qeyûm ew e ku dest deyne ser navçeyên Kurdan. Gelê Kurd her dem li dijî van qeyûm û êrîşan têkoşîna xwe didomîne.”
‘Banga aştiyê ji bo hemû cîhanê ye’
Salîha Aydenîz di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev banga aştiyê ne tenê ji bo dewleta Tirk e, ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê ye jî. Tevî dijminatiya li hemberî Kurdan, Kurd ji bo aştiya Rojhilata Navîn hewl didin.”




